Li Çemê Dîcleyê li aliyekê şolena dîtbarî û li aliyekî jî xetere heye! 2019-04-29 09:09:10   ŞIRNEX - Çemê Dîcle yê ji Cizîrê derbas dibe, bi barana Nîsanê re, rêjeya wê zêde bû û bi vê re jî xetere dertê holê. Ligel vê bi dîmena xwe ya bi heybet her kesî heyran dihêle.   Çemê Dîcle ya ji navçeya Cizîr a Şirnexê derbas dibe û heta aliyê din yê sînor derbas dibe, bi barana Nîsanê re rêjeya wê ya avê zêde bû. Çemê bi barana tûnd re ava wê zêdebû, dîmenek gelek xweş derdixe holê û li aliyê din jî bi axa û keviran rîskê ava dike.   Piştî qeyûm tayînê şaredariyê bibû şûnde ji aliyê Midûriyeta Herêmî ya 10’emîn a Karê Avê ya Dewletê (DSÎ) li dora çem perava 16 kîlometreyî û terasa temaşekirinê hatibû çêkirin. Perava Çem ya bi çêkirinê re demek dirêj di çapemeniyê de cih girt, bi gotinên wekê ‘Berê bûyerê fetisandinê dihat jiyîn, ji ber kanalîzasyon û kanên xîzê bêhn jê dihat. Niha ev der bû perava 16 kîlometreyî û terasa temaşekirinê’ ji gel re hatibû nasandin.    Bi baranê re têk çû!   Perava ku çêkirina wê di Kanûna 2017’an de hat destpêkirin û 6 mehan berdewam kir, piştî temam bû hejmara kanên xêz jî zêde bûn. Bi zêdebûna kanên xîzê re li Çem hejmara mirinan jî zêde bû. Perava ku qeyûm her tim pê pesnê xwe dida jî bi ava baranê re têk çû. Aliyekî parka di nav Birca Belek de jî bi baranê re têk çû. Piştî şemitîna axê, di bin navê ewlehiyê de li herêmê tenê bendek hat kişandin û roj bi roj tê dîtin ku derizîn zêde dibin. Welatî ji ber vê rewşê bi fikarin û dixwazin tedbîr bên girtin.   Rojê borî de dora çem ji aliyê gel ve rastî eleqeyek mezin tê. Çemê bi nêzîkbûna bedenan re dîrokê jî digire nav xwe, bi dîmena xwe hemû kesî heyran dihêle.