Di roja Çalakiya Kurevî de li Heskifê hilweşîn didome 2019-06-07 13:18:57   ÊLIH - Li warê dîrokî û çanda 12 hezar salan Heskifê ku di bin bendava Ilisu de tê hiştin, di roja Çalakiya Kurevî de hilweşîn didome.    Warê qedîm û dîrokî yê çanda mirovahiyê ya 12 hezar salan li ser heye, di Roja Çalakiya Kurevî de hilweşîn didome. Li ser banga Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamya û Hewldana Jiyandina Heskifê ji bo Heskifê di navbera 7-8'e Hezîranê de Roja Çalakiya Heskifê hat îlankirin. Di serî de li DYA, Iraq, Îran, Fransa, Tirkiye, Avusturya jî di nade wê li 35 nokteyan ji bo Heskifê çalakî bên li dar xistin.    Di pêşengiya hewldanê de wê saet di 20.00'an de bi tevlêbûna gelek nivîskar û rewşenbiran ji bo Heskifê banga xwedîderketinê bê kirin. Di roja çalakiyê de jî hilweşîna Heskifê didome. Li ser Heskifa hezar salan, dîwarê betonî tên avakirin û maşîneyên kar war û berhemên dîrokî xera dike.