Li zeviyên Şengalê şewat derket 2019-06-25 16:55:22   ŞENGAL - Li gundê Domîs yê Şengalê  agir bi zeviyan ket û heta gundê Qabosî nêzî 15 kêlometre belav bû. Agirê bi zeviyan ketiye belav dibe.    Li Şengalê careke din agir bi zeviyên çandinî ket û qadek pir mezin şewitî. Li gundê Domîs yê Şengal carek din agir bi zeviyê çandî ket û heta gundê Qabosî nêzî 15 kêlometre şewitî. Agir di saet 11.00'an de derket û ji ber ku gelek dijwar bû di nava saetê de nêzî 15 kîlometreyan şewitî.    Hêzên Yekîneyên Berxwendana Şengalê, tîmên agirkujiyê, polîsên navxweyî hewarê çûn, lê ji ber ku agir bi hêz bû, hata niha agir nehatiye kontrol kirin. Qaymeqamê Şengal Fehed Hamid agahî da û diyar kir ku heke wiha berdewam bike wê heta gundên Tilqesab, Hatimî û Koçî biçe û wiha axivî: "Hîn gelek dexlûdanê cotyaran li erdê maye. Derfetên me gelek kêm in. Li Şengalê yek agirkuj, tankerek avê ya Şengalê û polîsên Şengalê hewl didin ku agir vemirînin. Em daxwazê ji hikûmeta Iraqê dikin ku wesayîtên agirkujiyê li Şengalê zêde bikin. Ji ber ku şengal herêmek çandiyê ye."