Li Rojhilata Navîn dîrok, civak û qeyran (1) 2026-02-04 09:07:45   Abdullah Ocalan: Bi dîroka çewt jiyana rast nabe   Leyla Ayaz    NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di parêznameya xwe de dibêje: "Divê baş were zanîn ku dîroka heyî bi temamî dîrokeke fermî ye ku di parzûnkê îdeolojîk ê sîstemên şaristaniyê re hatiye derbaskirin. Ev neyê kirin, xwendinên dîrokê wê ne bi tenê zêhnê mirovî ango jiyanê, jiyana civakî ya manedar tengav bikin, wê di heman demê de bikin ku ne mumkin bin. Bi dîroka çewt jiyana rast nabe. Yên nikaribin dîroka azadiya xwe rast binivsînin, nikarin azad bijîn.”   Rojhilata Navîn, herêmeke erdnîgarî ye ku di navbera Asyaya Rojava û Afrîkaya Bakur de ye û di heman demê de herêmeke jeopolîtîk e ku tevahiya erdnîgariya Behreyn, Erebistana Siyûdî, Iraq, Îran, Îsrael, Kuweyt, Libna, Qeter, Sûriye, Yemen, Oman, Urdun, Tirkiye, Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî û Misir vedihewîne. Rojhilata Navîn di dîroka baweriyan de xwedî cihekî girîng e. Olên wek mesîhî, cihûtî, zerdeştî û misilmanî li vê herêmê derketiye holê. Ji ber van sedeman jî li Rojhilata Navîn nasnameyeke taybet hatiye afirandin. Piraniya welatên Rojhilata Navîn, beşek ji welatên ereb in. Welatên herî qelebalix ên herêmê Kurdistan, Misir, Tirkiye û Îran in û Erebistana Siûdî ji aliyê rûberê ve welatê herî mezin ê Rojhilata Navîn e. Dîroka Rojhilata Navîn ji demên kevnar vedigere ku bi hezar salan girîngiya jeopolîtîk a herêmê tê naskirin.    Me ji Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk; Pirtûka 4'emîn: Li Rojhilata Navîn Krîza Şaristaniyê û Çareseriya Şaristaniya Demokratîk û Pirtûka, ji pirtûka 5'emîn: Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Neteweya Demokratîk, nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a derbarê Rojhilata Navîn girt dest.   ‘Bi dîroka çewt jiyana rast nabe’   Abdullah Ocalan, li ser nivîsandina dîroka rast e wiha dibêje: “Em dema hewl bidin mijarê ji awirê şaristaniya demokratîk analîz bikin, em ê bibînin û fêhm bikin ku hêmanê sereke yê dîroka gerdûnî di karektera demokratîk de ye. Di dîrokê de timî şaristaniyên dewletdar weke rastiya bi tenê hatine pêşkêşkirin. Nexasim di vê mijarê de dewleta netewe ya pozîtîvîst û dîroknasiya neteweyî ya bi wezîfeya korker rabûye xwediyê roleke diyarker e. Me di vê xebata xwe ya parêznameyê de hewl da dîrokê bi şemayeke kurt pêşkêş bikin û ev xebata me ya xulase jî têrê dike ku piştrast bike, cuda û rast xwendin û nivîsandina dîrokê mumkîn e. Berevajî yeqînan, dîrok zêdetir di karektera demokratîk de ye. Wexta ku li ser vî hîmî were xwendin, ne bi tenê materyalekî zêde, wê herweha were dîtin ku têra xwe pêkhatinên sîstemîk, organîzasyon û hûnandinên îdeolojîk hene. Divê neyê jibîrkirin ku nivîsandina demos, komên ne dewlet, paradîgma civakî yên dîrokê yan hîç nehatiye kirin yan jî weke boxçika pînekirî hin reşnivîs hatine nivîsandin. Herweha yên hatine nivîsandin û yên xwestine binivîsînin hatine qedexekirin, reşkirin û pirranî jî hatine astengkirin. Li ser mijara nivîsandina dîrokê ji yeqînan jî wêdetir têkoşîna îdeolojîk hatiye meşandin. Divê baş were zanîn ku dîroka heyî bi temamî dîrokeke fermî ye ku di parzûnkê îdeolojîk ê sîstemên şaristaniyê re hatiye derbaskirin. Ev neyê kirin, xwendinên dîrokê wê ne bi tenê zêhnê mirovî ango jiyanê, jiyana civakî ya manedar tengav bikin, wê di heman demê de bikin ku ne mumkin bin. Bi dîroka çewt jiyana rast nabe. Yên nikaribin dîroka azadiya xwe rast binivsînin, nikarin azad bijîn.”   ‘Ji ku dest pê bike’   Abdullah Ocalan, wiha bersiv dide pirsa divê mirov çawa bijî: “Li hemberî êrişên îdeolojîk ên lîberalîzmê divê bi lez bersiv bê dayîn pirsên; divê mirov çawa bijî, çi bike û ji ku dest pê bike. Bersivên dijberên sîstemê dane van pirsan herî kêm heta roja me ya îro bê tesîr hatine kirin. Bersivên modernîteyê dane van hersê pirsên girîng, bi tesîr bûne. Şêwazê jiyanê yê modernîte pêncsed salên dawiyê pêk tîne, bi giranî mohra xwe li pirsa ‘divê mirov çawa bijî’ daye. Di serdema modernîteyê de bi qasî ku di ti serdema dîrokê de nehatibe dîtin şêwazên jiyanê welê dane qebûlkirin û dawerivandine hinavên mirovan, ew homojen kirine. Qalibên jiyanê yên herkesî di bin navê rêzik û pîvanên gerdûnî de tektîp kirine. Cudahî û cihêrengî li hemberî tektîpkirinê zelûl in. Serîrakirina li ber şêwazê jiyanê yê jê re jiyana modern tê gotin, yekser mohra ‘dînîtiyê’ lê tê xistin û bi surgûnkirina derveyî sîstemê tê mehkûmkirin. Kêm kes diwêrin serîrakirina li hemberî vê surgûnê û gefxwarina wê dewam bikin.   Divê mirov çi bike   Pirsa ‘divê mirov çi bike’ jî ji mêj ve, pêncsed sal e ku kitebikite bersivên wê hatine dayîn: ‘Tu yê ferdî bijî, timî li xwe bifikirî, ‘rêya bi tenê rêya modernîteyê ye’ tu yê bibêjî û ya dikeve ser milê xwe bi cih bînî. Rê diyar e, usûl diyar e: herkes çi dike tu yê jî weke wan bikî. Eger tu patron î, divê tu karê bikî. Eger tu kedkarî divê tu li pey heqdestekê baz bidî, bibezî. Wekî din li pey tiştên din ên divê bêne kirin bazdan û bezîn ehmeqî ye.’ Eger israr û serhişkî bê kirin encam avêtina derveyî sîstemê ye, bêkar hiştine, bêçare hiştin e, rizandin e. Jiyan kirine bezeke bi tehlûke ya hesp û bergîran. Bihêlin bersivdayîna pirsa divê mirov çi bike, ji bo bersiva pirsa divê mirov ji ku dest pê bike, sîstem weha dibêje ‘Ji cihê ku tu yê xwe baş perwerde bikî, dest pê bike.’ Ji bo serketina di nava sîstemê de dibistan û zanîngeh mekanên destpêkirinê ne ku dest ji wan nabe.   Xwedîderketina li heqîqetên civakî   Li hemberî sîstemê, gera li heqîqetê ya modernîteya demokratîk, helwesta wê ya îdeolojîk û bersivên wê yên dide sê pirsên bingehîn bi qasî sîstemeke alternatîf bi qîmet in. Ji hemû aliyan ve gera li nasnameya civakî, ji hev derxistina wê û pêşkêşkirina çareseriyên wê, şerê min ê heqîqetê bi xwe ye, cewherê wê ye. Parêznameya min bi xetên stûr be jî encamên vê lêgerînê û vî şerî pêşkêş kirine. Hewce bi dubarekirinê nîne. Sekna îdeolojîk bi rexnekirineke berfireh, ji hegemonya îdeolojîk a modernîteya serdest bihurînê, îfade dike. Xwedîderketina li heqîqetên civakî yên di dest de sekna îdeolojîk e. Nîşandana mehrûmbûna modernîteya kapîtalîst ji heqîqetê (ferdparêziyê tercîhî civakê dike, nasnameya civakî dike hedefa êrişan), nîşandana heqîqeta civaka ekonomîk, ekolojîk û demokratîk, nîşandana heqîqeta netewe û nîşandana hêza heqîqetê bi vê seknê re têkildar in.   ‘Li dijî sîstemê timî di nava çalakiyê de bim’   Bersiva pêşî ya hevpar a ku mirov bide pirsên; divê mirov çawa bijî, çi bike û ji ku dest pê bike, divê ji nava sîstemê û li ser bingehê dijberiya wê, dest pê bike. Lê belê, ji bo dijberbûna sîstemê ji nava wê, di asta zaneyên berê de pêdivî bi şervaniyeke heqîqetê heye, ya ku her kêlî dibe ku mirov têde bimire. Pirsên divê mirov çawa bijî û ji ku dest pê bike, divê tu di zikhev de bersiva wan bidî. Ji bo vê jî divê tu vê jiyana modernîteyê weke kirasekî dînan ê fena zirxekî li te kirî biçirînî, jê nefret bikî û jê bigerî. Wexta hewce kir, tu yê her kêlî verîşî, dil (mîde), mejî û bedena xwe ji vê jiyanê bimalî, paqij bikî. Eger ew xwe weke bedewa cîhanê pêşkêşî te bike jî divê tu bi verişandina ya hundir û hinavên xwe bersivê bidiyê. Eger mirov bersiva pirsa ‘divê mirov çi bike’ bi du pirsên din re di zikhev de bide, divê mirov bibêje; ez ê li dijî sîstemê timî di nava çalakiyê de bim. Bersiva pirsa divê mirov çi bike, pratîka bi serwextî û rêxistinî ye.”   ‘Şoreşa heqîqetê, şoreşeke şêwazê zêhniyet û jiyanê ye’   Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wiha bal dikişîne ser şoreşa heqîqetê: “Wexta ku çanda Rojhilata Navîn xwe nû bike, divê bê zanîn ku rêya vê di şoreşa heqîqetê re derbas dibe. Şoreşa heqîqetê, şoreşeke şêwazê zêhniyet û jiyanê ye. Şoreşa xwe rizgarkirina ji şêwazê jiyanê û hegemonya îdeolojîk a modernîteya kapîtalîst e. Divê mirov bi dînperest û şovenîstên ezbetperest ên sexte yên xwe bi rêûresmê digirin, nexape. Ew bi modernîteya kapîtalîst re şer nakin. Mîna kûçikê nobedar hinekî para xwe dixwazin. Ti carî mirov nikare li van kesan weke şervanên heqîqetê bifikire. Jixwe li hemberî modernîteyê ne bi tenê têkçûyî ne, di heman demê de şelaq û şelaf in jî. Eger çepgirên kevin, femînîst, ekolojîst û tevgerên kulturalîst dixwazin antî-modernîstên gotin û gavên wan hevgirtî bin, divê zanibin şerê heqîqetê di nava yekparebûna xwe de pêk tê û divê wê di şêwazê jiyana xwe de jî bi cih bînin, bimeşînin.   Şoreş û şoreşger namirin   Eger şerê heqîqetê di her kêliya jiyanê de, li tevahiya qadên civakî, li komikên kominî yên ekonomîk û ekolojîst, li bajarên demokratîk, xwecihî, herêmî, neteweyî û mekanên ji netewe wêdetir hat meşandin, wê mane û serketinê bi dest bixe. Çawa ku di derketina destpêkê ya dînan de jiyana qasid û hewariyan hebû, yên li pey heqîqetê diçin mîna wan nejîn, şerê heqîqetê nayê kirin, were kirin jî bi ser nakeve. Rojhilata Navîn hewcedariya xwe bi hozaniya xwedawendiya jina xwe nûkirî, Zerdeşt, Mûsa, Îsa û Muhemmedan, Saint Paulan, Maniyan, Weysel Qeraniyan, Hellacê Mansûran, Suhrewerdiyan, Yûnis Emreyan û Brûnoyan heye. Şoreşa heqîqetê bi xwedîderketina li mîrateya kevnên kevin nabin, lê xwe nû dikin pêk tê; naxwe bi ser nakeve. Şoreş û şoreşger namirin, ev yek piştrast dike ku bi tenê heke mirov li mîrateya wan xwedî derkeve dikare bijî. Çanda Rojhilata Navîn çanda yekkirina fikir-zikir-çalakiyê ye û ji vî alî ve têra xwe dewlemend e. Modernîteya demokratîk bi zêdekirina rexneya xwe ya li şaristanî û modernîteya kapîtalîst li vê çandê, wê bi rola xwe ya dîrokî rabe.”   