Ruyê tarî yê Îzmîrê: Ekolojiya ku kirine qurbana rantê 2019-04-21 09:04:15   ÎZMÎR - Seroka ÇMO'yê Helîl Înay Kinay da zanîn ku bi projeyên pêk tînin ekolojiyê dikin qurbana rantê, Îzmîr nasnameya xwe winda dike û got: “Biryarên rêveberiya navendî û herêmî bi hev re dikevin naqokikiyê. Saziyên civaka sivîl û odeyên pîşeyî tevlî pêvajoyên biryarê nabin.”   Seroka Odeya Endezyarên Hawirdorê (ÇMO) Helîl Înay Kinay der barê pirsgirêkên bajar de axivî.Helîlê da zanîn ku ew li bajarên paqij û bi tendurist yên ava vexwarinek paqij tune, pergala kanalîzasyonê tune û çopa wan nayê komkirin, nikarin bijîn û got mafê jiyanê yên derdoreke paqij ya di destura bingehîn de jî tê gotin, tê binpêkirin. Helîlê destnîşan kir ku qadên ku divê dewlet biparêze, gel diparêze.   Helîl di berdewamiyê de ev titş got: “Ji sedî 25 ava li Tirkiyeyê tê parzûnkirin. Ev av li Îzmîrê jî tê parzûnkirin. Lê plansaziya hawirdorê ya nayê kontrolkirin binesazî qels kiriye. Harmandali qada depokirina projeya bi pergal a ewil e. Lê ji ber polîtîkayên şaş, di nav bajar de maye û têk çûye.”   ‘Havzayên avê qirêj bûn’   Helîlê ev tişt daxuyand: “Kargeh lêgerîna madena zêr ên Bergama û Efem Çukuru, madena nîkelê ya bi sulfurîk asîtê dikin. Ev kargehên Turgutlu Çaldag û Gordesê, maden û sanayiya li Uşak Kişladagi bi rîskin. Menderes a Mezin, Menderes a Biçûk û çavkaniyên li havzaya Gedîz hatin qirêjkirin û têkçûne. Erd û sewal jî ji vê bi bandor dibin. Ev jî ruyê tarî yê Îzmîrê ye. Her wiha îtîrazên ji bo raporên ÇED’ê jî pêvajoyên bi bandor diafirîne.”   ‘Îzmîr bi bermahiyên nuklerê dijî’   Helîlê bi lêv kir ku Îzmîr bi bermahiyên nuklerê yên Gazîemîrê re dijî û got: “Di 2007’an de hatibû gotin ku Îzmîr bajarekî Tirkiyeyê yê dikare lê bê jiyînê ye. Di 2017’an de dîsa hatibû rojevê, lê mixabin hîna bi bermahiyên nuklerê dijî. Projeyên veguhestina bajarvajî veguherîne veguhestina rantê. Ne guherîna bajarî ya rantê pêk hat. Bajar veguheriye şantiyeyê. Bajar bi bînayên bilind dibe nasnama xwe winda kiriye.”   ‘Allîoî bû qurbana bendavê’   Helîlê di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku bajarê antîk yê Allîanoî bi çêkirina bendavê re bûye qurban. Helîlê her wiha da zanîn ku divê rêveberiyên herêmî tevlî biryaran bibin û got projeyên navendî û herêmî ji hev cuda ne.