Li Îmraliyê diyalogên azadiya jiyanê yên komployê parçe dikin (6) 2018-02-12 10:47:45   Jin bi perspektîfên Abdullah Ocalan lêgerîna azadiyê didomînin   Sara Tolhildan    NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tevî şert û mercên giran ên tecrîdê, bersiva pirsên ‘Jin dikare çawa azad bibe?’, ‘Dikare bi jinek çawa re bê jiyîn’, ‘Çima divê jin xwe ji nasnameya koletiyê biparêze’ da û tevî di ser perspektîfên wî re 19 sal derbas bûye û  tevî komploya li dijî wî  ji lêgerîna jinê re dibe pêşeng.   Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku ev 19 sale li Girtîgeha Biewle ya Bilind a Tîpa F ya  Îmraliyê ev 19 sale  di bin tecrîda giran de dijî, ligel tecrîdê dest ji bersivdayîna pirsên Jin dikare çawa azad bibe?’, ‘Dikare bi jinek çawa re bê jiyiyîn’, ‘Çima divê jin xwe ji nasnameya koletiyê biparêze’ berneda. Di hemû hevdîtinên ku bi heyeta Îmraliyê re kir de ev bersiv ji jinan re ragîhand û li ser vî esasî jî ji bo tevgera azadiya jinê jî perspektîf pêşniyar kir.   Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, der barê aktîvîsta Tevgera Jinan a Azad û Demokratîk (DOKH) Ceylan Bagriyanik ya di 5’ê Sibata 2015’an de tevlî hevdîtinan bû de nirxandin kir. Dîsa der barê guherîna rêxistinbûna tevgera jinê de jî perspektîfên girîng dan. Abdullah Ocalan di hevdîtina 5’ê Sibata 2015’an de ji bo rêxistinbûna jinê ya nû hatiye avakirin KJA’yê, ji Ceylan Bagriyanik agahiyan dixwaze.   Abdullah Ocalan: Di rojên borî de min ji biraziya xwe ya Ewropayê nameyek girt. Di nameyê de behsa pîra min dike. Di nameyê de dibêje pîra min li benda agahiya ez bibim Walî, maye. Piştre hînbûye ku ez ji pergalê veqetiya me û xemgîn bûye. Dayika min jî digot ‘ji min re ji kumaşê hassa ji bo fîstanekî çar metre bigire. Min ev hemû dan pişt xwe û ez ketim rê. Min serî hilda. Ji Dibistana Seretayî heta zanîngehê ez xwendekarê herî esas yê mamosteyan bûm.  Yanî her tim taybet bûm. Divê hun hatina nokteya ez lê me, fêm bikin.   (Berê xwe da Ceylan Bagriyanik) Raghîndinên we hene?   Ceylan Bagiryanik:Di destpêkê de ez silavên hemû aktîvîst û kadroyên tevgera jinan ji we re radigîhinim. Gelek girêdayê we ne.  Rojeva tevgera jinan a dawî kongeransa DOKH û xebatên kongreya jinê ye. Me konferansa jinê pêk anî. Me di 31’ê Çile-1’ê Sibatê de jî kongreya jinan pêk anî.   Abdullah Ocalan:We nav guhert?   Ceylan Bagriyanik: Belê. KJA: Kongreya Jinên Azad.   Abdullah Ocalan: Kongreya Jinên Azad?   Ceylan Bagriyanik: Belê.   Abdullah Ocalan: Tirkiya wê çi ye?   Ceylan Bagriyanik: Ozgur Kadin Kongresî. Kurtasiya wê OKK.   Abdullah Ocalan: Divê wek statuya komeleyek fermî be. Legalbûn girînge. OKK, dibe, KCD dibe, divê legal bixebite.  Bawerim di statuya komeleyê de ye.  Di vê mijarê de bi xebata qanûna civaka sivîl ya E…beg dimeşîne wê rehetir be. Min berê mînakên Cemiyeta Mudafaa-î Huqûq dabû.  Divê wisa be.    ‘Ev 30 sale piştgiriya herî girîng hevalên jin da min’   Abdullah Ocalan: OKK tevahiya hemû sazbûnên jinane.  Li ser wê meclîsek, li ser wê jî rêveberiyek heye? Divê hemû rêxistinên jinan bihewîne. Silavên min yên taybet ji hemûyan re raghînin.   