19'emîn sala komployê: Ji tarîtiyê ber bi ronahiyê berxwedan didome (3) 2017-10-07 09:04:39   'Barê li ser milê Rêber Apo êdî ye tevahiya gelê kurd bû'   Rojda Aydin   AMED - Komploya navneteweyi ku di 9'ê Cotmehê de  li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêk hat ket sala 19'emîn. Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Mevlude Adsiz diyar kir ku gelê kurd yê ku ji bo Rêber Apo rabû ser piyan hîn jî li ser piyan e û ev tişt got: "Barê li ser milê Rêber Apo êdî yê tevahiya gelê kurd bû."   Komploya navneteweyî ku di sala 1998'an de li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat kirin ket sala xwe ya 19'an. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi salan ji bo pirsgirêka gelê kurd û  Rojhilata Navîn têkoşîn da û di 9'ê cotmehê de di encama komploya navneteweyî de ji Sûriyeyê derket. Vê pêvajoyê bi radestkirina wî ya Tirkiyeyê ya di 15'ê Sibatê de berdewam kir. Di wê serdemê de bi sedan berxwedêrên kurd ji bo Abdullah Ocalan bedena xwe dan ber agir. Gelê kurd yê ku li dijî komployê dest bi berxwedanê kir vê berxwedana xwe di roja îro de jî berdewam dike. Endama Meclisa Dayikên Aştiyê ya Amedê Mevlude Adsiz ya ku ji çalakiyên li girtîgehan bi dirûşma "Hun nikarin roja met arî bikin" hatin destpêkirin û li tevahiya civakê belav bûn re şahidî kir, çalakiyên ku wê demê dayikan li ber girtîgehan û li kolanan li dar xistin jî bi bîr xist û wiha got: "    'Kesên li serokatî guhdar nekirin welat kirin qada şer'   Mevlûde Adsiz ya ku got li dijî Rêberê PKK'ê komplo hatiye kirin û lîstik pêk hatiye diyar kir ku bi koploya hat kirin re Rêber Apo radestî Tîrkiyeyê hatiye kirin. Mewlûde di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Hikûmeta tirk Rêberê me kir Girtîgeha Îmraliyê û niha jî destûrê nade ku malbat û parêzerên wî pê re hevdîtinê bikin. Li ser Rêberê me tecrîtek girankirî tê meşandin. Tecrîta ku tê kirin sûcê mirovahiyê ye. Serokê me doza mirovahiyê dide meşandin. Lê dewleta tirk vê qebûl nake. Ger ku dewleta tirk guhdar bikira niha wê li hemû aliyên welat aştî hebûna. Kesên ku guh nedan Rêberê me welat kirin qada şer. "   'Em li dijî  komployê her li qadan û li kolana bûn'   Mewlude anî ziman ku dayikên kurd her yekê ji wan ji bo azadiya gelê kurd  çi bigire  2 an jî 3 zarokên xwe bedel dan,  lê ji vê tû carî poşman nebûne  berovajiyê wê ji bo azadiya Abdullah Ocalan jî çi ji destê wan hatiye kirine, di dema pêkhatina komployê de jî berxwedana xwe mezin kirine. Mevludeyê  diyar kir ku çalakiya bi dirûşma "Hûn nikarin roja met arî bikin" ku li girtîgehê hat destpêkirin li derve li hemû qadan belav bû, wan jî wekî Dayikên Aştiyê bi çalakiyên wekî greva birçîbûnê, gerandina zincîrê, lixwekirina kefen li dar xistin û wiha pêl da axaftina xwe: "Dewletê xwest ku çalakiyên ji bo Rêbertiyê tên lidarixstin rawestîne. Lê me got ku em heta agahiyek zelal ji Serokê xwe negirin dest ji çalakiya xwe bernadin. Dema ku Serok anîn Tirkiyeyê û li gelek welatên din çalakî hatin lidarxistin. 20 dayikên aştiyê jî dest bi greva birçîbûnê kirin û çalakiyên xwe yên li derve jî berdewam kirine. Ji ber vê jî hemû Dayikên Aştiyê ku li derve çalakî li dar xistin jî hatin binçavkirin."     'Heta ku em karibin em ê li ber xwe bidin'   Mewludeyê herî dawî wiha got: " Dewlet bi hişmendiya ku Abdullah Ocalan bigire wê pirsgirêkê çareser bike tevgeriya. Lê her ku çû hêrsa gel zêdet bû. Gelê kurd ji bo Serokê xwe rabû ser piyan û hin li ser piyan e. Dewlet çiqaş tecrîtê li ser Serokê me giran bike wê hêrsa me jî li dijî wê zêdetir bibe. Divê ku tecrît bê bidawîkirin û Serokê me azad bibe. Heta ku gelê kurd hebe wê ji bo Serokê xwe li ber xwe bide."