Heybeta xwezayê ya bi barana Nîsanê re derket holê 2019-04-18 09:04:52   Medîne Mamedoglu   AMED - Li Farqînê bi hatina biharê re xweşikahiyek bi heybet derket holê û sûlava bi ava berf û baranê xwedî dibe, bi dîmena xwe mirovan matmayî dihêle.   Amed ya ku bi dîrok û xwezaya xwe mirovan matmayî dihêle, bi barana Nîsanê re sûlav jî gelek xweş dibin. Li gundê Sexte ya Farqînê Sûlava ku çavkaniya xwezayî ya avê ye, cihekî bi heybete. Sûlav di nav rezên aydê gunde ye û dîmena wê wek qertpostalê ye.   Ava diherike jiyanê dide rez û baxçeyan   Bi barana ku dibare re ava ji çeman diherike, rêjeya avê bilind dike û sûlav jî coşa xwe zêde dike. Sûlav ji ber bi ava berf û baranê xwedî dibe, demsala havînê ava wê kêm dibe. Sûlava ji gundiyan re malovaniyê dike, ji lûtkeyên çiya diherike Deşta Êlihê. Rez û baxçeyên gundiyan bi vê avê şîn dibin. Dîmenê sûlavê her kesî heyranê xwe dihêle.