Sê şîtlên berxwedana azadiyê: Sakîne, Fîdan, Leyla…(3) 2018-01-09 09:15:07   Bûyina rêhevaltiyê ya bi Sara re...   Civîn Husên-Hêvî Penaber   NAVENDA NÛÇEYAN - Endama Desteya Rêveber a KJK'ê Aytan Dêrsim di 5'emîn salvegera komkujiya Parîsê de ku 3 jinên siyasetmedar Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leya Şaylemez di encamê de jiyana xwe ji dest dan  bi bîr anîn û komkujî  bi tundî şermezar kir.   Yek ji kadroyên pêşen yên PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara), nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) û endama Tevgera Ciwanên Kurd ya Ewropayê Leyla Şaylemez (Ronahî) di 9’ê Çileyê 2013’and e li Parîsê li Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê hatin qetilkirin. Endama Desteya Rêveber a KJK'ê Aytan Dêrsim ku li ser Komkujiya li Parîsê nirxadin kir diyar kir ku  Sakîne Cansiz (Sara) di nava têkoşîna azadiya gelê kurd de şoreşgereke jin a ne ji rêzê bû.Pêşengtiya têkoşînê kiriye û her dem xwedî berpirsyarî bûye.    'Sara hem pêşenga tevgera azadiyê û hem jî ya jinê bû'   Aytan Dêrsim beriya ku bahsa têkoşîna Sakîne Cansiz (Sara) bike diyar kir ku di kesayeta  heval Sara de hemû şehîdên şoreşê bi bîr tîne û bejna xwe li ber wan ditewîne. Ayten Dêrsim bi van gotinan dest bi axafitna xwe kir: " Heval Sara pêşengtiya Tevgera Azadiyê û hem jî ya  Jinê dikir. Sekin, helwest û têkoşîna wê bandoreke mezin li me kir. Di heman demê de şehadeta wê jî. Ji ber wê helwesta wê ye ku şehadeta wê bi me gelek giran tê.  Heval Sara ji bo me hîn zindî ye, ji ber ku ew di sekn û têkoşîna xwe de ji bo me felsefeya jiyanê û xeta azadiyê ye.  Ji bo wê ew her tim bi me re dijî. Rast e her şehadet ji bo me giran e, lê şehadeta heval Sara ji bo me pir giran bû. Çawa Serokatî ji bo heval Kemal Pîr gotibû 'Ruhê min ê veşartî' ji bo heval Sara jî got 'Pêşenga Tevgera Azadiyê ye'."   'Şoreşger bi sekna xwe de diyar dibe'   Aytanê di dewama axaftina xwe de bal kişand ser şêwazê jiyana Sakîne Cansiz û wiha pê de çû: "Di dîroka me de nehatiye dîtin ku hevalek bijî û wêneyê wî/wê li ser maseyê yan jî li cihek din were danîn.  Lê Serokatî dema ku heval Sara dijiya wêneyê wê danîbû ser maseya xwe. Heval Sara çi bû ew bû, ew şoreşger bû, yanî çi difikirî ew pêk tanî û ew dijiya. Di fikir û mêzandina wê de nakokî û dudilî tune bû.  Li cihekî şaştî bidîta nedigot ka ez bêjim an na û di cihê wê de digot û têkoşîn dida.  Dema digot jî dida fêmkirin. Ew qas têkoşereke dijwar bû. Lê ti kesî li hemberÎ  heval Sara bertek nîşan neda . Ev jî seknek e.  Jixwe Serokatî jî dibêje 'Şoreşger bi sekna xwe diyar dibe'. Hevala Sara jiyaneke azad jiya û ew jiyan li derdora xwe jî belav kir. Bi biçûkan re biçûk, bi mezinan re mezin û bi neteweyên cuda re xwedî têkiliyeke xurt bû."   'Heval Sara hevala Serokatî bû'   Her wiha Aytanê bal kişand li ser bandora Sakîne Cansiz a li derdorê û wiha dom kir: "Tişta ku herî zêde bandor li me kir û di jiyana me de xuya dike, têkoşîna hevala Sara ye. Dema hevala Sara hevalek rexne dikir ew dida fêmkirin ku ew şaş e, ev jî pir giring e. Mînak em pir diaxivin û pir nîqaş dikin, lê pir caran jî em bertekê nîşan didin ev heval hişk e, ev heval hemûyan hembêz nake, lê ji bo heval Sara ev gotin nehat gotin. Li meş, şahî û civînan çavê her kesî li hevala Sara digeriya. Pir caran em dibêjin PKK bi xwe jiyan e, lê naverok û kûrbûna vê yekê tam nayê fêmkirin, lê ev di kesayeta heval Sara de hatibû rûniştandin. Heval Sara PKK'lî bû, heval Sara Apocî û hevala Serokatîbû."   