19’emîn sala komployê: Berxwedan ji taritiyê berbi ronahiyê didome (1) 2017-10-05 09:21:05   Jinên meşiyan ‘reviyên azad bûne’   NAVENDA NÛÇEYAN - Bi ‘Komploya Navneteweyî’ ya 19 sal berê bi derketina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a ji Sûriyeyê re, gelek jinî got ‘hûn nikarin roja me tarî bikin’ û bedena xwe dan ber agir û bersiv dan komployê.  Jinên gotin ‘Parastina rêbertiyê; bi xwegîhandina alavên azad bûne pêkan e’ û têkoşîna xwe meşandin, îro bi awayên cuda didomînin û berxwedana gelê Kurd li dijî tecrîd û komployê berdewam dike.   Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji aliyê dewletên navneteweyî ve di 9’ê cotmeha 1998’an de ji Sûriyeyê hat derxistin û bi vê re komplo xistin dewrê.  Komplo wek êrîşa lîstikên planên li ser Rojhilata Navîn jî derket holê.  Kurdan ev 19 sale ji bo komployê lanet bike li kolanan têkoşîn meşandin.    Hêzên navneteweyî yên bi opersayonek îlegal Abdullah Ocalan revandin îro gelek ji armanca xwe durin û Kurd jî  gelek gelek nêzî hedefên xwe ne.  Li her çar parçeyên Kurdistanê qezenc hatin bidestxistin û xweseriya li Rojava, serkeftinên hilbijartinên herêmî û geşedanên di pratîkê de, têkçûna komployê jî dide nivîsin.   ‘Hedefa DYA’yê ev bû ku min li Rojhilata Navîn tasfiye bike’   Abdullah Ocalan komployê wiha vedibêje: “Di  9’ê cotmeha sala 1998’an de ji Sûriyeyê derketim û çûm Atînayê, seruvena min ya Ewropayê, bi Rusya û Îtalyayê berdewam kir û piştre neçar mam vegerim Rusya û Yewnanîstanê. Bi revandina min ya Kenyayê hat asta dawî. Di vê bûyera ku koaslîsyona hêzên navneteweyî yên cîhanê tê de, ez wek komplo bi nav dikim û sedema vê jî  pêvajoyeke îxanet û lîstikane.  Bêguman hedefa sereke ya DYA’yê li Rojhilata Navîn tasfiyekirina min bû.”   ‘Ji ber em azadîxwazin..’   Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tiştên bi komploya navneteweyî re tên hedefkirin jî derdixe holê: “Ligel vê armanca sereke ya komploya navneteweyî du armancên din jî tên hedefkirin.  Ya yekemîn, di vê pêvajoyê de îmhakirin an jî dema hatim teslîmkirin bi helwesta ku ez bigirim re derxistina şerekî Tirk-Kurd bû.  Di esasê de Irakbûna îro, ewil li Tirkiyeyê hatibû plankirin.  Bi vî awayî hedef kiribûn ku Tirkiyeyê di alî aborî, siyasî û her alî de qels bikin û bi giştî bi xwe ve girê bidin. Lê bit eza min derxistiye holê re armanca wan vala derket û pêşî lê hat girtin ku Tirkiye bibe Iraq. Min bi hemû hêza xwe hewl da ez pêşî li vê bigirim.”   Çalakiyên ‘hun nekarin roja me tarî bikin’ bû bersiva komployê   Li dijî pratîka komployê ya pêk hat bi taybet li girtîgehan girtiyên jin ketin berxwedanê û di pêngava Abdullah Ocalan avêt de li her qadê gelê Kurd komplo protesto kirin.   Ji bedenên xwe dîwar hunandin   Bi dehan kesî gotin ‘ Em li dora Ocalan bibin xeleka ji agir. Bila roja me tarî nekin’ û bedena xwe dan ber agir.  Têkoşîna ku Kurdan da bi çalakiyên ‘hun nekarin roja me tarî bikin’ sembolîze bû. Di navbera  sala 1998 û 2008’an de nêzî 100 kesî bedena xwe da ber agir. Dema Abdullah Ocalan li Romayê bû Kurdan ji bedena xwe dîwar hunandin û xwedî li Abdullah Ocalan derketin.   Hatîce, Viyanf Elefteriya…   Gelek jinî jî bi şîara ‘hun nekarin roja me tarî bikin’ çalakî pêk anîn û bûn sembola Tevgera Jinan a Azad.   Hatîce Falay:Hatîce Falay ya 60 salî ku gundê wan yê Êlihê hatibû şewitandin û koçî Êlihê kiribû, yek ji damezrînerên Dayikên Aştiyê bû.  Dema di televîzyonê de komploya li dijî Abdullah Ocalan dît, li mala xwe ya taxa Guneştepe ya Gungorena Stenbolê di 13’ê Qanûna 1998’an de bedena xwe da ber agir.   ‘Mezinbûna hêrsa min agirê di bedena min de ye’   Serpîl Polat: Endama Rumetê ya Yekitiya Propagandaya Çekdarî ya Marksîst-Lenînîst  (MLSPB) Serpîl Polat ku di girtîgeha Sakaryayê de bû di 17’ê Sibata 1999’an de bedena xwe da ber agir. Serpîlê di nameya xwe de ew êrîşên di şexsê Abdullah Ocalan de li gelê Kurd pêk tê şermezar dike û got ew mezinbûna hêrsa xwe bi agirê di bedena xwe de vedireşe.   ‘Parastina rêbertiyê..’   Selamet Menteş û Aynur Ataman: Di 23’ê Cotmeha 1998’an de li girtîgeha Mîdyadê kolonya li bedena xwe kirin û dan ber agir.  Selamet Menteş li girtîgehê û Aynur Artan jî li Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê jiyana xwe ji dest da. Selamet û Aynurê di nameya xwe de gotin: “Parastina rêbertiyê; bi lixwe hevhatinê û xwe derbaskirinê pêkane. Parastina rêbertiyê; bi yek deng, yek bedenî pêkane.  Parastina rêbertiyê; bi reviyên tên azadkirin pêkane.”   Hukmiye Seyhan: Di Qanûna 1999’an de di Civaka Dewletên Serbixwe de bedena xwe da ber agir. Hukmiyeyê di nameya xwe de ev peyam da Kurdan:   ‘Roja me ew e!’   ‘Bi salane we êşên mezin kişandin. Hun di bin mêtîngeriyek mezin de man. We xizanî, tinebûn, surgun, bêwarî jiya.  Li Kurdistanê êşên herî mezin we kişandin. Di dîrokê de yekem rêberê ku hun xwediyê wî bin, anîn komployê. Yekane Rêberê me Abdullah Ocalan bi komploya navneteweyî teslîmê Tirkiyeyê kirin. Di şexsê Rêber Apo de xwestin pêşeroja me tarî bikin. Roja me ew e.”   ‘Wateya çalakiya min hunê piştre fêm bikin’   Nesrîn Teke: Nesrîn Teke ya di sala 1981’ê de li Amedê hat dinê, di Kovara Ozgur Halkê de nûnera buroyê bû.  Di çalakiya ‘hun nekarin roja me tarî bikin’ di 9’ê Tîrmeha sala 2000’î de jiyana xwe ji dest da. Nesrîna li ber çavê dayika xwe, agir berda bedena xwe, ji dayika xwe re gotibû ‘hunê wateya çalakiya min piştre fêm bikin.’   Esen Aslan: Esen Aslan ya xebatkara kovara Ozgur Halkê bû di 3’ê Tebaxa sala 2000’î de li dijî komployê bedena xwe da ber agir.   ‘Beyî bedel azadî ne pêkane’   Viyan Soran:  Di 1’ê Sibata 2006’and e li Qadên Parastina Medya li herêma Heftanînê bedena xwe da ber agir. Endama HPG û YJA-Starê Viyan Soran di nameya ku li pey hişt de wiha got: “Di her şeva 15’ê Sibatê de  dilê Mazlum Dogan, Zekiya Alkan, Bêrîvan, Ronahî, Rehşan, Sema, Fîkrî Baygeldî û bi hezaran şehîdî di dilê min de davêje.  Dirûşmeya wan ya ‘Bijî serok Apo’ di dilê min de davêje. Dibe ku hun çalakiya min qebûl nekin û rexne bikin. Lê me ji we hîn kir ku, beyî bedel azadî pêk nayê.”   ‘Hun nekarin roja me tarî bikin’   Elefteriya Fortulakî: Elefteriya Yewnan di 24’ê Adara 2006’an de li paytexta Atîna ya Yewnanîstanê bedena xwe da ber agir. Elefteriyayê da zanîn ku di komployê de Yewnanîstanê rola sereke lîstiye û wiha wiha gotibû: “Ez îsal newrozê pîroz dikim lê hinek dereng. Wek Zekiye Alkanê, Sema Yuce, Ronahî, Bêrîvan û Rahşanê. Biryarbûna wan gelê Kurd û Kurdistan mezin kir. Dîroka Kurdan mezin kir. Ez li hember we rêzdarim.  Bi xatirê we. Kes nekare roja me tarî bike. Azadiya Serok Apo azadiya hemû cîhanê ye. bijî biratiya gelan.”   Jinên din yên di çarçoveya van çalakiyan de jiyana xwe ji dest dane wihane:   Meral Kaşoturacak di 20’ê cotmeha 1998’an de li girtîgeha Çanakkaleyê, Cennet Guneşê di 24’ê Cotmeha 1998’an de li girtîgeha Dîlokê, Aysel Ceylan di 24’ê cotmeha 1998’an de li girtîgeha Sakaryayê, Azîme Înanê di 16’ê Mijdara 1998’an de li girtîgeha Êlihê, Remziye Zengînê di 16’ê Mijdara 1998’an de li girtîgeha Êlihê, Gulîstan Taşê di 16’ê Qanûna 1998’an de li Êlihê, Zehra Rizgar ya 11 salî di 27’ê Mijdara 1998’and e li Rojhilatê Kurdistanê bedena xwe da ber agir.   Sibê: Jinên Amarayê komplo lanet kirin