Biryara valakirina 9 bajaran hat dayîn 2019-04-06 12:52:53   NAVENDA NÛÇEYAN - Ji ber lehiya ku çend roje radibe, biryara valakirina 9 bajarên parêzgeha Xuzistanê ya li başûr rojavayê Îranê hat dayîn.   Li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê ev çend rojin baran dibare û ji ber lehiya radibe, heta niha gelek ziyan çêbûye. Ji ber metirsiya lehiya ku çend roje radibe, biryara valakirina 9 bajarên parêzgeha Xuzistanê ya li başûr rojavayê Îranê hate dayîn.  Daxwaz ji şêniyên 9 bajaran hate kirin ku demildest derkevin.   Bajarên Xuzistanê yên biryara valakirina wan hatiye dayîn evin 4 bajarên li deşta Azadgan, Susengird, Bustan, Ebuhemîze û Kut, bajarê Refîh ê li herêma Hewîze, bajarên Hemîdiye, Gurye, Darxwîn û Ilhayî ne.   Li gorî pêşbiniyên Hewanasiya Îranê dê îro pêlek din a baranê destpê bike. Ji derveyî bajarên Rojhilatê Kurdistanê herêm bakur û navenda Îranê jî digire û heta sibe dê berdewam bike. Niha herî zêde metirsî li ser parêzgeha Xuzistan a dikeve başûr rojavayê Îranê heye. Bi taybet cihên ku nêzî rûbarên Diz û Karwin. Herwiha metirsiya lehiyê hîn li ser hinek herêmên Parêzgeha Loristanê ya li Rojhilatê Kurdistanê maye û hinek gund di dorpêşa lehiyê de ne.   Heta niha baran barînê ziyan gihandiye 23 parêzgehên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê. Navendên fermî yên Îranê 71 kes jiyana xwe ji dest dane. Lê, li gorî daneyên ne fermî herî kêm 200 kesan ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest dane û gelek kes ji birîndar bûne.