Pispor Goknur Yumuşak: Şîrket qezenc dikin, cîhan jî qirêj dibe 2019-06-15 09:19:00   ÎZMÎR - Pispora Çandiniyê Goknur Yumuşak diyar kir ku di salên pêş de wê şerên av û tov li cîhanê derkevin û dibe ku hewayek paqij û avek paqij li cîhanê nemîne, divê li her derê cîhanê parêzvanên jiyanê bibin yek.   Pispora Çandiniyê Civaknas Goknur Yumuşak daxuyakirin ku di cîhanê de zindiyê herî zêde zirarê dide xwezayê mirovin û got zirara tê dayîn, hîna di asta ku dikare lê vegere û got herî zêde bi sotemeniyên fosîl û dermanên çandinî zirarê dide xwezeyê.    ‘Santralên termîkê gelek qirêj dikin’   Goknurê bi lêv kir ku di salên pêş de wê şerên av û tov li cîhanê derkevin û dibe ku hewayek paqij û avek paqij li cîhanê nemîne. Goknurê wiha got: “Greta Thunberg yê 15 salî li Swêdê dest bi çalakiya bêîtîatiya sivîl kir û cîhan xist tevgerê. Ev ji bo mezinan mînakek bi nirxe. Divê li her derê cîhanê parêzvanên jiyanê bibin yek. Li Tirkiyeyê sotemeniyên fosîl pisgirêkek mezin e. Mînak li santralên termîkê yên Elbîstanê her carê unîteyên nû tên zêde kirin. Lê divê ew der bê girtin. Welatiyên Elbîstanê mirinan wek emrê Xwedê dibînin û tu hestiyarî tune. Mixabin li cihên din jî hestiyariya xwezayê tune.”   'Bermahiyên jehra çandiniyê li her derê cîhanê belav dibe'   Goknurê diyar kir ku Bendava Ilisu ya Heskîfê di bin avê de dihêle û projeyên din yên wek vê, polîtîkin lê muxalefeta Tirkiyeyê li ser kaxizê maye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em duyemîn welatê mezin yê cîhanê ku hesin û çelîk hildiberîn in. Em van hemûyan dişînin derveyê welat. Enerjî tê hilberandin û ev jî hevsengiya ekolojîk xera dike. Enerjî ji bo kê tê hilberandin? Ji bo ronîkirina baxçeyan, AVM û malîkaneyan enerjî bi awayekî hov tê bikaranîn. Pirsgirêka esas nebûna polîtîka me ya enerjiyê ye. Ji ber hegemonyaya ku sektora dermanan a şîrketên netewî ava kiriye, bermahiyên jehra çandiniyê li her derê cîhanê belav dibe."   'Divê em bibêjin bes e'   Goknurê, bal kişand ser dermanên çandiniyê û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Li Tirkiyeyê jî li gelek deveran dermanên çandiniyê yên bên kontrol û hatine qedexekirin tên bikaranîn. Ev derman ji axê û avê derbasî bedena me dibin û rê li ber nexweşiyê cidî vedike. Ger em nebêjin ‘bes e’ wê dema cîhanê jî têk biçe. Lê tevî her tiştî hêvî heye. Ger mirov bên cem hev û hêza xwe bikin yek wê gelek tişt biguherin. Divê em bi zarokên xwe re dakevin qadan. Gel 500 hezar kes li qadan bên cem hev wê gelek tişt biguherin. Her wiha divê qanûna hejmar 5554 bê rakirin. Şîrket qezenc dikin, cîhan qirêj dibe.”