Ceylan Bagriyanik:Raste serokê min.Meclîsa dayîmî ya ji sed û yek kesî pêk tê û rêveberiya me wê hebe.Hemû sazbûnên jinan û xebatên qadê di vê meclîsê de ne, di kongreyê de jî cih digire.   ‘Divê li dijî kuştinên jinan peyman hebe’   Abdullah Ocalan: Temam wê demê. Niha ez der barê C… de nirxandinekê bikim. (Berê xwe da musteşar)Berê jî min der barê hemû hevalan de yek bi yek nirxandin kir. Ez niha derbarê hevala C… de nirxandinekê bikim. Ev 30 sale destekvanên min yên herî mezin jinin. Diyalog û peymana min ya bi jinan re girînge. Hunê peymana civakî ya jinan pêş bixînin. Divê peymaneke ku li dijî kuştinên jinan, suneta jinan, tecawiz û hemû êrîşan têbikoşe be. Divê hun bi kûrahî bigirin dest.   Abdullah Ocalan: Ti ezebî?   Ceylan Bagriyanik: Belê serokê min.   ‘Li gorî min her zewac tolgirtineke’   Abdullah Ocalan: .(Berê xwe da H, S û P)Rewşa we jî ya dişibe vê heye. Ez jî ezebim. Ez hatim çend saliya xwe. Ez ezebiyê di alî civaknasiyê de dibêjim. Belkî hun bikenin, balkêş bê, ez hîna ji bo zewacê ne amade me.Ji bo pêşî li hemû tiştên trajedîk yên jin dijîn, bigirim  min ev rê tercih kir. Mînaka Mustafa Kemal hinek dişibe vê. Bi evînek mezin bi Latîfê re zewicî. Salekê li ber xwe da. Dîsa li Koşkê mirina Fîkriyeyê, Mustafa Kemal gelek xemgîn kiriye. Min 10 salan berxwe da. Ev rewşeke nayê vegotin û nayê fêmkirine . Di dîrokê de ti mêrek wek min li ser jinê kûr nebû, eleqeder nebû, têkilî dananî. Bi sedan xwe şewitandin. Tevî vê ev pirsgirêk didome. Min hemû nivîskar lêkolîn kirin. Simone De Beauvouir, Judith Buttler ez li ser van zêdetir sekinîm. Lê hîna jî ez mijara jinê de bi gûman im. Ez di vê dîrokê de pir li ser sekinîm.  Akrtîsa Holywoodê nikare bi min re bikeve pêşbirkê. Jin gelek girêdayê minin. Mînakek din li cîhanê tine. Tevî vê hîna pirsgirêkhene. Li gorî min zewac tecawiz û tolgirtine. Di televîzyonê de bûyerek dadgehê ya li Amedê hat jiyîn hebû.  Jin bi zaroka duyemîn ducaniye û ji ber keç e, mêr jin bi îşkenca ceyranê kuştiye. Ev rewşek bi xof e. Divê rêxistina jinê bi rêxistineke civakî ya kûr û civaknasiyek kûr van çareser bike.   ‘Esasa xebata muzakera me, xebata jinê ye’   Ez dizanim jin ji min hêza mezin digirin. Ez xwe wek rêhevala we didim nasîn. Serdestiya mêr ya 5 hezar salî çanda tecawizê ye. Jina 9 hezar sal têk çûye. Li ber şaredariya bajarê mezin a Amedê têk çûye.Em hewl didin wê wek jina azad rakin ser piyan. Mînaka mêrê Amedê heye. Çavsoriyek mezin e. Esasa xebata muzakera me, xebata jinê ye.Mijarek çandî û civaknasiye. Pervîn Buldan:Serokê min, min eşîra mezin daye pêş xwe. Berê hemû azadiyên min hatibûn sînorkirin. Bi tena serê xwe nedihiştin ez derkevim kolanê. Lê min ev hemû bi saya we derbas kirin.   ‘Bi cesaret bin, pêş bikevin’    Abdullah Ocalan: Raste ne wisa? Ev pêşketinek baş e. Girînge. Em hîna di serê rê de ne. Ji bo min niha di kîjan astê de ye, girînge. Di mijara jinê de tiştên bi xof dibin.  Rewşa jinên wek hêwiya 5’emîn tên girtin hene. Mêrê 60 salî beyî şerm bike, keça 5’emîn wek hêwî tîne. Ez gelek hêrs dibim. Ez gelek ji we hez dikim. Lê bi cesaret bin. Hewcedarî bi pêşketina we heye. Akademiya we heye. Baş dixebitin. Ez jê razîme. Bi hêvî me.    