Dîroka girtina qapaxên Bendava Ilisuyê hat taloqkirin 2019-06-11 12:08:00   ÊLIH - Diroka girtina Qapaxên Bendava Ilisûyê ya wê hemû navçeya Heskîfê di binê avê de bihêle ku li bendê bû di 10'ê Hezîranê de bên girtin ji ber "Testê" û "soza ku dan Iraqê a wê demeke din jî av neyê çikandin" nehatin girtin.    Ji ber Bendava Ilisû ya lêkirina wê dewam dike, navçeya Heskîfê ya Êlihê ku xwedî dîrokek 12 hezar salane wê dibin avê de bimîne. Çawan ku av di bendavê de bê komkirin, li gel Heskîfê, Çemê Dîcle û 199 cih û war wê di bin avê de bimînin. Ji bo welatiyên Heskîfê li qûntara Çiyayê Raman ciwarbûn hat avakirin. Di civîna koordînasyonê ya berî li navçeyê hat lidarxistin de, hat aşkere kirin ku kar û barên valekirina cih û waran wê di navbera 15’ê Gulan û 15’ê Hezîranê de, bê tamamkirin. Lê ji ber ku binesaziya cihê nû yê welatiyan temam nebûye, malên li Heskîfê nehatin valakirin.       Heta demekê dê qapax neyên girtin   Serokê Giştî yê AKP’ê û Serokomar Tayyîp Erdogan, di axaftina xwe ya berî hilbijartina 31’ê Adarê kir de, dabû diyarkirin ku Bendava Ilisû ji sedî 98 temam bûye û wê di 10’ê Hezîranê de av lê bê komkirin. Duh li bendê bû ku qapaxên bendavê bên girtin û av bê komkirin. Lê qapaxên bendavê nehatin girtin û hat destnîşankirin ku heta demek dirêj dê qapaxên bendavê neyên girtin.    Li gorî agahiyên rayedarên Karê Avê yê Dewletê (DSÎ), hat diyarkirin ku  ji ber rewşên teknîkî heta demek dirêj jî ne mimkûne ku qapaxên bendavê bigirin.    ‘Bendav temam nebûye’   Raredarekî DSÎ yê din jî, diyar kir ku kar û barên barkirin û tijekirinê yên li Heskîfê hîna temam nebûne û agahiya wê av heta demekê neyê birîn ji bo Hikumeta Irakê hatiye dayîn. Rayedar, da zanîn ku bendav hîna temam nebûye û qonaxa testê ya bendavê dewam dike.