Bi dehan donum zevî ji şewatê bi bandor bûn 2019-06-17 12:24:32   MÊRDÎN - Duh li Geliyê Cehennemê pevçûn derket û piştî pevçûnê şewatê rû da bû. Gundiyan ligel hemû astengiyan jî bi hewldanên xwe şewat vemirandin.    Li Çiyayê Gabar ê ku dikeve navbera navçeya Kerboran a Mêrdîn û navçeya Hezex a Şirnexê, duh şer û pevçûn derket û serpelekî jiyana xwe ji dest da. Pevçûna duh rû da li Geliyê Cehennemê zêdetir bû.     Piştî pevçûnê, li daristanên derdora gundên Gizrî û Xenduk şewatê rû da. Rayedarên leşkerî bi hinceta “Ewlekariyê” mudaxileya şewatê asteng kirin. Li ser balavbûna şewatê, welatiyên gundên derdorê li hev kom bûn û ji bo vemirandina şewatê ketin rê û gehiştin gundê Xenduk. Welatiyan ligel astengiyên leşkeran jî, bi derfetên xwe mudaxileyî şewatê kirin.    Di encama hewldana zêde ya gundiyan de, şewat hat vemirandin. Li aliyê din, nêzî 60 donim erd ji ber şewatê zirar dît.