Ji Clarayê heta Avestayê: Ji çirûska serhildanê ber bi agirê azadiyê ve (5) 2018-03-05 09:51:50   Çîroka jinên ba li ser porên xwe hîs kirin   NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî 'Şoreşa Îslamê' şûnde jinên Îranê, bûn hedefa otorîteya zextxwir û hemû mafên wan ê hatine bi destxistin ji destê wan hatin girtin. Jinên Îranê tevî hemû zextan dest ji serhildanê bernedan. Jinên Îranê yên mîrateya têkoşîna Mîna Qazî dewr girtin niha ji bo 'ba li ser porê xwe hîs bikin' li her çar aliyê welat çalakiyên 'Çarşema sipî' pêk tînin. Li Başûrê Kurdsitanê jî bi Margaret George Shello re Leyla Qasim û Viyan Soran re navên xwe bi tîpên zêrîn li dîroka jinên kurd nivîsîn û têkoşîn hîna jî tê berdewamkirin.   Li Îran a ku xwedî kevneşopiya herî kevn a cîhanê ye, jin ji bo mafên xwe yên tune hatiye hesibandin bi salan têkoşîn dan.Têkoşînê di alî statu û rolên jinan de guherînên girîng bi xwe re anî û piştî 'şoreşa îslamê' şûnde jinên mafên wan ji dest wan hatin girtin bûn hedefa otorîteya zextxwir. Ewil saziyên jinan hatin girtin, piştre destmal (serîgirêdan)  li jinan ferz kirin. li dijî vê jin daketin kolanan û çalakî pêk anîn.  Têkoşîna jinan a li Îranê îro bi çalakiyên 'çarşema spî' didomin.   Di dema Şah de mafê destberdanê dan jinan   Di sedsala 19'emîn de li Îranê tevgerek jinan a zindî û tevlîbûna siyasî hebû. Di navbera 1906-1911'an de  di dema reformên destura bingehîn de jin tevlî van reforman bûn.  Di 1925'an de Riza Han Şah hat hilbijartin û di 1927'an de tac da serê xwe û xanedana Pehlewî ava kir. Di 1928'an de meclîsê qanûna cil û bergên nû derxist. Di 1931'ê de meclîsê qanûnek nû qebûl kir û yekem car ji bo jinan mafê destberdana ji mêran hat dayîn, temenê zewacê ji bo zarokên keç 15 û ji zarokên kûr jî 18 hat diyarkirin.   Çarşef hat qedexekirin   Di 1936'an de Riza Şah, hevjîn û keçên xwe tevlî mezuniyeta Dibistana Keçan a li Tehranê bûn û pêşniyar kir ku hemû jin ser vekirî tevlî merasîmê bibin. Bi vê re jî hat dîstin ku mafên jinan bi awayekî fermî hatiye qebûlkirin. Her wiha çarşef jî di nav gel de ji bo jinan hat qedexekirin.Pergala perwerda neteweyî ya wekhev hat avakirin. Di 1936'an de jinên ciwan yekem car ketin Zanîngeha Tehranê. Jin li zanîngehan tevlî kadroyên akademîk bûn.  Çarşef hat qedexekirin û cil û bergên rojavayî ferzkirin. Riza Şah bi zora polîs çarşefên jinan jê kirin.   Bi şoreşa sipî re mafê dengan dan jinan    Dema Riza Şah di 1941'ê de qedya û kurê wî Muhammed Riza Şah Pehlevî derket ser textê. Di 1962'an de bi piştgiriya DYA'yê re bi navê 'Şoreşa Sipî' bernameya modernbûn û pêşketinê hat destpêkirin. Di 1962'an de mafê dengan dan jinan. di 1968'an de Qanûna Parastina Malbatê hat derxistin. Bi qanûnê re mafê temenê zewaca zarokên keç derxistin 18'yî.  Pir zewacî hat sînorkirin û ji bo destberdanê jî ferzkirin ku jin û mêr serî li dadgehê bidin. Zewac bi mehra fermî hatin kirin.  Ji bo jinên hevjînê wan mirine, zarokên xwe bigirin derfet hat dayîn. Di 1975'an de yekem wezîra dewletê a jin hat hilbijartin.   'Piştî Şoreşa Îslamê' saziyên jinan hatin girtin   Piştî ketina Riza Şah, gelek rêxistinên jinan ava bibûn.  Hinek saziyan li welat şax vekirin.  Piştî ketina Musaddik şûnde  polîtîkaya rêxistinbûna jinan a di bin kontrola dewletê de hat şopandin.  Saziyên jinan yên serbixwe hatin girtin û li şûnê Konseya Bilind a jinan hat avakirin. Ev lijne veguhertin Rêxistina Jinên Îranê.Piraniya van saziyan piştî şoreşa Îranê hatin girtin.   Dadgerî ji bo jinan hat qedexekirin, destmal ferz kirin   Di 1979'and e piştî Şoreşa Îslamî ya Îranê ku bi pêşengiya Ruhullah Humeynî pêk hat, jiyana gel bi giştî guherî. Ji ber hukmên şerîatê gelek kesî neçar ma welatê xwe terk bikin. Di 1'ê sibata 1979'an de êdî tu tişt ne wek berê bû. Di 6'ê Adara 1979'an de hat qedexekirin ku jin bibin dadger. Di Nîsana 1979'an de Qanûna Parastina Malbatê hat rakirin. Di daîreyên dewletê nehiştin jin biçin dibistanên normal. Temenê zewaca zarokên keç daxistin 13'yî. Destmal ji bo jinan hat ferzkirin. Ev biryara rojek beriya 8'ê Adarê hatibû girtin, hemû jin di 8'ê Adarê de daxistin kolanan.   