Li Îmraliyê diyalogên azadiya jinê yên komplo parçe kirin (1) 2018-02-07 09:43:18   ‘Gelê ku jinên wan ne azad ew jî azad nabe’   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê di 15’ê Sibatê de 1999’ê de bi komploya navneteweyî radestî Tirkiyeyê hat kirin û di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de der barê azadiya jinê de perspektîf pêş xist. Abdullah Ocalan di hevdîtinên bi heyeta îmraliyê re der barê azadiya jinê de bi fikrên pêşniyar kir, hem komploya navneteweyî û hem jî komploya serdest ya mêr a li ser jinan parçe kir.    Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku di 15’ê Sibatê de 1999’an de bi komploya navneteweyî teslîmî Tirkiyeyê hat kirin Serokwezîrê wê demê Bulent Ecevît gotibû ‘Me fêm nekir çima Apo teslîmî me hatiye kirin’ û vê jî pêşketina komployê vegotibû.  Di 15’ê Sibata 1999’an de ku ti rêbaz nebabû di çaçoveya kampanyaya ‘hun nekarin roja me tarî bikin’ de Taylan û Berîtanê, Rotînda û Kurde, Evrîm  Denîz û Mahsum Karaoglan û Esen Aslanlar bersiv da  komployê.   Rêberê PKK’ê di 2013’an de bi hevdîtina bi heyeta Îmraliyê re di perspektîfên danî holê de diyar kir ku jinên kurd carek din komplo parçe kirine.    Naveroka pirtûka  bi navê ‘Rizgariya demokratîk û avakirina jiyana azad’ (nîşeyên Îmrali) ya ji Weşanên Mezopotamyayê hat weşandin ji 3’ê Çileya 2013’an heta 14’ê Adara 2015’an ji girtekên bi heyeta DBP-HDP’ê re hatiye kirin cih digire.  Abdullah Ocalan  di serî de pirsgirêka kurd, nirxandinên der barê pirsgirêkên herêmî û civakî de, pêşniyar, der barê pirsgirêka azadiya jinê de pêşniyar û nirxandinên girîng dike. Abdullah Ocalan hema hema di her hevdîtinê de der barê pisgirêka jinan de tiştekî îfade dike.   Di nîşeyên 23’ê Sibata 2013’an de Parlamentera HDP’ê Pervîn Buldan, ji Ocalan re dibêje der barê 8’ê Adara nêz dibe de peyameke we heye an na?   Pervîn Buldan:8’ê Adarê Nêz dibe, peyama we ji bo jinan çi ye?   Abdullah Ocalan:Beriya te ez li ser vê mijarê fikirim. Em te dizanin. Îhtîmalek mezin ti ji derveyê daxwaza xwe hatî zewicandin. Piştre bûy dayik. Êşên te hene.  Gelê ku jinên wan ne azad bin ew jî ne azad in.   Abdullah Ocalan di diyalogê de ji zewaca Parlamenterê HDP’ê Sirri Sureyya Onder jî mînakan dide.   Abdullah Ocalan: (Berê xwe da Sirri) Min roportajên te xwendin. Min venasîna te ya ji bo evînê xwend, min xwe dît.  Ti jî carekê zewiciye û ji vê xilas bûye.  Venasîna te gelek balkêş bû.  te gotiye ‘dixwest min bike alava malê, ez jî ne alavim’. Dema mêran jin kiriye mal, jinan jî em berovajî kirine mal. Jin jîr û kurnaze. Beyî jin jiyan nabe, bi jina heyî re jî jiyan nabe.   ‘Azadbûna jinê têkoşîna Sakîneyê ye’   Ocalan azadiya jinê wek azadiya civakê vedibêje û  di heman hevdîtinê de  jiyana Sakîne Cansizê jî mînak dide.   Abdullah Ocalan: (Berê xwe dide pervînê) Rewşa w eli holê ye. mêrek jinê ancax wek dayik dibîne. Hun mînakin.  Em tevgera azadiya jinê dijîn. Sakîne mînake. Hun mînakin.  Jiyana Sakînê mînake.  Azadbûna jinê têkoşîna Sakîneyê ye. Ezê hesabê Sakînê bipirsim.  Ez kujeran derxim holê.    ‘Gelê ku jinên wan ne azad be ew jî azad nabe’   Abdullah Ocalan: (Berê xwe da Pervînê) Divê ti azad bibî. Siyaset bi evîn, bi hezkirina gel tê kirin.  Osman ji bo jinekê gelê xwe firot. Min 10 salan têkoşîn da.  ajokarê mi Kesîre qest kir û got ‘Divê bi çar hespan ve bê girêdan û li çar parçeyê bê veqetandin’. Roja Kesîre revya ez xilas bûm. Wekê ku  ji nûve hatime dinê.  Mêrê kevneşopî yên Kurd wê çi bikara? Wê bikuşta.  Qehremanên mezin yên jin hene. pîroziya jiyanê girînge. Divê dest ji koletiyê berdin.   