Sê şîtlên berxwedana azadiyê: Sakîne, Fîdan, Leyla… (2) 2018-01-08 09:02:36   Ji Sara, Rojbîn û Ronahî re soza me ye, em ê bi ser kevin!   Fîlîz Zeyrek   EDENE - Di ser qetilkirina  yek ji pêşenga kadroyên PKK’ê Sakîne Cansiz, nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û Endama Tevgera Ciwanên Kurd ya Ewropayê Leyla Şaylemez re 5 sal derbas bûn.  Jinên ala têkoşîna Sakîne, Fîdan û Leylayê dewr girtin gotin: “Soza me ji bo wan heye. Em ê di têkoşîna azadiyê de bi ser kevin û têkoşîna jinê bi azadiyê tacîdar bikin.”    Di ser qetilkirina sê siyasetmedarên kurd yên jin, ku yek ji kadroyên pêşen yên PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara), nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) û endama Tevgera Ciwanên Kurd ya Ewropayê Leyla Şaylemez (Ronahî) ku di 9’ê Çileyê 2013’an de li Parîsê li Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê hatin qetilkirin, re  5 sal derbas bûn. Der barê komkujiya tê xwestin di taritiyê de bê hiştin.   Bi wesîleya 5’emîn salvegera komkujiya Parîsê endama Koordînasyona Jinan a Navendî ya HDP’ê û PM’ê Ayşe Berktay axivî û diyar kir ku hedefgirtina Sakîne, Fîdan û Leylayê ne tesaduf e û wiha got: “ Gule berdan ser dil û devê wan. Ji bo neaxivin gule berdan devê wan. Guleya berdan ser dilê wan jî dijminahiya li dijî wan nîşan da.  Dema pergal tine dike di heman demê de jî peyamekê dişîne. Ev darbeyek giran li dijî têkoşîna jinan bû.”   ‘Bila 9’ê Çile wek rojek navneteweyî bê îlankirin’   Ayşeyê di berdewamiyê de diyar kir ku jin israr dikin 9’ê Çile bibe rojek navneteweyî û wiha pê de çû: “Divê 9’ê Çileyê wek rojeke ku şîdeta dewletê ya li ser jinê teşîr dike bê qebûlkirin. hewcedariya me bi rojeke ku em soza xwe ya ji bo hevalên xwe tînin cih û bîranîna wan di rojevê de bihêlin heye. Ji bo wan soza me heye. Em ê di berxwedana azadiyê de bi ser kevin û têkoşîna jinê bi azadiyê tacîdar bikin.”   Ayşeyê ev tişt anî ziman: “Mirina Omer Guney a li girtîghê bi armanca çareserî pêk neyê hat kirin. Belge û daxuyaniyên ku dibêjin MÎT di vê lîstikê de ye, hene. Dewlet ker û lale.  Çapemeniya alîgir jî di vê mijarê de nûçeyek çênekir. Çiqas bêdeng bimînin jî wê jin hesabê vê bipirsin. Em ê jin têkoşîna Sakîne, Fîdan û Leylayê dewr bigirin û bi ser kevin.”   ‘Em li dijî polîtîkayên kujer kêm nabin, zêde dibin’   Endama MYK'a HDP'ê Gulsum Agaoglu jî daxuyakirin ku ew ne biyaniyên van polîtîkayan e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Jin jî zêdetir di siyasetê de bi cih bûn û bersiv dan van polîtîkayan. Ji ber vê AKP’ê berê xwe da jinên kurd. Her ku polîtîkayên wan bikevin dewrê hejmara me kêm nabe, berovajî vê zêde dibe. Kesên ji ber berxwedana jinê fikaran dijîn ev komkujî pêk anîn. Lê em ê teqez bi ser kevin.”   SIBÊ: Hevalên têkoşînê Sakînê vedibêjin…