25’ê Mijdarê: Berxwedana li dijî KHK’yan berxwedana li dijî şîdetê ye (10) 2017-11-24 09:14:29   ‘Xwestin bi birçîbûnê terbiye bikin lê em bi antreman in’   Zulal Koçer   STENBOL - Seher Darilmaz a ku 9 meh berê hat îxrackirin ev demeke anketoriyê dike. Li Tirkiyeyê berxwedana li dijî KHK’yan wek berxwedana li dijî şîdetê ye, bi hezaran welatîyî wek mamoste Seheberê gotin ‘Dema edelet, maf û hiqûq bê vî welatî em ê vegerin karê xwe’ û têkoşîna xwe berdewam dikin.    25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Hemberî Şîdeta li Ser Jinê ya Navneteweyî nêz dibe û jinên berxwedêr gotina xwe dibêjin. Li Tirkiyeyê bi taybet ji sala borî meha Tîrmehê şûnde gelek caran OHAL hat îlankirin û gelek kes ji karê xwe hatin avêtin. Dîsa yên herî zêde ji OHAL’ê bi bandor bûn jin bûn. Lê van jinan gotin ‘Em bê maf  ji kar hatin avêtin, em karê xwe dixwazin’ û daketin kolanan. Yek ji van kesan jî Seher Darilmaz e. Hem li qadên berxwedanê û hem jî li dijî ‘bi birçîbûnê terbiyekirinê’ anketoriyê dike û têkoşîna jiyanê dide.   Mamoste Seher anketoriyê dike   Seherê di 7’ê Sibata 2017’an de bi KHK’yê ji karê xwe hat avêtin. Seherê mamosteya 15 salan a hunera dîtbarî bû, di heman demê de endama Egîtîm Senê bû. Me ew li Sûka Beşîktaşê dema ku anket çêdikir dît. Seherê hewl dide mirovan ji bo anketê îkna bike. Piştre kesên îkna dike li buroyê pê re anketê çê dike.   Seherê ya ku ev sê, çar meh in vî karî dike, behsa  îxrackirina xwe dike: “ Ez di şevekê de betal mam. Bêyî  lêpirsîn, bêyî teblîgat ez ji kar hatim avêtin.”   Li mal runenişt   Seherê ji ber vê yekê demek dirêj xemgîn bûye û tevlî vê yekê jî li mala xwe rûneniştiye û bi hevalên xwe yên sendîkayê re biryara berxwedanê girtine.  Seherê di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Li Kartal, Kadikoy û Bakirkoyê li sê herêma sê rojên hefteyê bi awayekî hevdem em nobetên berxwedanê digirin. Me biryara berxwedanê girt. Ji ber şert û mercên me yên xebatê hatibûn tunekirin. Dîplomeyên me bê bandor hiştin. Ji ber vê yekê em nikarin li tu cihî bixebitin. Em bê maf ji kar hatin girtin. Divê em vê bigihînin mirovan. Me jî wisa kir.   Seherê diyar kir ku piştî pêvajoya darbeyê şûnde di çarçoveya operasyonên FETO’yê de hatiye îxrackirin û  got sedema vê jî ev bû ku wan ‘perwerdeya zanistî, layik, bi zimanê dayikê û bê pere’ parastine.