Germava Budakli eleqeyek mezin dibîne 2019-02-16 09:16:21   BEDLÎS - Germava Budakli ya 7 kîlometreyî ji Norşîn a Bedlîsê dûr e, bi ava xwe germ a 30 dereceyî, ji aliyê gel ve rastî eleqeyek mezin tê. Germava ku mehên zivistanê sewalan tînin ser, eleqeya wênekêşvanan jî dikşîne.   Germaya Budakli ya li Gundê Budakli ya Norşîn a Bedlîsê ye, çavkaniya wê Gola Krater a Nemrût e. Bi taybet di demên dawî de ji aliyê wênekêşvanan ve eleqeyek mezin dibîne. Germav a ku havîn-zivistanê tê bikaranîn, ava xwe ya germ a heta 30 dereceyî, dîmenên gelek xweşik derdixe pêşberî mirovan. Gundî di mehên zivistanê de çêlek û hespên xwe jî tînin germavê û li wir dişon.   Germ her wiha ji bo nexweşiya ba, êşa piştê, tansiyon û gelek nexweşiyên din jî şifa ye.   ‘Em ji vir kêfê digirin’   Ji zarokên ku her tim tên germavê Azat wiha got: “Havînê em bi hevalên xwe re tên germayê. Em gelek jê kêfê digirin. Di mehên zivistanê de jî em bi hevalên xwe re hesp û çêlekên xwe tînin vir dişon. Gelek caran em jî bi wan re dikevin avê.”   Germav ji aliyê rayedaran ve nayê parastin û ji ber bêhestiyarbûna kesên tên wir jî her der bûye çop.