25’ê Mijdarê: Li dijî tundiyê çeka min kamera ye (3) 2017-11-17 09:43:42   ‘Ez di belgefîlmên xwe de balê dikişînim ser tundiya li ser jinê’   Evrîm Kepenek   STENBOL - Di 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Hemberî Tundiya Li Ser Jinê ya Navneteweyî de derhêner Ayşe Ayben Altun bi kameraya xwe li dijî şîdetê berxwe dide. Ayşeyê diyar kir ku çeka wê ya li dijî şîdetê kameraya wê ye.   Têkoşîna ji aliyê xwişkên Mîrabel ve li Komara Domînîkê li dijî dîktator Rafael Trujîllo hat destpêkirin, bi berxwedana jinan a li dijî pergala serdest a mêr didome. Hemû jin li cîhanê xwe amade dikin ku dakevin qadan. Her jinên ku li dijî şîdetê rêbazên parastina cewherî pêk tînin, teşeyê têkoşîna wan jî bi wan re cudahiyan nîşan dide. Carna bi xêzekê  carna bi stranekê dibin bersiv. Yek ji van jinan jî, derhênera belgefîlma ‘Rûyên Jinan ên Îlonê’ Ayşe Ayben Altunçe.   ‘Heqîqeta herî baş jin…’   Ayşe Aybenê diyar kir ku di belgefîlmê de şîdeta di girtîgehê de ya di dema 12’ê Îlonê de li ser jinan pêk hatiye vedibêje û got belgefîlm aliyekî din ê şîdetê jî nîşan dide. Ayşeyê wiha got: “Heta wê demê hemû kesan tundî înkar dikirin.Hewl didan ku tundiya dewletê pêk aniye tune bihesibînin. Lê her ku vegotinên di belgefîlmê de hatin vegotin, aliyê şîdetê jî derket holê. Dîsa jî herî baş jin heqîqetê vedibêjin.”   ’37 sal şûnde tiştek neguheriye’   Ayşeyê da zanîn ku yek ji kesên di belgefîlmê de wek şahida demî cih girtiye hevşaredara Bajarê Amedê Gultan Kişanak a ji karê xwe hatiye dûrxistin e û ev tişt got: “Demek dirêj nexwest biaxive. Min hêvî birî bû. Lê rojekê geriya û got ‘Ez li Stenbolê me ez nîvro şûnde dema xwe ji te re vediqetînim.’ Ez çûm cem wê û bi saetan îşkence vegot.”   Ayşeyê di dawiyê de da xuyakirin ku jin neçar in ku li her derê dengê xwe li dijî şîdetê bilind bikin û got: “Nokteya dewletê îro em anînê ev e. Ez li dijî şîdetê bi kameraya xwe, bi belgefîlmên xwe têdikoşim. Ez bi belgefîlmên xwe balê dikişînim ser şîdeta li ser jinan.    Belgefîlma Ayşeyê ya ‘Rûyên Jinan ya Îlonê’ di çarçoveya bernameyên 25’ê Mijdarê de wê li Navenda Çanda Kolanê ya Gazîosmanpaşayê bê nîşandan.   SIBÊ: Ger nivîsandin veguhere alava parastina cewherî…