Piştî du salan Cizîr: Gel li dijî komkujî û hilweşînê serî netewand (3) 2017-12-12 09:26:31   Medîne Mamedoglu-Pîroz Zirig   ŞIRNEX-Li Cizîrê pitşî qedexeya derketina derve ya di 14’ê Kanûna 2015’an de hat îlankirin şûnde bi sedan kes hatin qetilkirin.  Tevî komkujiyan gel bajar terk nekir û bersiva qirkirinan di Newroza 2017’an de da. Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Aycan Îrmez got: “Gelê Cizîrê di dîrokê de çawa serî netewand wê îro jî serî netewîne.”    Li Cizîrê pitşî qedexeya derketina derve ya di 14’ê Kanûna 2015’an de hat îlankirin şûnde bi sedan kes hatin qetilkirin.  Ji bajarên Tirkiye û Kurdistanê bi dehezaran polîsên tevgera taybet û leşker anîn navçeyê û amadekariya komkujiyê bi rojan berdewam kir.  Xaniyên gel yek bi yek hedef hatin girtin. bi sedan kes beriya qedexeyê û di dema qedexeyê de hedef hatin girtin.  79 rojan ji bo êrîşên qirkirinê bên qedandin gel li ber xwe da.   Gel bersiv di Newroza 2017’an de da    Gelê Cizîrê komkujiyên hatin kirin jibîr nekiriye û xaniyên xwe ligel her tiştî terk nekirin.  Gelê Kurd li dijî van êrîşan di Neroza 2017’an de bersiv da. Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Aycan Îrmez du salên derbas bûye nirxand û got li dijî înkar û îmhayê berxwedan didome.   *Piştî qedexeyan tiştên hatin jiyîn hun çawa dinirxînin?   Wek tê zanîn qedexeya bi dehan caran hat îlankirin.  Qedexeya ji 2015’an dest pêkirin û heta mijdara 2016’an berdewam kir. hem li navçeya me hem li Şirnexê heta niha 13 caran qedexe hat îlankirin. Bi vê re hilweşînên mezin hatin jiyîn. Rewşa cidî ya starbûnê hat jiyîn. Armanca dewletê ya li vir aşkera bû.  bi van hilweşînan nexwestin gel xwedî li malên xwe derkevin, nehiştin alavên xwe bigirin. Li Şirnedê qedexeya derketina derve 6 mehan hat jiyîn û tenê hincetek vê hebû. Armanc ev bû ku wan xaniyan hilweşînin. Qedexeyê li dij hiqûqê berdewam kir. Niha ji sedî 70’ê Şirnexê hat serobinokirin.  Li Hezex û Sîlopiyê jî heman tişt hatin jiyîn. Xwestin gel ji warê wan bikin. Lê gel serî li dijî wan netewand.   *Armanca TOKÎ’yan çi bû, ya hat armanckirin bi serket?   Gel bi berxwedanê polîtîkayên wan vala derxist. Em dizanin ku TOKÎ nû ketine pergala Tirkiyeyê û bi kîjan armancê tên kirin. Piştî hikûmeta AKP’ê ev derketin holê. TOKÎ ji bo rantê hatine avakirin. armanca li vir tunekirina hiş û çandê bû.    ‘Gel dikin xwedî deyn, mafê mal û milk ji destê welatiyan tê girtin’   Polîtîkayên nû wek TOKÎ bi navkirin şaşe. Divê ev TOKÎ wek kampê bên fikirîn.  Armanca wan ya niha ev e ku malbatan biçûk bikin û hejmara zarokan daxînin 2-3’an.  ev jî tê wateya qirkirina çandî. Me ev rewş bi dehan carî li meclîsê anî ziman. Lê me bersivek negirt. Ji aliyê TOKÎ’yê ve gel tê deyndarkirin.   *Du sal derbas bûye lê hîna cenazeyên ji TOKÎ’yan tên derxistin hene? hun vê çawa dinirxînin?   Heta niha bi dehan cenaze ji binê TOKÎ’yan hatin derxistin.  Bi dehan malbatên li bende van cenazeyane hene.  Welatî êdî bi van cenazeyan re êşa xwe najîn.  Yanî dîtina cenazeyan ji bo malbatan girîng e.   Malbat ev du sal in tên sekinandin. Li ser cenazeyan polîtîka tê meşandin.  Hikûmetê dizanibû cenazeyên li wir li ku derê ne.  qe nebe divê beriya înşatê li wir lêkolînek bihata kirin.  Dixwazin gelê Cizîrê bikin yek tîp.  Di dîrokê de jî wisa kirin lê her carî berxwedana gel qezenc kir. Xwedî li nasnameya xwe derketin. Ev di salên 1990’î de berdewam kir. Lê her malbat xwedî li rumeta xwe derket.  Cizîr û Şirnexê dîrok nivîsîne.  Tevî evqas komkujiyan Newroza 2017’an bûye mînaka herî mezin a sekna gel. Gel berê çawa serî netewand wê îro jî netewîne.   QEDYA…