Geliyê Çemê Cehnemê bi xweşikahiya xwe li bende ziyaretvanan e 2019-05-03 09:21:56   ŞIRNEX - Geliyê Çemê Cehnemê yê li Hezexê ye û bi xwezaya xwe her kesî matmayî dihêle, bi germbûna hewayê re bi rengê kesk xemilî.  Geliyê ku di çapemeniya alîgir de her tim wek herêma operasyonê tê nasîn, hemû kesî heyran dihêle.   Geliyê Çemê Cehnemê ya li Hezex a Şirnexê ye bi salan e li bende kifşkirinê ye û bi hatina biharê re bi rengê kesk xemilî. Geliyê li kontarê çiyayê Gabar e bi bilindahî û dîmenê xwe her kesî heyran dihêle, îsal eleqeya li hember Geliyê Çemê Cehnemê gelek zêde ye. Geliyê di navbera 2015-2016’an de wek ‘herêma ewlehiya taybet’ hat îlankirin, niha bi germbûna hewayê re rastî eleqeyek mezin tê.   Çemê Cehnemê hewcedariya ava Hezex û gundê wê jî peyda dike.  Gel bi derfetên xwe xortim xistine çem û 4 demsalî ava xwe ji wir digirin.  Gundî erdên xwe jî pê av didin.   Ji ber pevçûnan bêkes ma   Gelî di navbera 2015-2016’an de ji ber pevçûnên li navçeyê, ji aliyê leşkeran ve lê nokteyên kontrolê hatin avakirin. Li Gelî şikeftên dîrokî jî hene.  Piştî qedexeyê gel wek seyrangehê bi kar anî.  Niha ji her derê herêmê gel eleqeyek mezin nîşan dide.