'Li her derê sekna wê diyar bû'   Aytanê axaftina xwe wiha domand: "Heval Sara di cihê xwe de rûnedinişt. Vê helwesta xwe di  pirtûka xwe ya bi navê 'Jiyana min her tim şer bû' de jî tîne ziman. Li kuderê bûna cihê wê diyar bû.  di spora wê,  rojbaşdayîn û di pirskirina hemû hevalan de jî cihê wê xuya bû. Ango Apocîbûyîn di jiyanê de zindîbûyîn e. Dibe ku em hemû li jiyanê bin.  Lê em behsa ew ruhê hevaltiyê dikin. Civak her dem dibêje di ruhê hevalên kevn de hevaltî, germahî û pirskirina me hebû. Ew heval Sara bû. Hevala Sara gerîla bû, dîplomat û di nava civakê de kar dikir. Li gelek qadên Ewrûpa geriyaye. Heval Sara digot 'Em şoreşger in, mekan û zeman ji bo me ne girîng e û şoreşger ji bo şoreşê pêk bîne heye, Ewrûpa jî be ez şoreşger im, Rûsya jî be ez şoreşgerim, jixwe li çiya ez gerîla me'. Heval Sara wisa bû."   'Ruhê şoreşgertî bi xwezayî jiyankirin e'   Aytanê diyar kir ku kesayeta Sara kesayeteke pir xwezayî bû û wiha got: "Hevala Sara pir xwezayî bû, dema gava xwe davêt digot ez pêl kulîlkan nekim, dema gava xwe davêt digot ez hîs dikim li vir xwîna şehîdan heye. Wê qet kulîlik ranedikirin, ji bo zindiyên li çiya û di xwezayê de digot ev reng û deng xwezayê xweşik dikin. Ev jî ruhê şoreşgertî ye û bi xwezayî jiyan e. Gelek bîranên me bi hev re hene, em dixwazin layîqî heval Sara bin û wê bijîn û ev jî di têkoşîna me de wê diyar bibe.  Hevala Sara ji cigareyê pir   aciz dibû, her ku min çixare dikişand ji min re, ji hevalên xort û jin re jî digot hûn dijminê xwe ne. Me jî jê re digot rast e em dixwazin bibin şoreşger, lê ev jî kêmaniya me em nikarin dev jê berdin û  wê jî digot 'Hûn naxwazin azad bibin'. Heya niha jî her çixare dikişînim heval Sara tê bîra min, heya ez çixare bernedim ez nikarim bêjim ez layîqî hevala Sara me. Em çiqas li ser kêmasiyên xwe bisekinin, çiqas li hember paşverûtiyê têkoşînê bidin û jiyana wê di hemû qadan de pêk bînin, wê demê em ê bibin hevalên heval Sara."   Pêşengtiya Sakîne Cansiz (Sara)   Aytanê her wiha behsa pêşengtiya Sakîne Cansiz a di Tevgera Azadiyê de kir û wiha got: "Heval Sara di Tevgera Azadiyê de û di Tevgera Azadiya Jinê de pêşeng e.  Hîn partiya me nehatibû îlankirin heval Sara di nava xebata Tevgerê de cih digirt. Heval Sara ji salên 1973'an û heya îlankirina partiyê di nav xebatên jin de bû. Heya îro jî em li ser wî karê ku wê destpêkiribû kar dikin. Ango wê tov avêtiye, ew tov şîn hatiye, em jî dixwazin wê şînbûyînê hîn mezintir bikin û li her derê belav bikin û bikin malê hemû jinên civakê. Di gelek şoreşan de jinên şoreşger derketine û mohra xwe li dîrokê dane, heval Sara jî mohra xwe li dîrokê daye. Heval Sara ji bo me şehîd e.  Lê şehîdeke zindî ye ji ber ku şoreşger namirin her dem dijîn. Em li ser şopa jiyan û felsefeya wê ne. Heval Sara xwe bi xwe îfade kir, pirtûkên wê hene. Niha hemû jinên ciwan û pirtûkên wê dixwînin.  Heval Sara ji nivîsên wê de nas bikin."   