Abdullah Ocalan di hevdîtina 4’ê Sibata 2015’an de dîsa behsa Kesîrê dike   Abdullah Ocalan: Dema ez bi keça mêrê dewletê re zewicîm, hevalên Dêrsîmê her tim bi fikar bûn.  Alî Haydar baştir dizane. Dema ez bi wê re zewicîm min got ‘dikare di navbera me û dewletê de pirek hebe’.  Hun dizanin wê jî 10 salên bi xof bi me dan jiyîn. 10 salan dersên mezin dan min. Dersa ku Kesîrê daye min nebûna îro jinên li vê maseyê runiştine tinebûn, azadiya jinê tinebû. Me azadiya jinê wisa pêş xist. Hevalên em wê demê wek tişta li pîlotê Urdunê hat kirin got em bikujin. Min pêşî li vê girt. Ez dubare dikim lêgerîna min ya çareseriyê gelek kevne û bi kok e.   Di hevdîtina 18’ê Adara 2013’an de Pervîn Buldan encamên bernameyên 8’ê Adarê ji Abdullah Ocalan re radigihîne.   Pervîn Buldan: Bernameyên 8’ê Adarê gelek baş derbas bûn.  Bi taybet li herêmê bername bi heybet û coşek mezin hatin pêk anîn.  Jinan peyamên aştiyê pir zelal û bi biryar dan.   ‘Ez ji jinên çav berdidin koletiyê qet hez nakim’   Abdullah Ocalan:Divê jin azad bibin. Ez ji jinên çav berdidin koletiyê qet hez nakim. Li Rojhilata Navîn divê jin bilind bibin.  Rewşa we gelek zehmete. Ez bi rewşa jinan xemgîn dibim. Divê hun xwe azad bikin. Jin dema di hundirê malê de dimîne dibe kole.    Abdullah Ocalan: (Berê xwe dide Pervînê) Jiyana we ya berê li holê ye. Zextek feodal heye. Lê hun niha siyasetê dikin.  Hun di qada siyasetê de başin.  Jin û keçan azad bikin. Niha rewşa jinan baş e. Ez ji rewşa niha a jinan kêfxweşim. Ez teşedayîna jinê bêahlaqî dibînim.  ‘xweda’ jinê pêwiste. ‘xweda’ xwe bi xwe vejînkirine.   Di hevdîtina 3’ê Nîsana 2013’an de Pervîn Buldan rojevên konferansa Aştiyê û Rojhilata Navîna Jinan radigihîne. Abdullah Ocalan jî çawa li têkiliya jin-mêr dinêre vedibêje.  Ocalan bi perspektîfa ‘destberdana bêdawî’ pîvana jiyana azad datîne holê û  texrîbata çanda serdest ya mêr li ser jinê kiriye vedibêje.   Pervîn Buldan: Slavên taybet yên hemû jinan ji bo we heye. Her wiha rojbûna we pîroz dikin.   Abdullah Ocalan: Bila sax bin. Jiyan rastîn a jinan girêdayê vê rojê ye. Ez ji bo jiyaneke azad hewl didim.  Di cîhanê de yê ku kasî min bi mijara jinan re eleqeder dibe tine. Divê jin bi evîn tevlî vê pêvajoyê bibe.   Pervîn Buldan:Em jin ji bo konferansê xwe amade dikin.  Konferansa Aştî û Rojhilata Navîn a jinan heye.   Abdullah Ocalan: Ez konferansa Rojhilata Navîn pêşniyar dikim. Lê ne niha.  Ya jinan zêdetir wek amadekariyê ye. li Tirkiye, Sûriye, Iraq, Lubnanê dikare yekîne bên avakirin.  Pirsgirêka ti kesî bi tena serê wê nayê çareserkirin.  Pirsgirêka Kurd, ya Sûriyeyê çareser nebe Tirkiye nekare bîhna xwe bigire.   Abdullah Ocalan nêrîna xwe Îslamiyetê ya li hembrî jinan jî, hemû tiştên negatîf berovajî dike û şîrove dike.   Sirri Sureyya Onder: Birê Serokê min, Mekke di bin tekela 9 malbatan de ye.  Kuran ji bo wan dibêje ‘xwediyên baxçe’. Beyî destura van kes nekare tiştekî bike. Nekarin kar bikin û her tim deyndar dibin. Yên deynê xwe nadin jî keçên wan di kerxaneyan de dikin sermaye.  Kuştina zarokên keç ji ber vê ye.  Muhammet îtîrazê vê dike.  sureya Tekvîrê jî ji ber vê nazîl bûye.   Abdullah Ocalan:Hz. Muhammed şoreşgerekê balkêş e.  Dibêj gelek caran zewiciye, di esasê de ew ne pir zewaciye; jinên li holê dimîne digire cem xwe. Wek rêxistina xwe nêz dibe. Wekê din şîrovekirine şaş e, wek zayendê nirxandin şaşe .   Pervîn Buldan: Wê komxebata jinan pêk bê.  Der barê vê de peyama wek heye?   Abdullah Ocalan: baş e, dikare pêk bê.  Çarçoveya gava din min got têr dike. Ez ji bo jinan dikarin vê bikim.   Sibê: Bê jin jiyan nabe, lê bi jina heyî re jî nekare bê jiyîn