'Divê bikaranîna berhemên plastîk kêm bibin' 2019-06-06 10:39:55   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî lêkolîneke zanyarên Qenedayî mirov her sal bi deh hezaran parçeyên plastîk ên mîkro diqurpînin.   Li gorî lêkolîneke di kovara Environmental Science and Technology  de, ji amûrên lastîkî bigirin heta bi kincên sentetîk, gelek parçeyên lastîkan ku ji berheman tên li ser tenduristiya mirov xetere ne.   Li ser hînbûnên giştî yên ku li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) dijîn lêkolînek hat kirin û hat gotin, her sal bi  giştî 52 hezar parçeyên plastîkê têne qurpandin. Dema ku mirov faktorên girîng ên mîna hewaya qirêjî lê zêde dibe ev digihije heta bi 121 hezar parçeyan.    Di lêkolînê vexwarina avê ya ji şûşeyên plastîkî jî hat destnîşankirin û hat gotin, dema ku mirov avê ji van şûşeyan vedixwe, salê 90 hezar parçeyên din ên plastîkî jî diqurpîne. Di lêkolînê de nehatiye diyarkirin bê ka ev parçeyên plastîkî yên ku têne qurpandin bi çi astê bandorê li ser tenduristiya mirov dike, hat diyar kirin ku parçeyên ji 130 mîkronî biçûktir bi rehetî dikarin raçîna mirov biguherînin.   Profesorê ekolojiyê yê Zanîngeha East Angîla Alastaîr Grant diyar kir lêkolîneke teqez tine ku mîkro plastîk ziyanê didin tenduristiya mirovan. Pisporên ku mohra xwe li ser lêkolîna li Qenedayê dana dibêjin a girîng ew e ku çi qas parçeyên plastîk digihin ser kezebê û mîdê. Pispor dibêjin tekane rêya kêmkirina van rîskan ew e ku mirov tiştên plastîkî zêde bi kar neyîne û hilberandina wê kêm bike.