25’ê Mijdarê: Mîrabel ji kozayê dertên û baskên xwe vedikin (1) 2017-11-15 09:02:11   NAVENDA NÛÇEYAN - Sê jinên li dijî Dîktatoriya Komara Domînîkê ne tirs, cesaret bi rêxistin kirin… Patrîa, Mînerva û Marîa. Sê xwişkên hev. Ji kozayê derketin û bûn perperok. Berxwedanek bê hempa bi rêxistin kirin. Berxwedana xwişkên Mîrabelê li her çar alî cîhanê li dijî pergala serdest a mêr di baskên perperokên  têdikoşînê de dijîn.   Li herêma Bakurê Komara Domînîkê di 25’ê Mijdara 1960’î de  cesedê sê jinan li bin zinarekê hat dîtin. Li Salcedo, gundê bi navê Ojo De Agua sê xwişkên bi navê Patrîa, Mînerva û Marîa hatin dinê. Her sê xwişkên pêşengên Tevgera Clandestîna bûn û li dijî dîktatoriya Trujîllo têdikoşiyan.   Serok dewletê Komara Domînîkê yê wê demê dîktatorê herî devbixwîn ê Amerîkayê, Rafael Trujîllo bû. Rafael 31 salî li merciyê ma û îmze avêt komujiyên mezin. Rafel navê bajar û çiyan guhert û navê xwe lê kir û kesên alîgirên azadiyê bi kuştinên 'kiryar nediyar' qetil kir. Di dema dîktatoriya wî de komkujiya ‘Parsley’ yanî Maydanoz pêk hat û 50 hezar kes mirin.    Bûn pirsgirêka herî mezin a welat   Xwişkên Mîrabel ên ku texta bi xwîn ya 31 salî hejandin. Bi berxwedaneke mezin dîrok guhertin. Xwişkên bi navê ‘perperok’ tên zanîn, mîmarên rêxistina li dijî Rafael bû. Xwişkên mîrabel û hevjînên wan bi canê xwe ji bo mafên mirovan û demokrasiyê têkoşîn dan. Her sê xwişk ji aliyê Rafael ve wek terorîst hatin îlan kirin û bi dehan carî hatin girtin û berdan. Xaniyên wan, erdên wan ji aliyê dewletê ve hatin desteserkirin. Rafael di axaftinek xwe de got ‘Pirsgirêka herî mezin a dewletê Dêr û xwişkên mîrabel in’. Li ser vê gotinê hedef hatin girtin. 23 roj piştî axaftina Rafael şûnde xwişkên Mîrabel di 1960’î de 25’ê Mijdarê de li herêma bakurê Komara Domînîkê mirî hatin dîtin.   Perperok dibin efsûn   Di dîrokê de tê zanîn ku her sê xwişk ji aliyê dewletê ve hatine qetilkirin. Xwişkên Mîrabel ji aliyê leşkerên dîktatoriyê ve tên tecawizkirin û piştre jî bi awayekî hovene tên qetilkirin. Salvegera vê roja şermê ye. Ji ber nasnavê yek ji xwişkên Mîrabel ‘perperok’ bû, ji wê rojê şûnde hem li Domînîkê û hem jî li cîhanê bi navê ‘perperok’ bûn efsûn.   25’ê Mijdara 1960’î di heman demê de roja serhildana li dijî Rafael e. Rafael dîsa kesên li dijî wê sekinînin tune kir û got qey wê têkoşîna xwişkên Mîrabel bide sekinandin. Lê piştî vê qetilkirinê, serhildan zêde bûn, DYA’yê alîgirbûna xwe ya ji rejîma Rafael kişand û di 30’ê Gulana 1961’ê de Rafael di suîkastekê de tê kuştin. Di sibata 1963’an de piştî gelek sal şûnde bi pergaleke demokratîk li Komara Domînîkê deng tê dayîn û hikûmet tê hilbijartin. Xwişka wan Dedê Mîrabel jî ku wê rojê ne di wê wesayîtê de bû û jiyana xwe ji dest neda, jiyana xwe da ser vegotina çîroka qehremaniya her sê xwişkên xwe.   Perperok baskên xwe hîna jî vedikin   Di 1981’ê de li Domînîkê Komxebata Jinan a Latîn Amerîkayê pêk hat û 25’ê Mijdarê wek ‘Roja Piştevaniya Navneteweyî û Têkoşîna Li Dijî Şîdeta Li ser Jinê’ hat qebûlkirin. Piştre di 1985’an de ji aliyê  NY’ê ve ev roj hat îlan kirin.    SIBÊ: 25’ê Mijdarê:Jinên bi objektîf û pênûsên xwe şîdet teşîrkirin (2)