Ji ber şewata li Qoserê derket zeviyên çandiniyê bûn xwelî 2019-06-08 11:17:14   MÊERDÎN -Duh di saetên êvarê de li Qoserê li gundeekî ku qada daristanê lê hebû agir bi zeviyên çandiniyê ket û bi dehan donim zevî bûn xwelî.    Duh di saetên êvarê de li navçeya Qoserê ya Mêrdînê li gundekî şewata ku sedema wê nehat zanîn derket û di encamê de 300 donim zeviya ku ceh lê hatibû çandin şewitî. Şewata ku ji ber bayê belav bû di demeke kurt de gîha qada daristanê ku nêzî gund bû.    Mudaxeleya yekem ji aliyê gundiyan ve hat kirin û piştre gundiyên derdorê jî bi traktoran û wesayitên agirkujê jî tevli wan mudaxwele li şewatê hat kirin. Şewata belav bû piştî ku bandora xwe li ser qada daristanê jî kir hat vemirandin.    Pispor diyar dikin ku di mehên germ ên havînê de dibe ku ji ber camên şikestî,  binikên cigareyê û agirê ji bo seyranê tê vêxistin ji bo qadên daristanê xeter in û dibin sedema şewatê.