‘Amed bi Sûrên xwe bi wate ye’ 2019-06-12 09:17:22   AMED - Şûnwarnas Nevîn Soyukaya bal kişand ser qetlîma çand û dîrokê û destnîşan kir ku Sûrên Amedê ne li gorî xwezaya xwe û bi awayekî otantîk nehatine restorekirin. Her wiha şêniyên li Sûrê dijîn jî wiha gotin: “Amed bi Sûrên xwe bi wate ye.”   Dîroka ku çanda resen ya gel dide aşkerekirin û diparêze; Sûrên Amedê tên tûnekirin. Sûrên Amedê heta niha rastî gelek êrîşên desthilatdariyê hatine û li hemberî vê tundîtujiyê jî xwe parastine. Lê mixabin piştî êrîşên salên borî yên têkoşîna ji bo xweseriyê û şûnde di bin navê restorekirinê de bi betona ku ji rêzê hatiye rijandin re, Sûr ji xwezaya xwe hatine dûrxistin. Şûnwarnas (Arkolog) Nevîn Soyukaya bal kişand ser restorekirina Sûrên Amedê û diyar kir ku Sûr li gorî xwezaya xwe ya otantîk nehatine restorekirin. Her wiha şêniyên li Sûrê dijîn li dijî vê texrîbatê nerazîbûn nîşandan û gotin ku Amed bi sûrên xwe bi wate ye.    ‘Wezareta Turîzmê berpirs e’    Nevîn diyar kir ku Sûrên li Amedê li gorî qanûna 2863’an di bin ewlehiya  heyînên çand û xwezayî de tên parastin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi serlêdana rêveberên xwecihî ya ji bo UNESCO yê, di sala 2015’an de daxwaza ku Sûr bikevin nav Mîrasa Çandê ya Cîhanê pêk hat. Baxçeyên Hewsel û Kelaha Amedê wekî Mîrasa Çandê ya Cîhan hat tomarkirin û ket bin ewlehiya navneteweyî. Li gorî biryara navneteweyî Wezareta Turîzmê ji parastina Surên Amedê û Baxçeyên Hewselê berpirsiyar e.”   ‘Dîrok hat qetilkirin’    Nevîn, diyar kir ku ger baş bê dîtin, Sûr, hûndirê Sûrê, Hewsel, geliyê Dîcleyê ji sala 2015’an ve rastî talan, xirabkirin û tûnekirinê hat û wiha axivî: “Sûr, bi awayekî plankirî û pergalî hat xirakirin. Sûr, bi awyê ku xwezaya wan bê parastin a otantîk û çandî nehat restorekirin. Ev darbeyeke giran li hemberî mîras cîhanê ye. Bi taybetî jî tûnekirina Bircên Ben û Senê jî divê em di nava vê çarçoveyê de şîrove bikin. Her çiqasî xirakirina wê bi barîna baranên zêde re hatibe girêdan ji, di dema xwe de heta niha nehatiye parastin. Terkî qedera xwe hatibûn, ji ber wê yekê dîrokek hat qetilkirin. Gelek cihên Sûrê ji bi heman xetereyê re rû bi rû ne.”   ‘Qetlîma çand û dîrokê pêk hat’    Nevîn bal kişand ser restorekirina Sûrê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di sala 2014’an de endamên  UNESCO/ICOMOS  hatibûn Amedê. Di derbarê restorasyona Sûrê de raporek hatibû amadekirin. Li gorî raporê, ew xebatên restoreyê şaş hatibûn pênasekirin û ji bo Wezareta Turîzmê planek hat amadekirin. Wezaretê jî ji UNESCO re ragihand ku wê li gorî planê wan restore bê kirin. Lê belê dîsa tiştên ku hatî plankirin xelet hat kirin. Di wê demî de Birca Ben û Senê hatibû raporkirin ku bi lezgînî divê were restorekirin. Lê belê bi tu awayî negirtin bin ewlehiyê. Cardin ji geliyê Dîcleyê heta deriyê Sûran bi betonan ser hat girtin. Em dikarin vê yekê wekî qetlîama çandî û dîrokê bi nav bikîn. Ji ber ku bi awayekî plankirî ji xwezaya wê dûr xistin. Deverên weke Flora û Fauna yên ku cihê gelek cûreyên ajalan e, hatin tûnekirin. Wê ji gelek cureyên çûkan re û kûsiyan re bibû cih û war. Qutkirina ava Dîcleyê bû sedema qetlîama cureyên van lawiran ji.”   ‘Raporên xapînok şandin’    Şûnwarnas Nevîn, bal kişand ser parastina berhemên dîrokî û wiha nerînên xwe anîn ziman: “Divê em vê pirsê ji xwe bikin ka divê berpirsyar çi bikin? Ev mîrateya cîhanê ye ji sala 2016’an vir de ji hêla Wezareta Bajarvaniyê ya Der Dorê ve bi tu awayî xebat nehatiye meşadin. Mixabin Wezareta Çandê jî di wê rewşê de xebatên pêwîst nekirin û ji bo UNESCO ji raporên xapînok şandin. Divê hevrêyên me, hemû zanyar, mirovên bi pîşe ku di ferqa vê qetlîamê de ne, bi hev re bi mafê xwe yê demokratîk bibêjin êdî bes e.”   Şêniyên Sûrê nerazîbûn nîşan dan    Bi xirakirin û talanan re dîwarên Surê bû avahiya çaygehan û di bin berjewendiyên kesan de tên bikaranîn. Her wiha bi çêkirina avahiyên TOKÎ’yê re xwezayê vê hat texrîpkirin. Şêniyên li Sûrê dijîn li dijî vê texrîbatê nerazîbûn nîşandan. Sultan Çevîk diyar kir ku Amed bi dîroka xwe re heye, çawa bûye bila wisa be û bi navê restoreyanê bila wan ji rastiya wê dûrnexin.     Gulten Alktaş, destnîşan kir ku Sûr bê tûnekirin wê Amed ji tûne bibe û wiha got: “Bi Sûran re xanî ji hatin xirakirin. Xwecihê wan bi van êrîşan re koçber bûn. Em ji dîrokê û xwezaya xwe hatin dûrxistin.    ‘Divê Sûr neyê xirakirin’   Hecîxanim Uskuçag jî diyar kir ku heta ji kesan re dibê cihê kar, bila bibe pêşangeha berhemên dîroka  Amedê.    Fatma Balkesen jî nerazîbûna xwe da nîşandan wiha got: “Bi restoreyên şaş Amed ji xwezaya xwe neyê dûxistin. Em bi Amadê re ciwanin û Amed jî bi sûran bi wate ye."    Turkan Yarar jî di axaftina xwe de bal kişand ser Sûrê û wiha axivî: “Dema em li bedena Sûran temaşe dikin em demboriya xwe dibînin, her ku ez li vir rûdinim bêhna min fireh dibe. Divê Sûr neyê xirakirin.”