Komkujiya li dijî aştiyê, hatiye organîzekirin: 10'ê cotmehê di sala duyemîn de ye (1) 2017-10-06 09:44:48   Çîroka jinên 'aştî emanet kirine'   NAVENDA NÛÇEYAN - Ji aliyê hevkarên DAIŞ ê û dewletê ve komkujiya ku di 10'ê cotmeha 2015'an de li Enqereyê pêk hat di ser de du sal derbas bû.  Di du salan de pêvajoya şer kûr bû û li Kurdistanê jî polîtîkayên îmha û înkarê ketin dewrê. Di 10'ê cotmehê de welatiyên ji bo Mîtînga Aştî, Demokrasî û Kedê hatin Qada Gara Trenê ya Enqereyê, ji bo aştiyê qîr bikin pankarta 'Me çiqas bêrî kiriye ku em bê xwîn li ezmanan binêrin'.    Bi hezaran kes ketibûn rêya Enqereyê.  Lê di 10'ê Cotmehê de saet di 10.04'an de qad bi rengê sor boyax kirin.  102 kes mirin û bi sedan kes jî birîndar bûbûn.   Lê ne tene bi du DAIŞ'iyan, bi hevkariya dewlet û  DAIŞ'ê komkujî pêkhatibû.   Jinan aştî emanet kirin   Di şerê ku mêran dan destpêkirin de, li her derê jinan dengê aştiyê bilind kirin, ji bo aştiyê di 10'ê cotmehê de ketibûn rê.   Jinên dema ketin rê û her tişt li pey xwe hiştin, piştî hatin qetilkirin jî emanetek li pey xwe hiştin, ev emanet jî aştî bû.   Çîroka jinên di 10'ê Cotmehê de hatin qetil kirin, tevî her tiştî ji bo aştiyê dibe hêvî û  soza wan careke din bilind dibe: 'Soza me ji bo ev e ku wê aştî pêk bê.'   Aycan Kaya   Hevseroka HDP'a Uskudara Stenbolê bû. Cenazeyê wê di 12'ê cotmehê de şandin Êlihê.   Ayşe Denîz   Ayşe endama Lijneya Rêveberiya Karşiyaka ya HDP'ê û muşavîra aborî ya navçeyê bû. Cenazeyê wê bi Bernayê re li goristana Dogançay ji aliyê jinan ve hat definkirin.   Azîze Onat   Azîze endama rêxistina HDP'a Uskudarê bû.  Li gundê Zîvzîk a Şîrwan a Sêrtê hat dinê û pişt re li Stenbolê bi cih bûn.  Beriya biçe Enqereyê pêlîstokên ji bo zarokên Kobanê amade kiribû. Cenazeya Azîzeyê di 12'ê Cotmehê de li Umraniyeyê hat definkirin.   Başak Sîdar Çevîk   Başak xwendekara pola dawî ya  Fakulteya înşata Zanîngeha Atilimê bû. Başak li mîtîngê bi bavê xwe Îzzettîn Çevîk û dayika xwe Hatîce Çevîk re hat cem hev. Ew û meta xwe bi hev re hatin qetilkirin. Cenazeyê wê bi meta wê Nîlgunê re şandin Pirsûsê.   Bedriye Batur   Bedriye bi meta xwe Fatma Fîlîzê re li qadê bû. Bi hev re jiyana xwe ji dest dan. Cenazeyên wan li Alanyayê hat definkirin.   Berna Koç   Berna endama Mala Gel a Îzmîrê bû. Karkera paqijiyê bû û ji bo zanîngehê jî amadekarî dikir. Beşa Harîta û Kadastroyê ya Zanîngeha Celal Bayar qezenc kir. Berna li Îzmîrê ji aliyê hezaran kesî ve hat definkirin.   Dîcle Delî   Dîcle ya 17 salî li Sêrtê hatibû dinê û liStenbolê li lîseya Bakirkoyê dixwend.  Dîcle beriya biçe Enqeryê nîşeya 'Em ji bo aştiyê diçin Enqereyê' hiştibû.   Dîlan Sarikaya   Dîlan xwendekara beşa arkeolojiyê ya Zanîngeha Çukurovayê bû. Endama EMEP'ê bû.  Dîlan ji aliyê sedhezaran kesî ve di 12'ê cotmehê de li Edenê hat definkirin.   Ebru Mavî   Ebruyê li zanîngeha Enqereyê Fakulteya Fenê dixwend. Xwendekara beşa kîmyayê pola duyemîn bû. Cenazeyê wê li Elbîstanê hat definkirin.   Elîf Kanlioglu   Elîf ji Aydinê çû Enqereyê û xwendekara pola duyemîn ya Dibistana Bilind a Zimanê Biyanî ya Zanîngeha Mersînê bû. Cenazeyê wê li navçeya Arhavî hat definkirin.   Emîne Ercan   Emîne endama EMEP'ê bû. Cenazeyê wê di  12'ê cotmehê de li Çorumê ji aliyê jinan ve hat oxirkirin.   