Polîtîkaya xespê ya li Kurdistanê: OHAL, KHK, Qeyûm (2) 2017-10-29 09:18:19   94 şaredarî destê qeyûm de ne, 28 hevşaredarên jin girtîne   AMED-Di 94 şaredariyên DBP’ê ku ji parçeyeke rêveberiyên herêmî hat derxistin û veguhertin qerekolan destkeftiyên jinan yek bi yek hatin tunekirin. Qeyûmên êrîşî destkeftiyên şaredariyên DBP’ê yên 15 salan kirin, hedefa wan ya ewil xebatên jinan bû û bi giştî 28 hevşaredarên jin hatin girtin.   Îradeya gel tune hat hesibandin û şaredariyên DBP’ê di serî yên bajarên mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê  û gelek navçe û bajarokan hatin desteserkirin. Niha şaredarî ji aliyê Walî û qeyqaman ve tên rêvebirin.  Hevşaredarên DBP’ê û endamên meclîsên wan jî hatin girtin an jî ji peywirê hatin durxistin.  Ji hevşaredarên hatine girtin jî 28'ên wan jin in.   Zîhniyeta xespê ya qeyûman   Di bin navê ewlehî û terorê de qeyûman dest bi îcratê xwe kirin û êrîşî destkeftiyên jinan kirin û bi vî awayî xizmeta xwe ya ewil jî ji bo jinan kirin.  Navend û stargehên jinan hatin girtin, xebatkarên midûriyeta polîtîkayên jinan ji kar hatin avêtin û xwestin bi van pêkanînan jinan biqedînin. Di vê çarçoveyê de 43 navendên şaredariyên DBP’ê  bûn hedefa qeyûman. Biryarên ku qeyûman girtine zîhniyeta AKP’ê ya li hemberî jinan jî nîşan dide.   Saziyên jinan yek bi yek hatin girtin   Qeyûmên wek şaredariyên din ku tayînê şaredariyên Amedê jî bûn, navendên jinan girtin û bê bandor hiştin.  Naveroka hinek navendan guhertin û ji bo armancên din bi kar tînin.  Saziyên jinan yên girêdayê şaredariya bajarê Mezin a Amedê û navçeyan ji aliyê qeyûman ve hatin girtin û bê bandor hatin hiştin. Ji van hinek wihane:   *Seroka Daîreya Polîtîkayên Jinan ya girêdayê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji peywirê hat girtin û hemû xebatên wê hatin rawestandin. Li şûna Cigira Seroka Daîreya Jinan jî peywirdarekî mêr yê cigirê sekreterê giştî bû tayîn kirin û hemû xebatên jinan bi Serokatiya Daîreya Civakî û Malbatî ve girê dan.   *Xizmeta Xeta Alo Şîdet û Îstasyonên Pêngava Ewil hatin sekinandin.  Faliyetên DÎKASUM’ê hatin pasîfîze kirin. Yurda xwendekarên Keç ya 227 kesî jî hat valakirin û  avahiya yurdê ji bo xizmên nexweşan wek mîvanxane hat tahsîskirin.   *Xebatkarên Midûriyeta Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Kayapinarê bi KHK’a hejmar 677’an hat îxrackirin û xebatkarên Navenda Jinan a Cerenê jî  ji kar derxistin û xebat hatin sekinandin.  Xebatkarên Zarokîstanê jî ji kar hatin derxistin, kreş kirin Tirkî.  Mala Çand û Piştgiriya Perwerdê ya Alî Erel jî kirin mescîd.   *Xebatkarên Midûriyeta Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Sûrê bi KHK’a Hejmar 677’an hatin îxrackirin û xebatkarên Navenda Jinan a Amîda ji  kar hatin derxistin. Midûriyeta Polîtîkayên Jinan jî fes kirin û navenda Jinan a Amîda girtin.   *Xebatkarên Navenda Jinan a Rozayê ya Şaredariya Yenîşehîrê ji kar hatin avêtin û xebat hatin sekinandin.    *Qeyûmê tayînê şaredariya Farqînê bû, deriyê Navenda Jinan a Meya girt û nehişt xebatkar bikevin hundir.  Dest danîn ser belgeyên jinan yên serî li navendê dabûn û xebatkar hatin derxistin û navend hat girtin.   *Qeyûmê tayînê şardariya Licê bû Navenda Jinan a Nujiyan û Navenda Çanda Azîz Ferdî girt û xebatên jinan dan sekinandin.   *Midûra Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Çinarê hat îxrackirin û xebakarên Navenda Jinan Jinwarê ji kar hatin derxistin.    *Xebatkarên Midûriyeta Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Erganiyê hatin îxrackirin û xebatên navenda jinan hatin sekinandin.   *Qeyûmê tayînê şaredariya Pasûrê bû xebatkara  Navenda Jinanan Zozan Erenê ji kar derxist û navend girt.   SIBÊ:Navendên Jinan ji bo tîpa jinê ya li gorî xwe dibînin, bikartînin