Ji bo jinan giya hem derman û hem jî debar e 2019-02-25 09:02:19   Rojda Seyidxan - Diyana Mihemed   QAMIŞLO - Jinên bajarê Qamişlo bi giyayê ku kom dikin hem xwarinê çêdikin û hem jî derman çêdikin. Jinên ku ji xwezayê giya kom dikin ji ajansa me re axivîn.    Ji dema berê û heta niha jin ji bi giyayê ku ji xwezayê kom dikin hem debara xwe dikin, hem dikin xwarin û hem jî ji bo tendiristiye her cure derman ji giyayê şîn ê cur bi cûr çêdikin. Jin ji giyayê wekî tolik, qinêber, stirîzerk û xerdelê didin hev û ji  van giyayan  dermanên nexweşiyên wekî nexweşiya şekir, tansyon û gurçikan amade dikin.   Jinên ku ji giyayê cur bi cur derman çê dikin bi tenê jî namînin ji giya xwarinên ku mirov ji ekl û tama wan têr nabe jî çêdikin û  hin jin bi giyayê ku ji xwezayê top dikin ku dibin li bazaran difiroşin debara xwe jî dikin.    'Şînahî derman e'   Ji van jinên ku bi her awayî pêdiviyên xwe ji xwezayê pêşwazî dikin yek jê jî jina bi navê Helîma Mezlûm a bi temenê 46 salî ye ku ji me re bahsa girîngiya şînkahiyê kir. Helîma wiha got:" Di zivstanê de baran dibere û şinkahî pir çêdibe weke tolik, qinêber, stirîzerk û xerdel. Ev giya dermanê nexweşiyên wekî şekir, tansiyon û girçikan e. Ji ber wê em ji xwezayê didin hev û ji van giyayan hem xwarinê çêdikin û hem jî em wekî derman bi kar tînin."   'Ez ji şînahiyê xwarinê jî çêdikim'   Jina bi navê Wîsal Abdlah ku temenê wê 37 saliye jî wiha got:" Bi hatina biharê re û derketina giyayê şîn ê cur bi cur, ez û cîranê xwe bi hev re derdikevin çolê ji bo ku şînkahiyê ji mal û zarokên xwe re bidin hev û ji wan re bikin xwarin. Ev giya bi taybetî ji bo mirovên bi temen derman e.  Ji bo civaka me jî hem derman û hem jî debar e."