Piştî du salan şunde Cizîr: Dibe ku ji we re kêm bê lê min sê rojan di wê dolabê de qeşa girt...(2) 2017-12-11 09:49:50   Medîne Mamedoglu - Pîroz Ziriğ   ŞIRNEX - Li Cizîrê di 8’ê îlona 2015’an de dema qedexe pêk dihat de, wêneyekî tişa ku dewletê li Kurdan rewa didît raxist ber çavan.  Cemîle Çagirga di 7’ê îlona 2015’an de li ber derî hat qetilkirin û sê rojan di sarincê de hat veşartin. Dayika Cemîleyê tevî du sal di ser bûyerê re derbas bûye ev her sê roj bi van gotinan vegot: “Sê roj dibe ku ji we re kêm be lê min sê rojan di wê sarincê de qeşa girt.”   Di ser qedexeya derketina derve ya duyemîn a di 14’ê Kanûna 2015’an de li Cizîrê hat îlankirin  du sal derbas bû. Di qedexeya ewil de di 4’ê îlona 2015’an de hat îlankirin û di 12’ê îlonê de hat rakirin. Qedexeya derketina derve ya di 14’ê Kanûna 2015- 1’ê Adara 2016’an de pêk hat ewil beş bi beş piştre bi tevahî hat rakirin. Di qedexeya ewil ya 8 rojan berdewam kir de di nav de zarok jî heye Mehmet Emîn Levent (21), Saît Çagdavul (19) Muhammed Tahir Yaramiş ( yê 35 rojî), Cemîle Çagirga (13), Osman Çagli (18), Meryem Sure (53), Ozgur Taşkin (20), Seyît Eşref Erdîn (60), Zeynep Taşkin (18), Maşallah Edîn (35), Sayit Nayici (17), Selman Agar (10), Bunyamîn Îrcî (15), Mehmet Dîkmen (70), Mehmet Erdogan (75) û Mehmet Emîn Açik (70) bi giştî 21 kes di êrîşên hêzên dewletê de hatin qetilkirin. Di qedexeya duyemîn de bi hevserokên meclîsa gel a Cizîrê Asya Yuksel û Mehmet Tunç re bi giştî 300 kes hatin qetilkirn. Li Cizîrê di 8’ê îlona 2015’an de dema qedexe pêk dihat de, wêneyekî tişa ku dewletê li kurdan rewa didît raxist ber çavan.    Mal bêdeng e   Piştî qedexeya di 4’ê îlona 2015’an de hat îlankirin şûnde li taxa Cudî Cemîle Çagirga ya 13 salî di 7’ê îlonê de li ber deriyê mala xwe hat qetilkirin.  Di çapemeniya nêzî desthilatdariyê de nûçeyên ‘terorîst hat qetilkirin’ hatin serwîskirin.  Piştre manşeta ‘cenaze sê rojan di sarincö de hat veşartin’ hatin serwîskirin. Dewletê qêrîna dayika Emîne Çagirga nebihist û ya li Cemîleyê rewa dît jî qetilkirin û îşkenceya li cenazeyê bû. bi hinceta qedexeyê nedihiştin cenaze bê definkirin û cenazeya Cemîleyê bi rojan di sarincö de hat sekinandin.  Cenaze hefteyek şûnde bi 16 kesên hatibûn qetilkirin re di 13’ê îlona 2015’an de hat definkirin. Tevî ku di ser re du sal jî derbas bûye, li mala Cemîleyê wek roja ewil bêdengiyek heye. Hîna şopa gulayan li baxçe heye û dema em ji derî dikevin hundir dayika Emîne Çagirga dibînin.  Êş û azara Emîneyê hîna wek roja ewil e.   ‘Di nav destê min de çû’   Emîne ev du sale bi bîranînên keça xwe dijî û gotina wê ya ewil ‘Cemîle ne ya ewil û ne jî ya dawî bû’. Emîneyê wiha got: “Hîna meha havînê bû. gotin qedexe heye min bawer nekir. Cemîle çû dibistanê û piştre dîsa hat. Mamosteyan gotibû qedexe heye û hatibûn malê. Piştre du rojan pevçûn hatin jiyîn. Dengê çekan dihat.  Em hemû malbat li baxçe rudiniştin.  Cemîle ligel min li pey sekinî bû.  Di carekê de dengê gulebaranê hat.  Her kesî xwe avêt erdê. Ez qêriyam min got ‘Cemîle cemîle’. Min dît ku keça min li erdê ye.  Min çar caran got ‘Cemîle’. Wê jî herî dawî got ‘Ay yadê’ û di destê min de can da.”   ‘Min hine li dest û porê wê kir’   Emîneyê di berdewamiyê de wiha got: “Me bir hundir. Sê rojan keça min di nav destê min de bû. ligel min bû. Piştre gotin em ê bibin nexweşxanê. Min qebûl nekir. Min got ez keça xwe nadim dewletê. Jixwe me nikaribû bibin nexweşxanê jî. Me rabû ew şûşt. Gelek ji hinê hez dikir. Me dest û porê wê hine kir.  Me kefen kir. Lê dewletê nehişt em cenazê derbixin.  Tevî ku her kes ket dewrê destur nedan.  Hîna havîn bû. Ji bo xerab nebe me ew kir cemedankê. Sê rojan bedena keça min di wir de ma. Dibe ku sê roj ji we re kêm be lê ez sê rojan di wir de cemidîm. Piştî her kesî bihist me piştî sê rojan ew girt û bir nexweşxanê. Piştî 9 rojan ji Şirnexê gazî me kirin. gotin ‘werin em cenazê li vir defin dikin’. Piştre qedexe rabû me 21 cenaze girt û defin kir.”   ‘Cemîle ne ya ewil bû ne jî ya dawî   Emîneyê diyar kir ku Cemîle ne ya ewil û ne jî ya dawî ye û wiha pê de çû: “Ji Cemîleyê re gotin terorîst. Parçeyê çeka li serê wê ket di destê me de bû. Her tiştê me diyare, ti tiştekî me ne veşariye. Welatî Erdogan jî hemû Cîhanê jî ev dît. Bi rojan ambulans nedan me. Keça min di cemedankê de ma.”   ‘Bila kezeba te jî bişewite’   Emîneyê bi lêv kir ku Tayyîp Erdogan di bernameyekê de kurd nîşan da û got ’10-15 zarokan çêbikin. Binêrin ew 10-15 heban çêdikin’ û wiha got: “Kezeba me bişewitîne, zarokên me ji me bigire, zarokên kurd qetil bike, rune bêje terorîst in.Wî kezeba me, canê me çawa parçe kir, bila kezeba wî jî wisa bişewite. Bila xweda mafê me jê re nehêle. Gelo di destê zarokên kolanê de çek heye.  Zarok li kolanê dilîzin. Wan hedef digirin. dibêjin ‘me terorîst kuştine’. Dibêjin qey wê bi vê kurdan tine bikin. lê wê nikaribin. Em wisa naqedin.”   ‘Ne ez ji bîr dikim û ne jî gelê kurd’   Emîneyê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku tevî di ser de sê sal derbas bûye pêvajoyek hiqûqî nehatiye destpêkirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Darazê qetilkirina keça min nedît. Ez bawer nakim dosyayek jî heye. Rojekê wê gazî me bikin û gotinên vala bêjin.  Lê ne ez ne gelê Kurd van komkujiyan jibîr nakin. Heta berpirs dernekevin holê em li pey van bin.”