Ji ber ava serebê ya diherike golê zindî jehrî dibin û gel nikare biçe peravê 2019-06-18 09:04:09   BEDLÎS - Gelê Tatetwanê ji ber nepaqijkirina golê bi bertek e. Serebên navçeyê ku tev diherikin golê ava golê qirêj dikin, zindiyên di nav de jahrî dikin û pêşiyê li behna nexweş  vedikin. Jinên Tetwanê bertek nîşanî vê helwesta şaredariyê dan û  nêrazîbûnên xwe anîn ziman.    Li navçeya Tetwanê cihê ku herî bala mirovan dikşîne bêguman pervê  gola Wanê ye û xweşikbûna golê ye.  Ji xeynî turîstên ku ji derveyi bajêr tên peravê ji 6 navçe û 351 gundên derdorê gel di demsala havînê de berê xwe dide peravê Tetwanê. Lê mixabin ji ber ku berê serebên li navçeyê dane golê ji bêhna nexweş a golê û nepaqijkirina peravê  gel nikare êdî 5 deqeyan jî li peravê bisekine. Jinên ku bertek nîşanî Şaredariya AKP'ê ya Tatwanê dan gotin ku herikîna sereban ya li golê nayê qebûlkirin û bang li rayedaran kirin ku peywira xwe pêk bînin.    `Nepaqijkirina golê îhmal û zirara herî mezin e`   Ji jinan Esra Încî ya ku li peravê esnaftiyê dike diyar kir ku ev helwesta şaredariyê nayê qebûlkirin û wiha got:“Ez li Tetwanê ji dayîk bûm û ez li vir mezin bûme. Her hatina demsala havînê gel berê xwe dide peravê. Lê mixabin van salên dawî paqijiya peravê nayê kirin. Ji ber ku berê kanalîzasyonê dane golê behneke pir nebaş ji golê tê. Kesên ku ji bo gerê an jî ji bo werzîşê tên vir ji ber bêhna nexweş nikarin bisekinin û aciz dibin. Çima berê serebê dane golê? Ev bi tena serê xwe pêşiya tehrîbateke mezin û zirarên mezin vedike. Mirov tenê dikare 5 deqeyan li peravê bisekine. Ev îhmal e. Bêguman nepaqijkirina derdora golê û herikîna sereban pêşiyê li zerareke mezin vedike. Esnafên ku peravê esnaftiyê dikin zirareke mezin dibînin. Ji ber ku tu kes nikare ji bêhnê li vir bisekine. Dikarin derdora peravê. Bila peravê paqij bikin û berê sereban biguherin û peravê paqij bikin. Ez wekî jineke Tetwanî ji vê rewşê gelek aciz im. Divê paqijieyeke baş li golê bê kirin. Ciheke ewqas xweş çima wisa îhmal dikin? Herkes bi hêviyeke mezin tê Tetwanê, lê mixabin gava tên vê rewşê dibînin hêviyên wan dişkên. Divê bi lez paqijî bê kirin.”    `Ji ber bêhne gel nikare sahîlê bisekine`   Ji jinan Dîlan Sularvan jî bal kişand ser nepaqijkirina peravê û bang li rayedaran kir ku peywira xwe bînin cih. Dîlan wiha berdewam kir: “ Ez ji Êlîhê me û li vir xwendekar im. Li vir cihê herî xweş û cihê ku em bêhna xwe lê  vedin peravê Tetwanê ye. Lê mixabin ji ber qirêjiya golê em êdî nema dikarin bên vêderê. Herikana sereban ya nava golê bi tu awayî nayê qebulkirin. Gol terikî qedera xwe hatiye kirin û ev yek me gelek xemgîn dike. Di demsala havînê de gel hem ji bo gerê û hem jî ji bo werzîşê tê ber peravê. Lê mixabin ev aktîvîtê ji ber nepaqijiyê pir kêm bûne. Ji ber ku qirêjiyeke gelek zêde heye.  Divê ji vê rewşê re çareseriyekê bibinîn. Ji gundan navçeyan herkes tê vir. Lê nayê paqijkirin. Li dijî derdorê divê şaredarî hestiyar tevbigere û xebatên paqijiyê bide destpêkirin.”    `Herikîna sereban a nava golê zindiyan jahrî dike`   Şîlan Sularvan jî bertek nîşanî şaredariyê da û wiha axivî;“ Navçeyek evqas xweşik çima niha di vê rewşê de ye. Mirov ji ber geleşê nikare li nêzî golê rûnê. Di şertên niha de hewceye ku her heftê sê caran dersora golê bê paqijkirin. Lê mixa bin ev paqijî qet  nayê destpêkirin û dest pê nakin. Pêwîst e rayedar li dijî vê yekê hêstiyar tevbigerin û ji bo paqijiya golê seferber bibin. Divê herikandina sereban ya golê bê sekinanadin. Ji ber ku ev hem zindiyên di nava ava golê de, hem avê qirêj dike û hem jî mirovan jahrî dike. Divê bi lez û bez li golê paqijiyeke mezin bê destpêkirin.