Pirsgirêk û perspektîfên çareseriyê (1) 2024-01-08 09:07:56     Li Rojhilata Navîn çavkaniya pirsgirêkan    NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan diyar kir ku çavkaniya pirsgirêkên li Rojhilata Navîn diyardeya hêza navendî ye, têkiliya hêzên hegemonîk ên pêkanîna sîstemên xwe yên li herêmê û netew-dewletê radixe ber çavan û destnîşan kir ku netew-dewlet li ser esasê dijberiya neteweya demokratîk e.   Kampanyaya ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd hatiye destpêkirin bi tevlîbûnê roj bi roj mezin dibe. Sedema ku bi milyonan kes azadiya Abdullah Ocalan dixwazin bi ramanên wî ve girêdayî ye. Mijara ku gelek feylesof, ronakbîr, siyasetmedar, akademîsyen, nivîskar, rojnamevan, kedkar û gelek beşên civakê bi taybetî jin li ser hemfikir in, gerdûnîbûna ramanên Abdullah Ocalan e û rastiya ku ew   krîzên îro hatine jiyîn perspektîfa çareseriyê pêşkêşî esasî dikin.   Nirxên ramanên Abdullah Ocalan ên li ser pirsgirêkên îroyîn ên Rojhilata Navîn û çawaniya derketina pirsgirêka Kurd û çawaniya çareserkirina wê, gelekî balkêş in. Pirtûka Abdullah Ocalan a bi navê "Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Neteweya Demokratîk" (Parastina kurdên di hawêra qirkirinê de) di vê mijarê de çareseriyeke girîng dide. Me di bin çend sernavan de nirxandinên Abdullah Ocalan ên li ser pirsgirêkên sereke yên herêmê çawa derketine holê û çawa dikarin bên çareserkirin berhev kirine.   Abdullah Ocalan di nirxandina xwe ya bi sernavê "Krîza Rojhilata Navîn û Modernîteya Demokratîk" de destnîşan dike ku çavkaniya pirsgirêkên li herêmê bi diyardeya desthilatdariya navendî ve girêdayî ye. Abdullah Ocalan destnîşan kir ku diyardeya desthilatdariyê di bingeha krîzên civakî de tespîteke zanistî ye û diyar kir ku divê çareserî di vê çarçoveyê de bên nirxandin.   Derbarê mijarê de Abdullah Ocalan wiha dibêje;    Di çanda Rojhilata Navîn de krîz û çareserî-rizgarbûna jê cihê xwe di nava çanda gerdûnî de dewam dike. Ji ber ku di cilda pêwendîdar a parêznameya xwe de bi awayekî berfireh li ser rawestiyabûm, ez ê dubare nekim, bi tenê ez ê balê bikişînim ser û qîma xwe bi vê bînim. Mijara divê mirov gelekî li ser raweste, diyardeya desthilatdariya navendî ye. Di bingehê pêxîrtengiyên civakî de diyardeya desthilatdariyê heye û ev tespîteke zanistî ye. Lewma divê çareserî jî di çarçoveya desthilatdariyê de pêk bê.    Hêzeke hegemonîk xwe bi xwe nakeve krîzê   Me dûrûdirêj anîbû ziman ku sîstema şaristaniya navendî tevahiya pênc hezar salan û jê zêdetir di çanda Rojhilata Navîn de bi rola sereke rabûye. Şaristaniya navendî bi desthilatdariya navendîbûyî re têkildar e. Bi awayekî şaristanî bi desthilatdariya navendîbûyî re bi hev re dimeşin. Şaristaniya navendî ya pênc hezar salî di tevahiya heman demê de tê maneya desthilatdariya navendîbûyî. Belavbûna desthilatdariyê û navendîbûna wê yek ji wan mijaran e ku têgihiştina dîroka serdest li ser disekine. Bi gotineke din, navenda hegemonîk û pêkanîna wê ya dewrûberê, diyalektîka bingehîn e ku heman têgihiştina dîrokê wê dişopîne. Hêzên hegemonîk her tim piştî krîzên kûr ji nû ve têne pêkanîn. Ji ber ku her sîstema hegemonîk bi desthilatdarî û teknîkeke hilberînê ya nû tê pêkanîn, kengî ev