Ji bo Heskîfê banga çalakiya kûrewî hat kirin 2019-06-01 17:19:08     ÊLIH - Saziyên parastina ekolojî û cihên dîrokî ji bo Heskîfê û Geliyê Dîcleyê di bin avê de nemîne banga Roja Çalakiya Kûrewî ya Heskîfê dê di 7-8’ê hezîranê de pêk were kirin.    Tê xwestin bi Bendava Ilisû ya çêkirina wê didome Navçeya Heskîfê ya 12 hezar salî û Geliyê Dîcleyê di bin avê de bê hiştin. Li gorî daxuyaniyên hikûmetê yên fermî dê di 10’ê hezîranê de qapaxên bendavê bên girtin û av pengar bide. Bi vê yeke re dê nêzî 200 wargehên jiyanê di bin avê de bimînin.    Hewldana Jiyankirina Heskîfê û Tevgera Ekolojiya Mezopotamyayê ji bo Roja Çalakiya Kûrewî ya Heskîfê bang kirin. Bi dirûşmên “Deng bide qîrîn û feryada Heskîf û Geliyê Dîcleyê” û “Em xwedî li çand, xweza û dîroka hevpar a mirovatiyê xwedî derkevin” bang hat kıirin û roja çalakiyê jî 7-8’ê hezîranê hat diyarkirin. Di daxuyaniya saziyan de hat destnîşankirin ku piştî çêkirina bendavê ya 9 salan çêkirin xelas bûye û wiha hat gotin: “Bendava li ser Geliyê Dîcleyê tê çêkirin dê tene zirarê nede gelên Tirkiyeyê, di heman deme de dê zirarê bide gelên Iraq û Sûriyeyê jî. Li dijî talankirina Geliyê Dîcleyê û Heskîfê 20 sal in çalakî tên lidarxistin, lê tevî hemû çalakî û nerazîbûna jî dîroka Heskîfê hat talankirin. Projeya Bendava Ilisuyê qirkirina dîrok, çand û ekolojiyê ye.”   'Hewceyî bi têkoşîneke civakî heye'   Di daxuyaniyê de banga ji bo projeya Ilisuyê bê rawestandin û mirovên herêmê zirar nebinin dê çalakî bê lidarxistin û wiha hat gotin: “Dema mirov li biryara DMME’yê ya ji bo Heskîfê dinihêre, hewcehî bi têkoşînek civakî ya ku nehêle Heskîf û Geliyê Dîcleyê di bin avê de bimîne heye. Beriya niha 1’emîn û 2’yemîn Roja Çalakiya Kûrewî ya Heskîfê hatin lidarxistin. 3’yemîn Roja Çalakiya Kurewî ya Heskîfê ku dê li gelek deverên dinyayê bê lidarxistin roja 7-8’ê hezîranê pêk were. Dê rêzeçalakiyên cuda pêk werin. Ji bo Heskîf di bin avê de nemîne û Çemê Dîcleyê azad biherike em ê di 10’ê Hezîranê de jî bi beşdariya gellek saziyên parastina ekoloji û dîrokî û rêxistinên civakî yên sivîl çalakî pêk bînin û em bang li her kesî dikin ku bêdeng nemînin û ji bo Heskîfê gotina xwe bêjin.”