Ji çavên kedkaran li şer nêrîn (1) 2018-02-16 09:10:12       Jinên kedkarên tekstîlê: Şer ji bo zirara me ye    Zulal Koçer    STENBOL - Jinên kedkarên tekstîlê derbarê ku şer bandorek çawa li ser jiyana wan kiriye axivîn û wiha gotin: “Şer ne ji bo fêdeya me, ji bo zirara me ye. Her tişt ber bi nebaşiyê ve diçe. Jiyan zehmet dibe. Dema wisa dibe di jiyana me de jî şer dest pê dike.”    Piştî hevdîtinên Pêşnûme Qanûna Butçeya Rêveberiya Navendî ya Sala 2018’an a ji aliyê Komîsyona Butçeya Plana Meclîsê ve hat pêşkêşkirin, ji bo Wezareta Parastina Neteweyî îsal 40 mîlyar TL hat veqetandin. Piştî vê bi operasyonên li hemberî Efrînê re, kedkaran gotin ‘em nikarin debara xwe bikin’ û hewldan xwe bişewitînin. Ev jî tabloya wekhevî û edeletê ya li Tirkiyeyê nîşan dide. Sendîkayan jî her carê gotin ‘fatura butçeya şer li kedkaran tê birîn’ û dubare kir ku divê li dijî şer bê rawestandin.    Gelo şer bandorek çawa li ser jiyana kedkeran dike? Şerê tê gotin ji bo berjewendiya welatiyan e, gelo ji bo berjewendiya mîlyonan kedkarî ye jî? Kedkar derbarê şer de çi difikirin? Li dijî êrîşên li hemberî Efrînê çi dibêjin? Têkiliya di navbera şer û debarê de çiye? Me ev pirs û gelekên din bi jinên kekdar ên li atolyeyên tekstîlê yên Stenbolê dixebitin re axivî.   ‘Mirov, jiyan û derdê debarê’   Ozlem G. ji 16 saliya xwe heta niha di atolyeyê de dixebite. Ozlem niha 27 salî ye û diyar dike ku şer bandorê li her hemû aliyên civakê dike û zirarê dide. Ozlemê daxuyakirin ku ‘mirov, jiyan, derdê debarê’ ne xema destilatdariyê ye û got ew ji bo pêşerojê bi fikar e.   ‘Şer vê carê di jiyana me de dest pê dike’   Jina bi navê Xelat G. jî tîne ziman ku herî zêde jin ji şer bi bandor dibin û got dema şer tê gotin ewil jin tê bîra wê û got ew bi hinceta şerê li dijî Efrînê jî bawer nake û wiha pê de çû: “ Şer ne ji bo fêdeya kedkaran e. Berovajî vê karê me xerab dibin. Ji ber aboriyê têkiliyên malbatê xera dibin. Şer di nav malbatê de jî dest pê dike.”   ‘Şer ji me re tiştekî nayne’   Kadîme A. jî hîna nû bûye dayik û bi lêv kir ku wê herî zêde zarok zirarê ji şer bibînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Zarok bê dê û bav dimînin. Ma ne guneh in? Şer tiştekî ji me re nayne. Lê belkî pere dikeve bêrika kesên şer dikin.”    ‘Divê jin li dijî vê bisekinin’    Gulşîn U. bi lêv kir ku şer, ‘tirs, komkujî, mirina zarokan û êş e’ û got ew şer naxwazin. Jina bi navê Hêvîdar jî bi lêv kir ku şer bi giştî ji bo berjewendiyên desthilatdariyê ye û divê jin li dijî şer raweste.   ‘Ji bêrika kedkaran derdikeve’    Melek Y. ya li Stenbolê hatiye dinê û mezin bûye bi lêv kir ku ji temenê zarokatiyê de dest bi kar kiriye û ev 16 sal in di karê tekstîlê de dixebite. Melekê daxuyakirin ku got pereyê çekên di şer de tên bikaranîn ji baca kedkaran tê girtin. Melekê wiha got: “Aştî tiştekî xweş e. Sivîl li Efrînê jî zirarê dibînin. Bila şer berdewam neke.”    SIBÊ: Kedkarên ji Afganîstanê ji şer reviyan û li Tirkiyeyê bi cih bûne vedibêjin