JES li Yilmazkoy wê hem xwezayê hem çandê biqedîne 2019-05-20 09:06:54   AYDINl - Li Gundê ku Elewiyên Tahtaci lê dijîn ji ber çêkirina JES’an gel bi fikar e. Gundiyên Yilmazkoy diyar kirin ku di 10 salan de wê gundê wan hem di alî jiyanê de hem di alî çandê de tune bibe û gotin divê JES bi giştî bên rakirin.   Li gundê Yilmazkoy, Îmamkoy, Dogankoy û Kalfakoy yên kîlometreyekê ji bajarê Aydinê dûr in, ji aliyê Ken-Kîpaş Elektîrîk a Hilberînê ya AŞ ve hatiye dorpêçkirin. Ji 2014’an heta niha bi awayekî dijhiqûqî JES û çal hatin vedan û hat xwestin ku li kanalên avê yên bin kontrola DSÎ de borî bên raxistin. Welatî li pêş şîrketê bûn asteng û der barê 11 saziyan de daxwazname dan.    Şîrketê xwest li parsela hejmar 49 santralê ava bike û gundiyan ji bo betalbûna ÇED’ê doz vekir û bi ser ketin. Li ser vê serî li riyên din dan. Şîrket avên jeotermal yên derdixe, dixwaze ji riyên navber bibe û piştî şaredariya bajarê mezin a Aydinê erê nekir, bi protokoleke midûriyeta giştî ya DSÎ, biryar girtin ku boriyan di kanalên avê de derbas bikin.    Her wiha welatiyan bi daxwaznameyê serî li 11 saziyî da. Welatiyên li Yilmazkoy dijîn, diyar kirin ku bi şev vanayan vedikin, gaza jehrî li hewayê belav dikin û gotin ew naxwazin ji gund koç bikin û gotin boriyên ji derve ne jî xetereyê belav dikin. Jina bi navê Fatma Dîlek wiha got: “Jehr heta hundirê mala me tê. Em nexweş dikevin. Bûyerên pençeşêrê zêde bûne. Baxçeyê kê nizanim bi çiqasî difroşin kê. Darên zeytûnan hatin birîn. Nêzî 100 darên zeytûnan, 300 darên fêkî hatin birîn.”   ‘Dijhiqûqî didome’   Nergîs Şahan jî destnîşan kir ku hinek kes hatine tirsandin û niha kes zêde îtîraz nake û ev tişt anî ziman: “Di destê me de raporê neyînî yên ÇED’ê hene lê vê pêşî lê negirt. Guhdar nakin. Em ê 10 sal şûnde gund terk bikin. Ev ne ji bo fêdeya me ye. Hêjîr û zeytûn hişk bûn. Derya Uzen jî wiha got: “Bîhnek pîs dertê. Em nikarin bîhna xwe bigirin. Em ji hewaya paqij hatin gund. Lê JES heye. Em vê naxwazin. Gullu Can diyar kir ku wê gundê ku gundê Elewiyên Tahtacî ne 10 sal şûnde vala bibin û her wiha JES wê rê li ber tunebûna çand û xwezayê vebike.