Kereng û stîrî li ser tezgahan cihê xwe girt 2019-04-22 09:06:33   WAN - Kereng û stîrî ya li zozanên Derecîk a Colemêrgê tê komkirin, li bazarên taxê li ser tezgahan cihê xwe girt. Gel eleqeyek mezin nîşanî nebatên ji bo tenduristiyê baş e, dide.   Li navçeya Derecîk a Colemêrgê li zozanan nebatên wek kereng û stîrî bi germbûna hewayê re derketin.  Nebatên tên komkirin li Wanê li bazaran derket ser tezgahan. Kereng hema hema li ser her tezgahê cihê xwe girt û fêdeyên wê jî gelek zêde ne. Kereng ji ber diriyên wê hene, komkirina wê jî zehmet e û  di nav gel de wek dermanê pençeşêrê tê zanîn. Kîloyê kerengê bi 10 TL tê firotin.   Di gelek xwarinan de tê bikaranîn   Sarya Işik destnîşan kir ku ji bo kerengê bikire hatiye bazarê û got: “Em di gelek xwarinan de kerengê bi kar tînin. Em dikin cacik û selete. Her wiha em diqelînin jî. Em hêkan bi ser de dikin. Nebata stîrî jî di xwarina gelêrî a Wanê keledoş û girar de tê bikaranîn.”   Saryayê bi lêv kir ku kereng ji bo nexweşiyên weke rovî, gurçik û pençeşêrê baş e û got hema hema li hemû zozanan şîn dibe û ji ber ji bo tenduristiyê jî baş e gel pir dikire.