'Divê hemû jin li vê felsefeyê xwedî derkevin'   Aytan Dêrsim da zanîn ku têkoşîna Sara ne tenê ji bo jinên kurd e û wiha dom kir: "Hevala Sara ne tenê ji bo jinên kurd têkoşîn da meşandin. Wê ji bo hemû jinên cîhanê berxwedan kir. Xeyala wê ew bû ku hemû jinan bibîne û Tevgera Azadiya Jinê bi wan bide nasîn. Her dem di wê hewldan û têkoşînê de bû. Barê xwedîderketina li heval Sara jî dikeve ser milê hemû jinan ne tenê jinên kurd, jinên ku dixwazin ji bo azadiyê gavekê bavêjin û tiştekî bikin,   pêwîste xwe li derdora azadiyê bikin xelek û li vê felsefeyê xwedî derkevin. Em nabên ku bila hemû jin bibin PKK'yî.  Lê ew dikarin bi felsefeya Rêber Apo, bi felsefeya azadiyê û felsefeya heval Sara xwe pêş bixînin. Bibin jinên zana, têkoşînê bikin û li hember koletiya 5 hezar sal hewildanekê bikin. Em jî weke Tevgera azadiyê ya jinê li pişta wan in. Eger em jî weke jin îro gihiştine vê astê, ev bingehê xwe ji têkoşîna heval Sara digire.  Ji ber ku em bi têkoşîna wê zana bûn."   'Bersiva aştî û azadiyê bû komkujî'   Aytanê her wiha da zanîn ku komkujiya Parîsê ji aliyê tevahî cîhanê  ve hate şermezarkirin û wiha pê de çû: "Heval Sara, heval Fîdan û heval Leyla ku cihê xwe di dîrokê de girtin, bi hedefgirtina wan jî gelek tişt hedef hatin girtin. Heval Sara hevala Serokatî ye ji bo wê jî ew di vê komkujiyê de qetil kirin. Bi vê komkujiyê gotin hûn azadî û aştiyê dixwazin, vaye bersiv ev e. Lê bila bizanin ku vê Tevgerê bedel daye heya gihiştiye roja me ya îro. Nêzîkatiya me jî ji bo şehîdan em riya wan dişopînin, em bar û gureva wan digirin ser milê xwe. Belkî em tam hîn nebûn layîqî wan û me tam barê wan ranekiriye.  Lê em di rê de ne û li pey şopa wan in. Dibe li pêşiya riya me zorî û zehmetî hebin.  Lê riya me heqîqet e û em ketine vê riyê. Ji bo wê ev xwedîderketin wekî serhildanê ji Ewrûpayê dest pê kir û heya Dêrsimê çû. Hemû cîhanê meyîze dikir, digot ev Tevgereke çawa ye û ew jin sê jinên çawa bûn. Wan jî ev di sekna xwe de isbat kiribûn.  Em nikarin wan bi gotina pênase bikin. Ev heval jiyan û bi şehadeta xwe jî jiyan."   'Di felsefeya me de em şehîdekî didin lê bi hezaran derdikevin'   Aytanê herî dawî bang li jinan kir ku tevli çalakiyên 9'ê çileyê bibin, xwedî li her sê jinan derkevin û wiha got: "Ji bo çalakiyên li her çar parçeyên Kurdistanê û li Ewrûpa ku wê ji bo van hersê hevalê şehîd Sakîne, Fîdan û Leylayê  werin destpêkirin, em ji bo hemû jinan dibêjin tevlîbûna xwe xurt bikin, em biçin cem heval Sara em wê silav bikin û jê re bêjin va em li cem te ne û em têkoşîna te didomînin. Belkî em tam layiqî te nebûne, lê em dixwazin bibin hevalên te. Ji bo wê jî banga min ji her çar parçeyên Kurdistanê û ji her cihê ku plansaziya xwe daniye re, hemû civak, gerîla, heval û hemû jinan re ku di roja 9'ê Çileyê de li ku dibe bila bibe cihê xwe di nav çalakiyan de bigirin.  Di felsefeya me de em şehîdekî didin em bi hezaran derdikevin. Ev felsefeya me ya jiyanê ye. Pir giran bû, şûna wê dagirtin jî pir giran e. Ji ber ku heval Sara pêşeng û mejiyê vê Tevgerê bû. Ev mejî zindî ye û em ê vî mejiyî  bidin jiyîn. Ev soza me ye. Em çi PKK'yî, em çi Apocî û an jî milîtanên Tevgera Jinê, hevalên heval Sara, hevalên heval Leyla û heval Fîdan em ê şopdarên wan bin.  Ev soza me ye. Em ê li hember şehadeta wan heya dawiyê berxwedanê mezin bikin, tola wan hilînin û tolhildana me jî  tolhildana me jî bilindkirina têkoşînê ye û zelalkirina hemû tiştên veşartî ye. Hevaltî ev e.  Em soza wê didin."   QEDÎYA.