Bedîa Ozgokçe: Xwedî li gola Wanê derkevin 2019-06-24 09:12:54   WAN - Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ji bo Gola Wanê ya ji ber qirêjiyê bi tunebûnê re hatiye rû hev, rojên bibîrxistinê rojên pêk tîne. Hevşaredar Bedî Ozgokçe bang li hemû gelê Wanê kir û got: “Werin em xwedî li Gola Wanê derkevin. Em xwedî li pêşeroj û bîhna xwe derkevin.”   Gola Wanê ku xwedî paşerojeke 600 hezar salî ye, gola herî mezin a li Tirkiyeyê ye. Lê di salên dawî de ji ber bermahiyan peravên Erdîş, Artemêt, Tuşba û Westanê pir qirêj bûne.    Bi taybet li Westanê ev 25 sale ji ber gelaşa tê avêtin, vê gelaşê texrîbatek mezin çêkiriye û li Tuşbayê jî ji ber bermahiyên fabrîkayên Herêma Organîze Sanayiyê ku bi hevkariya çeman diherikin golê, xeterî roj bi roj mezin dibe.   ‘Armanca me afirandina hişmendiyê ye’   Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê bi armanca balê bikşîne ser vê qirêjiyê bernameyeke hefteyekê berdewam dike pêk tîne. Hevşaredar Bedîa Ozgokçe da zanîn ku bi armanca balê bikişînin ser rewşa golê van bernameyan pêk tînin û ev tişt got: “Îro em bi vê wesîleyê kêfxweşin. Bi pêşengiya me ji bo golê hestiyariyek baş afirî. Em vê bi bernameyên cuda didomînin.”   ‘Gola Wanê dimre’   Bedîayê daxuyakirin ku gelaşa ji peravan dikeve golê, Gola Wanê dikuje û wiha pê de çû: “Ger avêtina bermahiyan  wisa  berdewam bike, pêşî lê neyê girtin, tesîsa parzunkirinê temam nebe, wê kareseteke ku pêşî lê neyê girtin pêk bê.”   ‘Gola Wanê bîhna me ye’   Bedîayê di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku her kes ji qirêjiya golê berpirsyar e û ger hestiyarek bê afirandin jî divê her kes bixebite û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Me ev aniye vê rewşê. Berpirsyarî ya me hemûyan e. Ji bo pêşeroja xwe divê em tedbîran bigirin. Armanca bernameyên me ev e. Twîtta min bi biryara meclîsê şeva borî avêt, ya ‘Gola Wanê bîhna me ye’ rastî eleqeyek mezin hat. Me bi gelek STO’yan re li peravên golê lêkolîn kir. Bi tevlîbûna STO’yê me komxebat meşand. Me hawirdorparêz, saziyên cuda, patiyên siyasî vexwendîn. Divê her kes destê xwe bike bin kevir. Em ê nêrîn û fikrên her kesî bigirin. Di komxebata me de jî pêşniyarên xweş derketin holê. Têkoşîna me demdirêj e. Werin em gola xwe biparêzin, bîhna xwe biparêzin.”