Ji çavê kedkaran li şer nêrîn (2) 2018-02-17 10:03:42   Zaroka karker a ji Afganîstanê ku ji şer revyaye: Bila şer tunebe   Zulal Koçer   STENBOL - Zaroka bi navê Malîka ya 16 salî ku ji pevçûnên Afganîstanê neçar ma welatê xwe terk bike û bê Tirkiyeyê, di nava binpêkirina kedê de li dijî şerekî cuda têkoşîna jiyanê dide. Malîkayê got: “Ez naxwazim şer hebe. Şer hebe em çawa bijîn?”    Bêguman ên herî zêde ji şer bi bandor dibin û travmayê dijîn zarok in.  Ji welatên cuda yên cîhanê bin jî bi bêdadî bi şer re rû bi rû dimînin. Yek ji van zarokan Malîka Turkmen a 16 salî ye. Salek û nîv berê ji pevçûnên Afganîstanê reviya û hat Tirkiyeyê. Malîka niha li atolyeyek tekstîlê dixebite.”   Şer tuneba em nedihatin vir   Malîkayê diyar kir ku ji şer reviyane û li vir jî  xwe di nav şerekî cuda de dîtine û wiha pê de çû: “Ez rojê 12 saetan dixebitim.  Di atolyê de ortaci me. Li Afganîstanê şer hebû. Ji ber şer neba em nedihatin vir. Her kesî ji ber vê ew der terk kir.”   ‘Pereyê em digirin têrî tiştekî nake’   Malîkayê di berdewamiya axaftina xwe de daxuyakirin ku ji bo wê gelek zehmet bû welatê xwe terk bike û ev tişt vegot: “Kirê gelek zêde ne. Têrî tiştekî nake.  Lê em ji neçarî dixebitin. Tişta herî zêde min bêzar dike neçûna dibistanê ye.”   ‘Ez şer ji Afganîstanê dizanim’   Malîkayê di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku ew zêde nûçeyan naşopîne û got: “Ez tiştên li Efrînê tê jiyîn zêde nikarim bişopînim. Lê ez ji Afganîstanê dizanim. Li her derê bombe, gule dihatin barandin. Em wisa direviyan.”   ‘Mirov dimirin, lê bila nemirin’    Malîkayê di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Şer rê li ber xesarên mezin vedike. Mirov dimirin, lê bila nemrin.  Ez dixwazim şer tunebe, şer hebe em ê çawa bijîn.”   Gulşîrîn jî jinek Afganîstanî ye û ji ber şer hatiye Tirkiyeyê. Gulşîrînê diyar kir ku wan jî şer jiyaye û got şer tiştekî ne baş e, şer dîtiye û naxwaze êdî şer bijî.