Ji Îmraliyê perspektîfên ku koletiya jinê parçe dikin (2) 2017-11-29 09:07:20   ‘Xwedî li xwe beden û rihê xwe derkevin’   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo jinan got ‘cîhanek tê qezenckirin heye’ û pespektîf pêşniyar kir. Di navbera salên 2005 û 2009’an de bal dikişîne ser êrîşên zayendî û qetilkirina jinan.   Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku ev 18 sal in di bin tecrîda giran de ye, di navbera salên 2005-2009’an de di pespektîfên şandiye de bal dikişîne ser kuştinên jinan, çanda tecawiz, parastina cewherî û akademiyên jinan.   Abdullah Ocalan di sala 2006’an de got ‘ew xwe wek karkerên hezkirinê dide nasîn’ û di 2007’an de jî got divê di hilbijartinên giştî de temsîliyeta wekhev bê destekkirin. Di 2008’an de jî di nirxandinên xwe de got kapîtalîzm her tiştî dike yek tîp.   Hêza îdeolojîk: PAJK   Di 2005’an de derbarê modela rêxistina jinan de nirxandin kir: “ Derbarê ku têkiliya PAJK-PKK’ê di rêziknameyê de çawa be nîqaş hatine kirin. Yê hebûna xwe biparêzin. Fêde heye ku PAJK wek hêzek îdeolojîk bimîne. Li dijî mêran gelek rêyên bigirin heye. KJB dikare wek konseya rêveber be, wek rêxistina sîwaneyê be. Divê ev organeke îdeolojîk ya rizgariya jinê be.   Partî rêxistina zîhniyet û îdeolojiyê ne. Nabêjin ‘em bibin dewlet’.  Xebatên akademîk dikin. dikarin akademiyan ava bikin.    Li ser min bandora îdeolojiya serdestiya mêr tune   Hewcedarî bi konfedaralîzma jinê tuneye. Bila xweserbûna xwe biparêzin.  Ez bi jinê bawer im.  Di vê mijarê de nêrînên min ên rasteqîn û berfireh hene. Li ser min bandora serdestiya mêr tuneye. Min ev hilweşandiye.   2006: Ez xwe wek karkerên hezkirinê didim nasîn   Abdullah Ocalan di peyama xwe ya ji bo jinan a 2006’an de wiha got: “ Divê jin ji bo azadbûnê di îdeolojiya rizgariya  jinê de kûr bibin. Divê wek hêzek îdeolojîk hebin. Divê zêde bi mêran bawer nekin. Divê ji azadiya jinê mirov netirsin. Ez bi jinan re wisa heval im. Ez wisa bersiv didim keda jinan. Divê her tim xurt bin. Ez xwe wek karkerên hezkirinê dibînim.”   ‘Ez li dij çanda tecawizê me’    Abdullah Ocalan derbarê pergala hevserokatiyê de jî wiha got: “Ji bo rakirina pergala hevserokatiyê em dibêjin na. Du kes vê pewyirê bimeşînin. Ger nebe ku yek jî bimeşîne bila ew jî jin be. Gelo jin vê heq nakin? Pergala serdest a mêr didome. Belkî rakirina vê ne hêsan e lê em di heman demê de ji bo azadbûna jinê têdikoşin. Zarokên keç bi mêrên 60 salî re tên zewicandin. Ev çanda tecawizê ye.    2007: Çanda tecawizê   Abdullah Ocalan di sala 2007’an de jî wiha got: “ Hestên zayendî xwezayî ne. Bi her kesî re hene. Ya xeter ev e ku zayend bibe objeya desthilatdariyê. Zayenda heyî desthilatdarî ye, mêrantiya rabûye ser piyan e. Heta mêr aniye rewşek çavsor. Di bin çanda tecawiz, kuştin û namûsê de ev feraset heye. Heta ev neguhere pirsgirêka azadî û demorkasiyê çareser nabe.   2008: Pirsgirêka jinê pirsgirêka desthilatdariyê ye   Abdullah Ocalan di 8’ê Adara 2008’an de peyamek ji jinan re şand û got: “ Pirsgirêka jinê pirsgirêka desthilatdariyê ye. Fînansa kapîtal li ser mantiqa desthilatdariyê hatiye ava kirin.  Zayendiya jinê wek alava desthilatdariyê tê bikaranîn. Xwe ji van têkiliyan û mêran dûr bixin.  Fînansa kapîtalîst ji bo jinê bike bin kontrola xwe zayendperestiyê bikar tîne. Her tiştî dikin yek tîp.   Jin divê aboriyên xwe yên azad ava bikin. Divê xebatên akademiyê hemû aliyan bihundirîne. Mînak divê xwendekarek zanîngehê jî kevaniyek jî di xebatan de cih bigirin.   2009: Ji bo jinan pêşniyarên aborî, perwerde, rêveberiyên herêmî   Abdullah Ocalan di nirxaninên xwe yên sala 2009’an de derbarê jinan de ev perspektîf pêşniyar kir: “Ez bang li jinan dikim, dikarim xwe bi îradeya xurt biparêzin.  Ez ji 7 saliya xwe heta niha bi pirsgirêka jinan re eleqeder dibim. Heta ji min re gotin ‘tu ji jinan hez dikî’. Ez bi jinên tevlî refên me bûn re eleqeder bûm. Heta min got ‘têkoşîn zehmet e, hûn nikarin tevlî nebin’. Min bi wan re gogê lîst. Me soberî kir. Min her tim kurahiya têkoşînê ji wan re vegot. Min heta cihekî ew parastin. Lê divê herî zêde ew xwedî li xwe derkevin. Namûs, hişmendiya xweser û îradeya xurt e. Xwedî li beden, rihê xe derkevin. Di têkiliya hezkirina kapîtalîst de ked tuneye. Hezkirina rast tune. Evîn tune. Hezkirin kedê dixwaze.   SIBÊ: Nirxandina jinê ya di navbera 2010-2011’an de