‘EBRD bila piştgiriya ji bo şîrketên maden û enerjiyê bibire’ 2019-03-09 09:18:49   AYDIN - Komeleya Parastina Hebûnên Çandî û Xwezayî ya Kazdagi, ji Bankaya Pêşvebirin û Îmarê ya Ewropayê re daxwazname nivîsî û daxwaz kir ku dema krediyê didin bila li gorî rêbazên xwe tev bigerin û ji bo preojeyên xwezayê texrîb dikin, krediyê nedin.   Komeleya Parastina Hebûnên Çandî û Xwezayî ya Kazdagi, ji Bankaya Pêşvebirin û Îmarê ya Ewropayê (EBRD) re daxwazname nivîsî. Di lîsteya projeya ku banka krediyê didê, razemeniyên enerjiyê, faaliyetên madenê, qadên çandinî, sanayî û bankayê hene. Komeleyê di daxwaznameyê de da zanîn ku divê îlankirinên civînan bi Tirkî bê nivîsîn, dema kredî tê dayîn texrîbata xwezayê li ber çavan bigire, piştgiriya ji bo hinek projeyên maden û enerjiyê şûnde bikşîne.   ‘Banka rêbazên xwe pêk nayne’   Seroka Komeleyê Suheyla Dogan dsetnîşan kir ku tevî ku gelek rêbazên bankayê hene, dema krediyê dide yekî jî pêk nayne û wiha got: “Projeyan yek bi yek dinirxînin lê li bandora yekî jî nanêrin. Li Egeyê tenê jeotermalek krediya wê dan. Lê gelek JES hene. Nanêrin ku wê bandora wan li hev çi be. Banka dem a li van dinêre divê li van baldar be. Bila krediyê nedin projeyên derew, talan û komkujiyan. Dewlet piştgiriyê dide komên sermayedar. Ji ber krîza çavkaniyê heye. Heta ji destê wan tê hewl didin çavkaniyan bibînin. Razemeniyên enerjiyê jî ji van yek e.”