Fatma Esen   Fatma Esen endama HDP'ê bû  û cenazeya wê ji aliyê gelek kesî ve li goristana Gazî hat definkirin.   Fatma Fîlîz Batur   Hevseroka HDP'a Alanyayê Fatma têkoşîna jinê dida û doza jinên şîdet didît dişopand. Di 10'ê Cotmehê de bi Bedriye Batur a bi hev re ketin rê û çûn Enqerê li Alanyayê hat definkirin.   Fatma Karabulut   Fatma di serokatiya HDP'a Uskudarê de dixebitî. Cenazeyê wê di 11'ê cotmehê de li bajarê wê  Kirkişla ya Cîhanbeylî a Konyayê hat definkirin.   Gozde Aslan   Gozde endama baskên ciwanan a Meletiyê ya CHP'ê bû. Ji Meletiyê tevlî mîtîngê bûbû. Gozde di 12'ê Cotmehê de li Meletiyê hat definkirin.   Gulbahar Aydenîz   Gulbahar yek ji 11 endamên baskên ciwanan a CHP'ê yên li Enqereyê jiyana xwe ji dest dan bûn.  Cenazeyê di 12'ê Cotmehê de li Meletiyê bi Gozde Aslan, Umut Tan, Onur Tan, Sezen Vurmaz û Seyhan Yaylagulê re hat definkirin.   Gulhan Karli Elmascan   Gulhan Karli Elmascan mamosteya rehberê bû û bi hevjînê xwe Yilmaz Elmascan re ji Edenê tevlî mîtîngê bûbû. Cenazeyê wê di 12'ê cotmehê de li taxa Zengen a Eregliya Konyayê hat definkirin.   Îdîl Guneyî   Îdîl di TCDD'ê de endezyar bû.  Ji Zanîngeha Hacettepeyê mezûn bibû. Di 12'ê Cotmehê de li goristana Karşiyaka a Enqereyê hat definkirin.   Kubra Meltem Mollaoglu   Kubra endama parlamenteriya Rêza 16'emîn a herêma Yekemîn a HDP'a Stenbolê bû. Di 11'ê Cotmehê de li goristana Karacaahmetê hat definkirin.   Leyla Çîçek   Leyla endama Lijneya Rêveberiya HDP'a Tarsûsê bû. Di 12'ê cotmehê de li Tarsusê hat definkirin.   Meryem Bulut   Meryem Bulut a 70 salî endama Lijneya Rêveberiya Şîlî ya Stenbolê a HDP'ê bû. Meryem di 12'ê Comehê de li Êlihê li goristana Îkîztepeyê ji aliyê sedan kesî ve hat definkirin.   Necla Duran   Necla endama Mala Gel a Antakyayê bû. Di 12'ê Cotmehê de li taxa Aşagiokuçular a navçeya Defne bi tevlîbûna hezarna kesî hat definkirin.   Nîlgun Çevîk   Nîlgun Çevîk meta Başak Sîdar Çevîkê bû. Cenazeya wê di 12'ê Cotmehê de li Pirsûsê hat definkirin.   Sarigul Tuylu   Sarigul endama rêxistina HDP'a Sariyerê bû. Cenazeya wê di 11'ê Cotmehê de ji Malacemê ya Nurtepe a Kagithaneyê hat girtin û bi dirûşmeyan hat definkirin.   Sevgî Oztekîn   Sevgî ji Enqereyê tevlî mîtîngê bûbû.  Di 11'ê Cotmehê de li goristana Karşiyakayê hat definkirin.   Sevîm Şînîk   Sevîm ji Alanyayê çûbû Enqereyê. Cenazeya wê di 12'ê Cotmehê de li Alanyayê hat definkirin.   Seyhan Yaylagul   Seyhan ji Elbîstanê bi hevjînê xwe re çûbû Enqereyê.  Bi Ebrû Mavî re li Meletiyê hat definkirin.   Sezen Vurmaz Babaturk   Sezen bi keça xwe ya 15 salî re li Enqereyê bû. Keça wê birîndar bû û wê jiyana xwe ji dest da. Di 12'ê Cotmehê de li goristana Şehîr a Meletiyê hat definkirin.   Şebnem Yurtman   Şebnem xwendekara Zanîngeha Mersînê bû û endama lijneya rêveberiya Partiya Kedê ya Mersînê bû. Cenazeyê wê di 12'ê Cotmehê de li gundê Bucak a navçeya Karaîsali ya Edenê hat definkirin.   Şîrîn Kiliçalp   Şîrîn li Stenbolê li Dibistana Navîn a Haci  Ethem Uktem mamosteya dersa Tirkî bû.  Di 11'ê Cotmehê de li Kulu ya Konyayê hat definkirin.   Muhammed Veysel Atilgan   Veysel 9 salî bû.  Bi bavê xwe Îbrahîm Atilgan re hatibû mîtîngê. Diçû pola sêyemîn. Cenazeyê wî di 11'ê cotmehê de li Êlihê hat definkirin.   SIBÊ: Xizmên kesên di 10'ê cotmehê de jiyana xwe ji dest dane, diaxivin