teknîk û desthilatdarî kevin dibin hingê bivênevê mirov ê jê bibihurin. Desthilatdarî û teknîkên hilberînê yên nû bi giştî di nava têkiliyên dewrûberê yê navenda hegemonîk a berê de derdikevin holê. Di têkiliyên dewrûberê de teknîkên bi hêz ên desthilatdariyê û amûrên hilberînê yên berdar hêzên nû derdixin holê. Bi giştî kengî hêzên berê xwe nû nekin û bikevin pêxîrtengiyê, ev hêzên nû ya xwe bi ser a hêza berê ya hegemonîk dixin. Ev pêvajo bi pevçûn û şer derbas dibe. Navenda hêzên berê bi hêsanî naxwazin têk biçe. Navenda hêza nû jî eger dixwaze li ser piyan bimîne û bêhtir bi hêz bibe, divê şûna navenda berê bigire. Krîz jixwe ji karekterê bi şer ê vê pêvajoyê derdikeve holê. Hêzeke hegemonîk xwe bi xwe nakeve krîzê, hêzeke nû jî heta li ber sîstema hegemonîk ranebe bi pêş nakeve. Di çanda Rojhilata Navîn û sîstemên şaristaniyê de gelek çûnûhatinên bi vî rengî çêbûne. Mezinbûn û jihevbelavbûna bajar, çîn û dewletan, avabûn û hilweşîna begtî û împaratoriyan, damezrîn û ji text ketina xanedanan timî bi van pêxîrtengiyên (krîz) navend û dewrûberê ve girêdayî pêk hatine. Ji bo em dîrokê rast bixwînin, divê em li diyalektîka di bingehê van pêvajoyan hemûyan de rast serwext bibin.   Şerê xweparastinê dest pê dike   Navenda hêza hegemonîk çawa pêk hatiye? Ev pirsa kilît a diyalektîka dîrokî ye. Ji bo hegemonya pêk bê, divê beriya her tiştî navendên hêzê yên xwecihî çêbibin. Bi giştî ev begtiyên li derveyî bajaran, hiyerarşiyên qebîle û eşîran û dewletokên bajaran in. Piştî ku navendên hêzê yên xwecihî pêk tên, di nava wan de li ser berhemê zêde ku hebûna xwe disipêrinê, şer dest pê dikin da ku para xwe zêde bikin. Şerê li ser parzêdekirinê meseleya sînoran derdixe holê. Sînorên milkiyetê yên ji serdemên berê ji qebîle û malbatan mayî, vediguherin sînorên desthilatdariyên xwecihî. Ew çiqasî mezin dibin sînorên wan jî ewqasî berfireh dibin. Di encamê de sînor li hev rast tên. Her hêza di nava sînorekî de bi awayekî bê tewazun mezin dibe. Tişta rê li ber bêtewazuniyê vedike teknîkên desthilatdariyê (sîlehên nû, amûrên çûnûhatinê) û amûrên hilberînê yên berdar ên nû ne. Hertim zêdekirina hêza xwe, rewşeke destpêkê ya daneheva sermayeyê ye. Çawa ku sermayeya kapîtalîst timî daneheva xwe zêde neke nikare li ser piyan bimîne, hêzên desthilatdariyê yên xwecihî jî hêza xwe mezin nekin nikarin li ser piyan bisekinin. Kengî berfirehbûna sînoran ber bi qadên vala ve temam bibe, kengî bi hêzên cuda re bêne beramberî hev, hingê şer ango bivênevê dema pêxîrtengiyê pêk tê. Ji ber ku hêzên xwecihî berhemê zêde mezin nekin, nikarin hêza xwe biparêzin, lewma pêxîrtengî bivênevê çêdibe. Ji ber burokrasiya zêde dibe, qebîle û xanedaniyên pirr dibin, şêniyên heyî pirr zêde dibin. Desthilatdarî mîna şaneyên kanserê yên mezin dibin, dixwaze li tevahî qadên din ên civakî belav bibe. Ev jî çawa ku li cem şaneyên zindî jî tê dîtin, kengî şane dixwazin xwe biparêzin, hingê şerê xweparastinê dest pê dike. Di şerên pêşî yên dewletên bajaran ên Sumer û xanedantiyan de mirov vê pêvajoyê bi awayekî balkêş dibîne. Li Iraqa roja me ya îro heman pêvajo (bi herhalî ev laneta Xwedawenda Ûrûkê Înannayê ye) bi awayekî herî eşkere dewam dike.   