Êzîdî, Elewî, Suryanî, Ermenî, Helenî û Cihû   Abdullah Ocalan, mezhep, netew û eşîrên li Rojhilata Navîn wiha şîrove dike: “Ji ber ku di civakên Rojhilata Navîn de binyeya eşîran her çû teng bû ji qewmiyeta Ereb gelê Bedewî, ji qewmiyeta Tirk gelê Turkmen, ji qewmiyeta Kurd gelê Kurmanc derketine holê. Ev gelên rengê qebîletî û eşîrtiyê her diçe ji wan çû, ji bo demokratîkbûn û civaka demokratîk xerca bingehîn in. Tevgera polîtîk û îdeolojîk a demokratîk berê pêşî divê van beşan bi rêxistin bike. Beşên behsa wan tê kirin, hêzên bingehîn ên modernîteya demokatîk in. Dîsa weke mekanê sereke yê dînên yek xwedayî, mezheban hemûyan, nexasim jî yên hindikayî hatine hiştin weke Êzîdî, Elewî, Suryanî, Ermenî, Helenî û Cihûyan, mirov wan mîna xezîne û gencîneyên çandî binirxîne û wan bi enstîtuyekê yan jî akademiyekê ava bike û di her şert û mercî de derfetên jiyana azad, wekhev û demokratîk bide mensûbên wan û wan di çarçoveya modernîteya demokratîk de binirxîne, wezîfeyeke dîrokî civakî ya dest jê nabe ye ku li pêşiya me ye.   Nexweşiya neteweperestiyê   Civaka neteweyî ya mezin a herêmê ya Ereb, Tirk, Kurd û Farsan divê ji nexweşiya milletperestî û neteweperestiyê dûr bê girtin û hewl bê dayîn ji feqa dewleta netewe were rizgarkirin û di nava çarçoveya modernîteya demokratîk de bi qasî xweseriya wê bi gerdûnbûna wê ya mezin a neteweya neteweyan (nûkirina ummetê bi awayê modern demokratîk) ji nû ve were avakirin (ji dewleta neteweye wêdetir), wezîfeyeke bingehîn a dîrokî civakî ye. Îslam û ummeta wê divê di çarçoveya modernîteya demokratîk de bi awayekî rastî bêne reformekirin, ji îstîsmarkariya desthilatdar (Îslama Seltenetê) û fetihkar bêne rizgarkirin û bi awayekî ji dewleta netewe wêdetir weke ummeteke wekhev, azad û demokratîk werin nûkirin; ev ji wezîfeyên herî pîroz ên dîrokî civakî ne."   ‘Heqîqeta jiyanî ya azadiya hebûna civakî ye’   Abdullah Ocalan diyar kir ku naxwe li dijî modernîteya kapîtalîst û palpişta wê şaristaniya ji rêûresmê, modernîteya demokratîk a nirxên wekhevî, azadî û demokratiyê dike bingeh û palpişta wê ya dîrokî nêzîkatiya şaristaniya demokratîk û paradîgmaya wê, ne ku bi tenê mumkîn e, heqîqeta jiyanî ya azadiya hebûna civakî ye û dibêjê: “Heqîqet îfadeya azadbûyîna hebûna civakî ye. Ji bo berbiçavbûna wê, ya pêdivî pê heye ew e ku divê mirov di heqîqeta zanista civakî de (di îfadeya wê ya rast de) berê xwe bide avakirina wê ya zanistî. Çawa ku di tevahiya dîrokê de hatiye dîtin û di roja me ya îro de jî ti îdeolojî û tevgera xwe bi heqîqeta xwe bi rêxistin neke û ji bo jiyana azad a dest jê nabe nemeşe, serketî nabe. Divê mirov dîroka civaka Rojhilata Navîn a bi qasî mirovatiyê kevin, bi tevahî hêza dewlemendiya wê ya civakî bi nirxên civakî yên modernîteya demokratîk ve bikelîne, divê mirov nexasim li dijî hegemonya modernîteya kapîtalîst a di roja me ya îro de ti çaviya civakî ya bi îrade û zêhniyeta xwe neketiyê nehiştiye, rabe, xwe biparêze û ji nû ve ava bike; ev wezîfeya herî pîroz e.”   