Di hevdîtina 27’ê Sibata 2015’an de Abdullah Ocalan, cih girtina jinan a pêvajoya muzakereyê de pîroz dike.  Arîn Mîrkanê bibîr tîne.  Nirxandinên berê der barê Pervîn Buldanê de kiribû di çar xalan de berhev dike.  Ya yekem; keçîka eşîr, ya duyem;bûka satî, ya sêyem;Jina bêçare, ya çaremîn;Jina azad e.   ‘Emê jiyana azad  bi rihê berxwedana Arîn Mîrkanê bibin jiyana nû’   Abdullah Ocalan: Ez destpêkê vê bêjim. Cara yekem jin di muzakereyê de cih digirin. Ez wan pîroz dikim. Emê jiyana azad  bi rihê berxwedana Arîn Mîrkanê bibin jiyana nû. Ji nirxandinên min yên berê xwe amade dikin.Min belgeyên we lêkolîn kirin. Ez terza rêxistinbûna kongreyê jî pîroz dikim. Lê hîna gelek tiştên bên kirin hene. Hevala C… kusur nenêre, der barê te de nirxandinên min wê hebûna. Min cuda cuda der barê we de nirxandin bikira. (Berê xwe da P.) Ti dikarî romanekî binivîsî. Aliyê te yê edebî heye. Ji bo te çar xal diyar kir. Li ser van hûr bibe. Yek, keçika eşîr, du; bûka satî, sê; jina bêçare, çar; jina azad.   Di hevdîtina 14’ê Adara 2015’an de Abdullah Ocalan der barê Pervîn Buldan û Ceylan Bagriyanik de nirxandinên kesane yên girîng dike.  Pêşketina Pervîn Buldanê ya di wê pêvajoyê de bidest xistiye tîne ziman.Ji bo Ceylan Bagriyanik jî  der barê karekterê wê de nirxandinand ike.   ‘Ez girîngiyê didim nasnameya jina azad’   Abdullah Ocalan: Pir zêdeye. Ji Pervînê re bêjim. Roja ewil tû hatibûy, min gotibû. Ez wêjeya dayiktiyê qebûl nakim. Min gotibû ‘tû xeta jina azad esas digirî, berdewam bike.’ Te jî gotibû; ez qebûl dikim.  Çîrokek wê ya biheybet heye. Tû  16 salî zewicî. Pervîn Buldan: Na, 18 salî serokê min.    Abdullah Ocalan: Di 18 saliya xwe de bûye bû. Keça eşîrê ye. Min mijara eşîrtiyê jî vegot. Çanda Satî, kevneşopiya Mîtannî ye.  Ew kevneşopî di eşîran de maye. Piştre lêxistin, kuştin  di wir de tê dîtin. Piştre hevalê me Savaş bi awayekî xof tê şehîdkirin. Ji wê bi bandor dibe. Di hevdîtina borî min der barê vê de nirxandin kirin.  Min gotibû jina bêçare. Dema nû tû hatî, tû bêçare bûy. Niha tû jina azad î.   Pervîn Buldan: Ez niha di vê astê de me serokê min.   Abdullah Ocalan. Baş e. Tû heq dikî. Ez li dijî vê jî rêzdarim. Min gotibû Hegel bixwîne. Ya Hegel xwe dispêre felsefa kole-serdest, ya min jî xwe dispêre jina kole- mêrê serdest. Polîtîka hostetiyek mezin dixwaze. Di her hevokê de divê hun rayagiştî û partiyên din li ber çavan bigirin. Dema Ceylan hat vir tişta min girîngî dayê, navê wê bû. navê te yê rastîn ne?   Ceylan Bagriyanik: Navê min yê rast e. Bagriyanik paşnavê min e.   ‘Mêr daristanek hov temsîl dike’   Abdullah Ocalan: Balkêşe. Mêr daristana hov temsîl dike. Ceylan jî vecînoqiyê temsîl dike. Di rewşa vir de ev di cih de ye. Dema nû hat karekterê xwe da der.   Dema Pervîn nû hat vir li rayedarên dewletê mêze kir û got ‘wek dewletê li min kiriye’.  Hevala Ceylan jî dema nû hat destê rayedarên dewletê negirt. Min hema fêm kir. Di vê pêvajoyê de tûnebûna jinan kêmasiyek bû, niha li virin, ev jî girînge.   QEDYA