Li Îmraliyê diyalogên azadiya jinê yên komplo parçe kir(3) 2018-02-09 09:10:21   Modela ku azadiya jin-mêr çareser kir: Hevserokatî   Sara Tolhildan   NAVENDA NÛÇEYAN-Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan  der barê perspektîfa hevserokatiyê de nirxandinên girîng kirin û got: “Em pergala hevserokatiyê, tînin. Êdî kota bê wate ye. Ji ber em wekheviyê pêk tînin. Divê hevserokatî bi lez bikeve meriyetê.  Hevserokatî azadiya jin û mêr çareser dike. Divê ev ku bê fêmkirin.”   Yek ji perspektîfên Abdullah Ocalan yên mohra xwe li hevdîtinên Îmraliyê da, pergala hevserokatiyê ye. Ji bo rêbaza navendî ya kevneşopî û klasîk wek alternatîf pergala hevserokatiyê ya xwe dispirê temsiliyeta wekhev, di alî ku jin rêveberiyê de cih bigire û di her qada jiyanê de bibe xwedî pratÎk û gotin modelek azadîxwaze. Abdullah Ocalan bi vê modela rêveberiyê armanc dike ku jin bê dîtin û mayîndekirin. Abdullah Ocalan pirsgirêka jinê wek pirsgirêka zayendê nabîne û wekî pirsgirêkek civakî digire dest.   Divê jin di civakê de cihê xwe bigire   Di hevdîtina 24’ê Hezîrana 2013’an de Abdullah Ocalan ji bo pergala hevserokatiyê nirxandinê dike. Selahattîn Demîrtaş:Di kongreya asayî de belkî em guherîna hevserokan jî bifikirin. Ez hînekî dixwazim ji xebatên hun pêşniyar dikin re demê veqetînim. Hevserokatî demê dixwaze, hemû hinek nîvco dimînin.   Abdullah Ocalan: Pir hestiyar tevnegerin. Xwe hinekî rêxistin bikin û ji rexneyan jî netirsin. Binêrin hemû cîhan min rexne dike,dîsa jî ez muxalefetê digirim nava xwe û mezin dikim. Min mînak bigirin. (berê xwe da Pervînê) Gelek kadroyên we yên jin hene.  meclîsên we yên jinan hene. Dest bavêjin gelek xebatan. Hun pêşeng û rêberin. Jin bi zîhniyeta serdest ya mêr hatin durxistin. Kadroyên we têr dikin. Divê jin di civakê de cihê xwe bigire. Jin alaveke veguherînê ya civakê ye.   ‘YJA-STAR baskê leşkerî ye’   Pervîn Buldan ya di heyeta HDP’ê de di 21’ê Tîrmeha 2013’an de diçe Îmraliyê û hevdîtinên bi rêveberiya KCK’ê re kiriye radigihîne.    Pervîn Buldan: Serokê min, nameya we ji Qendîlê re nivîsî dereng gihişt ber destê me. Herî dawî em di 24’ê Hezîranê de hatibûn cem we. Name di 3’ê Tîrmehê de teslîmê me kirin. Min name bir Qendîlê.   Abdullah Ocalan: Hun tenê  çûn?   Pervîn Buldan: Na serokê min, em bi Îdrîs beg re çûn.   Abdullah Ocalan: Hun piştî kongreyê çû?   Pervîn Buldan: Belê, kongre nû qedandibûn. Ji we re nameyek nivîsî bûn.  Lê piştî nameya we xwendin nameyek din jî lê zêde kirin. Ji xwe we xwendiye. Lê tiştekî bi gotinî bêjim heye.  Hevalên jin dibêjin bila di HGP’ê de pergala hevserokatiyê hebe. Murat Karayilan li dijî vê ye. Ji ber HPG fermandariye dibêje hevfermandarî nabe.   Abdullah Ocalan: Cemal rast gotiye. Li gorî min jî nabe. Ji xwe yekîneyên leşkerî yên wan jî hene. YJA-STAR baskê leşkeriye. Di wir de jî mêr tine. Ji ber vê jî di cih de ye.   ‘PAJK jî partiya jina ye’   Di dema nîqaşên hevserokatiyê de, Abdullah Ocalan diyar dike ku ji bo PAJK’ê hewcedarî bi pergala hevserokatiyê tine. Pervîn Buldan:Her wiha ji bo PKK’ê jî heman tişt gotin. Ji ber serokê PKK’ê hunin, dibêjin li wir jî hewce bi pergala hevserokatiyê tine.   Abdullah Ocalan: Ji ber PKK partiya kok, di wir jî hewce pê tine. Ji xwe Sekreteriya Giştî heye.  Ji xwe di PKK’ê de jin hene. PAJK jî partiya jina ne. Bila ew jî kongreya xwe bikin. Ez jî di cih de nabînim.  Biryara wan di cih de ye. Ez girîngiyê didim pergala hevserokatiyê. Nêzîkatiya min ya li hember jinê tê zanîn.  Jin divê komunên aboriyê ava bikin. divê bernameya xwe bi kûrahî bigirin dest.  Divê jin jî civînên xwe pêk bînin. Slavên min ji hemûyan re bêjin. Ez jinan gelek girîng dibînim. Konferansên we baş derbas bûn, min şopand.   ‘Bila Leyla xwe bide ser vî karî’   Abdullah Ocalan bi salane Kongeransa Kurd pêşniyar dike. Ji bo konferansê amadekariyên girîng jî hat kirin. Abdullah Ocalan  der barê rêxistinbûna konferansê de jî pêşniyara hevserokatiyê dike.  Navên tên pêşniyarkirin Mesut Barzanî û Leyla Zana ye. Pervîn Buldan:Gotin Mesut Barzanî hevserokatî qebûl nekiriye. Dixwaze bi tena serê xwe bibe serok. Ji ber qada desthilatdariya wî teng dibe, Mesut Barzanî hevserokatiyê re dike.   Abdullah Ocalan: Bêguman red dike. dixwaze bi tena serê xwe bibe desthilatdar. Lê nabe. Wê bi Leylayê re bike. Ev mijara hevserokatiyê neyê qebûlkirin wê di alî jinan de têkçûnek mezin be. Ji ber vê divê hevserokatî biçe sazîbûnê. Ti welat difroşî lê ji bo jinê mafê jiyanê nadî nasîn.  Bi Leylayê re biaxivin. Hun neaxivîn?   Pervîn Buldan: Qendîl wê gazî bike û biaxive.   Abdullah Ocalan: Belê, ya rast ew e. Ti jî dikarî biaxivî. Heta bêjin tiştekî ne te ji min ne zêde ye, kêmtire. Wisa bêjin, bila xwe bide ser vî karî.   ‘Dikare jinek Azerî bibe hevserok’   Di hevdîtina 9’ê Mijdara 2013’an de ji heyeta HDP’ê Pervîn Buldan  nîqaşên ji bo namzetên di hilbijartinan de cih digire, bi Abdullah Ocalan re parve dike.   Pervîn Buldan: Li Îdîrê  hevalekî parêzer Murat Yîkît derketiye pêş. Hevalekî ku berê serokatiya navendê kiriye.   Abdullah Ocalan: Li wir jin heye?   Pervîn Buldan: Şaziye Oner ya parêzeriya we kiriye heye.   Abdullah Ocalan: Belê, ez nas dikim. Dikare bibe hevserok. Lê li wir gelên din jî hene ne wisa? Azerî, Terekeme. Jinek Azerî dikare bibe hevserok.  Beriya Şaziyeyê dikare derfet ji bo wê bê dayîn. Îdîr dikare vê carê bigire ne wisa?   Pervîn Buldan: Îdîr cihekî zehmete serokê min. Lê emê bi hemû hêza xwe bixebitin û dîsa bigirin. Emê namzetek Azerî jî bibînin.   Pervîn Buldan: Muş, Nîmet Sezgîn    Abdullah Ocalan: Divê Sirri Sakik be. Muşê baş dizane.  Dikare ji aliyê din jî dengan bigire.  baş bixebite dikare qezenc bike. Silavên min jê re bêjin. Bi taybet dixwazim, wisa bêjin.  Ev kotaya jinê şaş tê fêmkirin. Wek kapîtalîstên burjuva tê îfadekirin. Em pergala hevseroaktiyê tînin. Êdî kota bê wateye. Em wekheviyê pêk tînin. Divê hevserokatî bi lez bikeve jiyanê. Sibê: Jiyana herî baş a jinê, jina ku azad dijiye