Kana kirêcê ya bê fîltre, jehrê belav dike: Em hewayek paqij dixwazin 2019-06-10 09:16:51   MÊRDÎN - Kana kirêcê ya ji aliyê Nuhoglu Kîreç A.Ş ve di navbera Mêrdîn-Qoserê de tê xebitandin, zirarek mezin dide gel û zindiyan. Kana ku bê fîltre tê xebitandin, bandorek mezin li ser zarokan û welatiyan dikin. Jinan diyar kirin ku êdî bila çareseriyek bê dîtin û hewayek paqij dixwazin.    Kana kirêcê ya ji aliyê Nuhoglu Kîreç A.Ş ya 7 kîlometre ji Mêrdînê dûr e û li ser riya Qoserê ye, 6 sale tê xebitandin û xweza û tenduristiya gel tehdîd dike. Çiyayê lê xebat tê kirin, hemû hatiye parçekirin û riya diçe Qoserê jî bi rîsk e, hem kar û hem jî wesayîtên derbas dibin di bin xetereyê de ne. Kana ku nayê zanîn çend salan îhaleya wê heye, ji bilî xwezayê zirarek mezin dide welatiyên taxa Îstasyonê.    ‘Em hemû jehrî dibin’   Sînem Tekîn a 3 sale li vê taxê dijî wiha got: “Em hemû ji dûmanê jehrî dibin. Em nikarin derkevin ser banê an jî şaneşînê. Em dixwazin çareyek bê dîtin. Me meş û çalakî pêk anîn. Lê kesî tiştek negot. Cihekî paqij li mala me namîne. Em ji vê fabrîqê ne razî ne.”   ‘Bi salane jehrê dikşînin’   Sînemê di berdewamiyê de destnîşan kir ku ev kan zirarê dide hemû nebat û sewalan û got: “Zarokên me hemû bi nexweşiya astimê dikevin. Nikarin derkevin derve û bilîzin. Em cilên xwe dişon radixin piştre hemû reş dibin. Em çûn Walîtiyê lê serlêdan vala derket. Zirarek mezin dide me û xwezayê. Divê demildest çareseriyek bê dîtin.”   ‘Zarokên me bi astimê dikevin’   Halîse Keklîkçî jî bi lêv kir ku ev kan zirarek mezin dide zindiyan û li herêmê nexweşiyên astim, bronşînt û gelek nexweşiyê din zêde bûne. Halîseyê anî ziman ku divê demildest çareseriyek bê dîtin û got ew ji ber dûmanê nikarin li ser banê û şaneşînan rûnin.    Halîseyê wiha dawî lê anî: “Ev kan 8 sale li herêmê di faaliyetê de ye. Bi gotinê em aciz bûn. Ne salek ne du sal. Ev 8 sal in wisa ye. Bi êvaran mirov dibêjin qey berf dibare. Ev 3 sale zêde bûye. Mirov bi şev hev nabînin. Em hewayek paqij dixwazin. Jiyan li vir nemaye.”   Jina bi navê Adule Aburşu jî got: “Sewalên me jehrî dibin û dimirin. Ji ber toza kanê dimirin. Fîltre tune ye em dizanin. Lê me dixapînin û dibêjin me çêkiriye. Em hemû dikuxin. Em êdî nizanin çi bikin. Em naxwazin mala xwe jî bihêlin. Ya bila fîltreyê çêbikin yan jî bila ji vir herin. Êdî bes e.”