Mafê xwebirêvebirina wan ji destên wan girt    Di pêvajoya şerên desthilatdariyên xwecihî de alî yan hevdu tine dikin yan jî di van şeran de, di van pêxîrtengiyan de aliyek xwe bi ser aliyekî dixe û pêvajo bi encam dibe. Li dora sîte yan xanedaniya bi serketî navendeke nû ya hegemonîk pêk tê. Bi tevahî banîsazî û binesazî ango avahiyên îdeolojîk û polîtîk bi teknîkên hilberînê yên maddî û milkiyetên wê yên manewî ji nû ve têne birêkûpêkkirin. Hegemonya nû xwe pîroz dike û weke xweda îlan dike. Yan wê dînê berê li gorî berjewendiyên xwe bikin, yan wî bikin rewşa mezhebekî û cihêwaziya xwe nîşan bidin, yan jî bi dînekî û dibe bi mîtolojiyekê xwe mayînde bikin ango dixwazin bi awayekî îdeolojîk xwe ebedî bikin. Sîstema şaristaniya navendî ya Rojhilata Navîn di pêvajoyeke pênchezar salan de û heta jê zêdetir timî li ser vî bingehê diyalektîk xwe kir navendî û bi vî awayî ji pêxîrtengiyan rizgar kir. Her pêvajoya xwelihevrakişandinê û şer bi desthilatdariyeke navendî ya bêhtir mezinbûyî bi encam bû. Jixwe ji vê encamê ye ku timî karîbû bibe sîstema şaristaniya navendî. Navendîbûna zêde, ne bi tenê di berdêla qelsbûna desthilatdariyên xwecihî de pêk hat. Bi awayekî giştî mafê xwebirêvebirinê yê civakan timî desteser kir, li nîzama demokratîk a xwezayî ya qebîle û malbatên hem li navenda xwe, hem li dewrûbera xwe û heta li yên li derveyî xwe jî timî dest werda, mafê xwebirêvebirina wan ji destên wan girt bi xwe ve girê da û bi vî awayî navenda hegemonîk bi hêz kir. Hem desthilatdariyên hegemonîk, hem jî desthilatdariyên xwecihî timî di berdêla berepaşbirin an jî hilweşîna nîzama komî ya destpêkê û xwezayî ya gund, eşîr û qebîleyan û heta xwebirêveberiya bajaran de pêk hatin.   Îmkanên otorîteya komînal nemane   Desthilatdariya navendî ya hegemonîkbûyî her tim li dijî otorîteyên demokratîk ên xwecihî pêk tê. Di çanda Rojhilata Navîn de, di qelsbûna zêde ya ruh û zêhna demokratîk de pareke diyarker a desthilatdariyên hegemonîk ên hezarî salan heye. Çanda desthilatdariyê ya li Ewrûpayê bi sedema ku xwe disipêre dîrokeke nêz, meylên neteweya demokratîk li Ewrûpayê timî bi hêz bûn. Li Rojhilata Navîn bi sedema ku derfet û îmkanên otorîteya komînal nemane, ekolên dînî û mezhebî yên muxalif ku diberidin, rêûresmeke demokratîk a çeloxwarî nîşan didin. Her tevgera muxalifê desthilatdariyê bi xwe demokratîk e. Kengî rêûresma hegemonîk ji sedsala 16. ve ket destê Rojavayê Ewrûpayê, pêxîrtengiya ekonomîk û siyasî ya li Rojhilata Navîn reng û karekterekî sîstematîk wergirt. Hegemonya Îslamî li cem Împaratoriya Osmanî ji dawiya vê sedsalê û pêve paşve diçe, lê li hemberî vê, desthilatdariya hegemonîk a Ewrûpayê dest bi mezinbûnê dike. Divê mirov li desthilatdariya hegemonîk weke sîstemekê bifikire. Li herêmekê di sedsalekê de paşve diçe û dikeve pêxîrtengiyê, lê li hemberî vê, li herêmeke din jî û di sedsaleke din de mezin dibe. Her ku diçe navendî û global dibe. Sîstema hegemonîk herî zêde di sedsalên 19. û 20. de navendî û global bû. Di dused salên dawiyê de bi giranî hegemonya Ingilistan û DYE’yê li Rojhilata Navîn xurt bû. Di vê çarçoveyê de Rojhilata Navîn a ketiye nava pêxîrtengiyeke mezin ketiye rewşa çanda dewrûberê. Piştî ku hegemonya Osmanî ji hev belav bû, pêxîrtengiya di çanda desthilatdariya hegemonîk a navendî ya hezarê salan de bêhtir kûr bûye.   