100 hezar jin daketin kolanan   Di 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de jin li dijî daxuyaniyên Ruhullah daketin qadan.  Li Tehranê nêzî 100 hezar kes hatin cem hev û ferzkirina destmalê protestokirin.   'Ger destmal ji bo me ferz be, hun jî xwe bigirin'   Di pêşangeha protestoyî de gelek jinên serê wan girtî jî hebûn.  Fikra jinan a hevpar wekheviya jin û mêr bû. Gelek mêran jî piştgirî dan çalakiyê û jinan di çalakiyê de digotin 'gel girtin ji me re ferz be wê demê hun jî xeww bigirin.'   Temenê zewacê daxistin 13'an   Di Nîsana 1979'an de Komara Îslamî ya Îranê hat avakirin û piştî guherîna rejîmê şûnde temenê zewaca zarokên keç di qanûnê de xistin 13 salî û ya zarokên kûr jî daxistin 15'an.    Roja Piştevaniya bi Jinên Îranê re hat îlankirin   Di 2005'an de Jinên Tehranê li ber Zanîngeha Tehranê çalakiyek mezin pêk anîn û daxwaza mafên wekhev kirin.  Roja çalakî pêk hat, wek Roja Piştevaniya bi Jinên Îranê re hat îlankirin. Sala pişt wê jinan dîsa xwest çalakiyê pêk bînin, lê rastî êrîşa hêzên ewlehiyê hatin, 70 kes hatin girtin.  Jinan li ser vê biryara şopandina rêyên cuda dan.   Çalakiyên Çarşema Spî   Jinan di Kanûna 2017'an de li dijî ferzkirina destmalê çalakiyên xwe bi awayên cuda meşandin. Di dema çalakiyan de li Tehranê Vîda Movahed derket qutiya belavkirina ceyranê û ev jî ji bo gelek jinan bû îlham. Ev çalakiya Vîdayê di demek kurt de li hemû Îranê ji aliyê jinan ve hat meşandin. Jinan rojên çarşemê çalakî berdewam kiririn û navê çalakiyan bû 'Çarşema sipî'.   Ji Margaret heta Viyanê li Başurê Kurdistanê têkoşîna jinan   Li Başurê Kurdistanê jî ji bo jinan êş û komkujî bi dawî nebûn û şerên mezin li hatin jiyîn. Jinên Başûrê Kurdistanê heta sedsala 19'emîn di têkoşînan de bi awayekî aktîf cih girtin. Di qadên çand, huner û wêjeyê de hebûna xwe dan hîskirin.  Jinên neçar man di bin siya şer û koçberiyan de bijîn, di serê salên sedsala 20'an de li dijî rejîma Baas têkoşînek dem dirêj dan û di Têkoşîna Neteweya Kurd a Başurê Kurdistanê de cih girtin. Jinan tevî hemû şer û komkujiyan dest ji berxwedana xwe bernedan û  Rêxistina Yekitiya Jinên Kurdistanê avakirin. Ji bilî Hafsa Xan Nakîp û Fatma Muhyeddîn, bi hezaran jinî di berxwedanê de cih girtin. Margaret George Shello ku li Başûrê Kurdistanê hat dinê, di 1960'î de ku wê demê 20 salî bû tevlî peşmergeyan bû û li dijî artêşa Iraqê di eniyê de cihê xwe girt. Margaret George Shello di dîroka Kurd de yekem jinan unvana peşmergetiyê girtiye.  Leyla Qasim û Viyan Caf yên navên xwe bi tîpên zêrîn li dîrokê nivîsîn, ala wan hildan.   Ewilê Hafsayê çarşefa xwe derxist   Hafsa Xan Nakîp ya di 1920'an de li Silêmaniyê hat dinê  li dijî çarşefa jin li xwe dikin derket û ji bo jin çarşefê derxin rolek girîng lîst.  Hafsa diyar kir ku ew jinek gelek xurte û rojekê komek jin berhev kir û çû sûkê, çarşef ji xwe avêt.  Piştre jinên derdora wê çarşef derxistin. Hafsa bi vê jî sînor nema û mala xwe ji bo zarokên keç veguhest 'dibistanê'. Hafsa Xan ku di alî jinên Kurd de xwedî nasnameya siyasiye, serokatiya Yekitiya Jinên Kurdistanê jî kir.   Bû sembola berxwedana jinên Kurd: Leyla Qasim   Leyla Qasim di 1952'an de li Kerkukê hat dinê. Dibistana seretayî û navîn li wir xwend.  Li Bexdayê lîse tamam kir.  Di 20 saliya xwe de tevlî Yekitiya Xwendekarên Welatparêz a Kurdistanê bû, li dijî rejîma baas têkoşîn meşand.  Leyla Qasim li dijî zextên rejîmê di 1974'an de çalakiya revandina balafirê pêk anî.  Leyla di 29'ê Nîsana 1974'an de hat girtin û tevî hemû îşkeceyan tavîz neda û di 13'ê Gulana 1979'an de hat darvekirin.   Çalakgera azadiyê: Viyan soran   Leyla Welî Huseyîn (Viyan Soran) dema li Heftanînê Fermandiyar YJA-STAR'ê dikir di 2006'an de li dijî tecrîd û komploya Abdullah Ocalan bedena xwe da ber agir. Piştî çalakiyê  di nameya ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hiştibû  digot    'Beyî bedel azadî nabe'   Jinên Başurê Kurdistanê têkoşîna azadî û wekheviyê didominin. Her wiha jinên Êzidî jî piştî êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya di sala 2014'an a li dijî Şengalê de ketin berxwedanê û soza tolgirtina jinên Êzidî û tolgirtinê dan.   SIBÊ: Jinên welatên ku hatine jibîrkirin: Yên dengê me dibihîzin hene?