Li qada SÎT kolandin qediya: Gundiyên daxwazname dan rastî tehdîda leşkeran hatin 2019-05-01 09:09:49   ŞIRNEX - Li Silopiyê li qada SÎT a asta 2’emîn kolandina ji bo mewziya leşkerî dihat kirin bidawî bû. Gundiyên bertek nîşanê kolandina bi kepçeyan li Hoyuka Yankale ya ji Asuriyan mabû, dan û hat îdiakirin ku gundî hatine tehdîdkirin.   Li mezraya Basorîn ya gundê Rihaniyê ya Sîlopiya Şirnexê, gir ji aliyê midûriyeta Parastina Hebûnên Çandî ya Amedê ya Wezareta Çand û Turîzmê ve di sala 2014’an de wek qada SÎT a asta 2’emîn dihatin qebûlkirin, ji aliyê leşkeran ve bi hinceta ewlehiyê dihat kolandin. Tevî ku mewziyek nêzî wê bû jî ji bo nokteya ewlehiyê kolandin hatin kirin û vê rê li ber bertekên gundiyan vekiribû. Tevî bertek û daxwaznameyên gundiyan, hat hînbûn ku qada dîrokî ji aliyê leşkeran ve hatiye girtin.   Dora girikê bi mewziyê hat girtin   Der barê kolandinê de me bi arkeologên Midûriyeta Parastina Qada SÎT a Amedê ve hevdîtin kir û îfadeyên wekê ‘Li qada SÎT a asta duyemîn a Arkeolojîk nikare kolandin bê kirin. Serî muze, şaredarî an jî qeymeqamtiyê bidin. Bi kelepçeyê bi tu awayî nikare kolandin bê kirin. Divê hun serî li şaredarî an jî KUDEP’ê bidin.’ Tevî hemû îtîraz û biryara midûriyeta parastinê jî kolandin hatin qedandin û dora hoyukan bi meziyê hat girtin.    Gundî hatin tehdîdkirin   Piştî biryarê welatî hatin cem hev û çûn qeymeqamtiyê, ji bo rawestandina hoyukê daxwazname dan. Lê hîna bersiva gundiyan nehatibû,  xebat hatin qedandin. Gelê herêmê ku bertek nîşanê rewşê da banga hestiyariyê li rayagiştî kirin. Ligel vê hat hîn bûn ku leşkeran welatî û keyayê gund bi gotina ‘We çima daxwazname da? Kê ji we re tiştekî wisa got. Hun carek din bikin em ê bibînin.’ tehdîd kirine.   Der barê rewşê de parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş pêşnûmepirs dabû meclîsê.