Exlaq, polîtîka û demokrasî   Abdullah Ocalan, di civaka Rojhilata Navîn de pirsgirêka exlaq, polîtîka û demokrasiyê wiha dinirxîne: “Eger mirov pêvajoya şaristaniya navendî ya ji pênc hezar salan zêdetir li ser hîmê têgînên exlaq, polîtîka û demokrasiyê analîz bike, wê gelekî bi kêr bê û mirov ê karibe pirr jê hîn bibe. Di beşê berê de min anîbû ziman ku xwezaya civakî weke diyardeyên exlaqî û polîtîk pêş dikeve. Bi kurtî be jî ez neçar im dubare bikim ku exlaq û polîtîka nebin, civak nabe. Eger bibe jî ji lod û gidîşeke bêserûber (amorf) zêdetir tiştekî îfade nake. Eger civakên welê hebin jî bi tenê ji bo civakên din dikarin bibin objeyên alav û eşya yên bikaranînê.   Civaka bê exlaq nabe   Mirov dikare exlaq weke tevahiya helwestên di dema avabûna civaka pêşî de hatine nîşandan, bi nav bike. Ev jî tevahiya tevdîr, çalakî û karên civaka destpêkê ne ku ji bo parastin, debar û zêdebûnê kirine. Ev tevahiyên me destnîşankirî çendîn dibin rêûresm û kevneşopî, ewçend exlaq têne hesibandin. Li gorî ku civak bê parastin, bê debar û bê xwezêdekirinê nikare dewam bike, ji ber vê jî ez dibêjim civaka bê exlaq nabe. Têgîna polîtîkayê tevî ku têgîneke hinekî cihêreng e jî ji nêz ve bi exlaq re têkildar e. Cudahiya xwe ji exlaq ew e ku çalakiyeke rojane ye. Exlaq weke qalibên strandart kar pê dibe û bi rola xwe radibe, polîtîka ji bo pirsgirêkên rojane derdikevin pêşiya civakê biryaran dide, ji tevahiya van biryaran re polîtîka tê gotin. Tevahiya van biryaran çiqasî bibin rêûresm û kevneşopî, ewçend jî bi rêûresmên exlaqî re dibin yek û bi xwe dibin rêzik û pîvanên exlaqî. Ango herdu hevdu xwedî dikin. Exlaq weke rêûresm, çarçoveyekê dide polîtîkayê, polîtîka jî bi biryarên nû yên kar pê tê kirin, vê çarçoveyê misêwa fireh û kûr dike. Ji lewra mumkîn nabe ku mirov herdu têgîn û diyardeyan bi temamî ji hevdu cihê bike.   Polîtîka rastî, polîtîka demokratîk e   Demokrasî weke têgîn û diyardeya sêyemîn a girîng divê li du têgîn û diyardeyên pêşiyê bêne zêdekirin. Di vê çarçoveyê de mirov nikare li civakeke bê demokrasî jî bifikire. Eger mirov civakeke wisa bifikire jî ew objeyeke malzemeyê civakî ye, nikare xwe îfade bike. Nikare nebe weke amûrên giştî yên bikaranînê yên civakên din. Di vê rewşê de kêrhatina demokrasiyê ew e ku wexta polîtîka tê kirin û biryar têne dayîn, weke tevahiya hêza rêxistinî û îfadeya civakê ya têkildar tevlîbûna nav pêvajoyê îfade dike. Di vê çarçoveyê de polîtîka di cewherê xwe de demokratîk e. Polîtîka rastî, polîtîka demokratîk e. Polîtîka ne demokratîk, biryarên yekalî yên îdare yên hêzên desthilatdariya hiyerarşîk û dewletê ne ku gelekî paşê pêşketin. Ji ‘biryarên îdare’ yên van hêzan re polîtîka nayê gotin, mirov dikare wan weke rêzikên îdare bi nav bike.   Polîtîka divê exlaqî be   Polîtîka rastî ji sedî sed a bi tevlîbûn û guftûgoya demos (tevahiya saziyên civaka netewe hemû weke qebîle, malbat, eşîr û qewm) tê pêkanîn e. Polîtîka diyardeyeke welê nîne ku bê gel, civak û tevlîbûnê pêk bê. Ango polîtîka neçare demokratîk be, ji lewra jî divê exlaqî be. Civaka demokratîk nebe nikare polîtîk, ya polîtîk jî nebe nikare exlaqî be. Ev hersê îfadeyên têgînî û diyardeyî bivênevê hebûna hevdu yek ji bo ya din hewce û ferz dikin.