Mezopotamya bi hatina biharê ji kulîlkên rengîn re malovaniyê dike 2019-04-24 09:07:21   Hamdiye Çîftçî   COLEMÊRG - Axa Mezopotamyayê ku bi hatina biharê re ji kulîlkên rengîn re malovaniyê dike, hêviyan şîn dike û bîhna xwe li dora xwe belav dike.   Kûlîlk pir caran bûye dermanê nexweşan, bîhna wê ji helbestkar û wênexêzan re bûye çavkaniya îlhamê, sembola xweşikahî û hezkirinê, wek sîmgeya hezkirin, hestiyarî û êşê jî hatiye dîtin. Li axa Kurdistanê bi hatina biharê re dibe navê xweşikahiyek bi heybet. Kûlîlkên rengîn yn li axa Mezopotamyayê zindî dibin, tevî şertên dijwar ên zivistanê zindîbûn û rengên xwe dan xwezayê.   Kulîlkên bi taybet li Colemêrg û herêmê şîn dibin, çiya, zinar û keviran diqelişên û bi dîtina rojê re rûyê xwe didin der. Gelek cureyên kulîlkan bîhn û rengên cuda bixwe re dihewînin, dîmenekî gelek xweş ava dikin.