Ji Îmraliyê perspektîfên ku koletiya jinê parçe dikin (4) 2017-12-01 09:05:26   ‘Piştevanên min yên herî girîng hevalên jin in’   NAVENDA NÛÇEYAN - Abdullah Ocalan ku di hevdîtinên xwe yên bi heyeta Îmraliyê de pespektîfên ji bo jinan dişandin wiha digot: “Ev 30 sal in alîkarê min ên herî girîng hevalên jin in.” Abdullah Ocalan her wiha modela hevserokatiyê jî pêşniyar kir.   Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di hevdîtinên xwe yên bi heyeta Îmraliyê ya di navbera 2013-2015’an de balê dikişîne ser pergala ‘hevserokatiyê’ ya îro bûye hedefa desthilatdariyê.   Abdullah Ocalan ji Pervîn Buldanê re ku di heyeta Îmraliyê de cih digire got ‘kolandina xwe ya arkeolojîk bike’ û di şexsê Pervînê de xwest lêgerîna heqîqet û esas bê meşandin û di her hevdîtinê de li ser jinan nirxandin kir.   ‘Ez ê hesabê Sakîneyê bipirsim’   Abdullah Ocalan di sala 2013’an de got ‘Em tevgera azadiya jinê dijîn. Jiyana Sakîneyê mînak e. Hûn mînak in. Azadbûna jinê têkoşîna Sakîneyê ye. Ez ê hesabê Sakîneyê bipirsim.” Abdullah Ocalan dîsa heman salê pergala hevserokatiyê ji nîqaşê re vekir û got: “ Divê mirov siyasetê bi evînê bike. Bila pergala hevsrokatiyê li her derê rûne. Hevserokatî gerdûnî ye.”   Abdullah Ocalan di 2014’an de ji Girtîgeha Îmraliyê ji Nesrîn Akgul a li girtîgeha Şakranê dimîne re bi hevkariya heyeta muzakereyê nameyek şand. Di nameyê de wiha got: “ Min ji bo Kurdan behsa bêderfetiya evînê kiribû. Di vê pêvajoyê de ez vê bersivê didim;Evîna Kurdan û dostên wan ancax bi awayekî kolektîf dikare bê jiyîn.   Jin nîşan da   Abdullah Ocalan di sala 2015’an de jî wiha got: “ Ev 30 sal in piştevanên min ên herî  girîng jinin. Divê jin pêvajoyê aktîf bimeşînin. Heta jin azad nebin civak jî azad nabe. Di pêvajoyek wisa de divê civak mîsyona pêşengiyê bide jinan.”   2013: Divê Şoreşa azadiya jinê pêş bikeve   Abdullah Ocalan derbarê têkoşîna azadiya jinê de ev nirxandin kiribû:“ Şoreşeke azadiyê ya mezin, ji bo jiyaneke watedar divê hebe. Ji ber vê jî Şoreşa Rojhilata Navîn wek şoreşa azadiya jinê bê pêşxistin.  Azadî û wekhevî bi mijara jinê dikare pêş bikeve. Şoreşa me şoreşa jinê ye. Ya me ne şoreşa çînî ye. Asta em hatinê nîvê rê ye. Lê divê em ji bîr nekin ku ya girîng ne dawiya rê, di rê de bi coş, kolektîf û xweşikahiya meşê ye. Azadbûna jinê têkoşîna Sakîneyê ye. Jiyana Sakîneyê mînak e.   ‘Heta jin azad nebe gel jî azad nabe’   Jiyana bi jinê re ya bi wate û rûmet, zanînek û mezinbûnekê ferz dike. Yên ku îdiaya wan a evînê heye divê bizane ku rêya vê ji zanabûn û mezinbûnê derbas dibe. Heta mêr bi jiyanê re li hev neyê, heta jiyan bi jinê re li hev neyê aramî xeyal e. Gelê ku jin lê ne azad be ne pêkan e ew gel jî azad be.   ‘Suîkasta Sakîneyê hinceta şer bû’   Abdullah Ocalan  derbarê qetilkirina Sakîne Cansiz de jî wiha got: “ Suîkasta Sakîneyê ne ji rêzê ye. Bi plankirî hatiye kirin. Ji bo min hinceta şer e.  Suîkasta Sakîneyê ji bo me ji suîkasta velîahda Avusturyayê ya di Yekemîn Şerê Cîhanê de hatiye jiyîn girantir e. Ji bilî min tu kes ji wan şert û mercên şer nikarî xwe derxista. Ji vir şûnde jî dibe bi terzî  berê xwe bidin me. Ya girîng rêbaza xebatê divê baş bê parastin.   ‘Dersa Kesîreyê da têkoşîna azadiya jinê afirand’   Min berê mijara Kesîreyê vekiribû. Ez bi keça kesê dewleta kûr re zewicîm û bi taybet hevalên Dêrsîmê bi fikar bûn. Alî Haydar vê baştir dizane. Dema ez bi wê re zewicîm min got wê di navbera me û dewletê de pirek hebe. Hûn dizannin wê (kesîre) jî 10 salan ezabên mezin bi me dan kişandin. 10 salan dersên mezin dan min. Ne ji dersa ku wê dabûya, îro wê jinên li vê maseyê rûniştine tunebûna. Wê azadiya jinê tunebûya. Me azadiya jinê wisa pêş xist. Wê demê hevalên me gotin em bikujin. Min nehişt. Ez dubare dibêjim lêgerîna min a çareseriyê gelek kevn e.   QEDYA…