Şîroveyên dewleta serbixwe û nîv-serbixwe   Sîstema desthilatdariya hegemonîk a ku Ingilistan û DYE temsîla wê dikin, di çarsed salên dawî de hat avakirin û bi dewletên netewe yên mezin bûn, tê pêkanîn. Divê mirov xwezaya dewletên netewe baş nas bike. Şîroveyên dewleta serbixwe û nîv-serbixwe şîroveyên îdeolojiya bûrjûwaya piçûk in ku der barê desthilatdariyê de kirine, û ev şîrove ji sergirtina rastiya desthilatdariyê pêve bi ti rolê ranabin û rastiya dewleta netewe rave nakin. Nexasim şîroveyên bi vî rengî yên bûrjûwaya piçûk ên dewletên netewe yên ji aliyê hêzên hegemonîk li Rojhilata Navîn hatine avakirin, bi kêra veşartina pirsgirêkên dewlet û demokrasiyê û şuştina wan ji sîstema kapîtalîzmê tên. Divê neyê jibîrkirin ku Ingilistanê di hegemonya xwe de ji bo avakirina dewletên netewe pêşî li Ewropayê û paşê li tevahiya dinyayê pêşengî kir û di vê de du armancên wê yên sereke hebûn. Ya yekê, bi dewletên netewe xwest împaratorî û dewletên mezin ên li pêşiya hegemonya wê asteng parçe bike, wan piçûk bike û bi vî awayî wan ji astengbûnê derxe. Ya diduyê, di dema derketina ji serdema navîn de rêûresma neteweya demokratîk li pêşiya pêşdeçûna kapîtalîzmê asteng bû û bi dewletên netewe xwest vê astengiyê ji pêşiya xwe rake. Di encamê de serketina herdu armancan wê rê li ber avabûna hegemonya kapîtalîst vekirana. Yekdestdariya dewleta netewe ya hegemonîk çarsed salên dawî di destê DYE û Ingilistana Anglosakson de ye. Bi tevahî dewletên netewe yên din, heta bi berjewendiyên dewleta netewe ya hegemonîk re bi yek bin, bivênevê wê bêne mînîmîzekirin. Her sîstema hegemonîk divê vê bike. Tevahiya dîrokê jî ev wisa bûye. Di dema hegemonya kapîtalîst de tenzîmkirina dewletan bêhtir hatiye sîstematîzekirin. Ango eger hinek îddîa bikin ku li derveyî sîstema dinyayê dewletên serbixwe mumkîn in, ev îddîa bi qestî nebe, hingê ew zimandirêjî û biaqilokiya bûrjûwaya piçûk e. Di tevahiya sîstemên hegemonîk ên pênchezar salî de cih ji diyardeya dewleta serbixwe re nîne. Di hegemonya sîstemeke mîna kapîtalîzmê ya heta dawiyê bi şîddet û emperyalîzmê barkirî de gotinên weke dewletên serbixwe, dewlet bi kêfa xwe têne avakirin û dewletên heyî hebûna xwe bi awayekî serbixwe dewam dikin, bi temamî gotinên pûç û tewş in.    Xwe xapandin an ji quretî   Sîstema kapîtalîst çima hewcedariya xwe bi dewleta netewe ya hegemonîk heye? Eşkere ye ku sedem ew e, sîstem bi dewleteke bi awayekî din re nikare were dewamkirin. Ji ber ku heta împaratorî ji hev neyên belavkirin, nexasim di dema derketina ji serdema navîn de komarên demokratîk ên li bajaran zêde bûne heta ji holê neyên rakirin, bi vî awayî pêşî li netewebûyîna demokratîk neyê girtin, kapîtalîzm weke sîstema hegemonîk nikare mezin bibe. Desthilatdarî weke dewleta netewe ji nû ve neyê birêxistinkirin, kapîtalîzm nikare hebûna xwe biparêze û bi pêş bixe. Hegemonya Ingilistanê nexasim roleke stratejîk dabû Rojhilata Navîn. Ji ber ku li ser riya serweriyê ya heta bi Hindistanê bû. Piştî Napolyon, wê kontrola xwe ya li ser Rojhilata Navîn gav bi gav pêşde dibir û dema ev dikir yekparebûna sîstemê li ber çavan digirt. Bi vê armancê Împaratoriyên Spanya û Franseyê mînîmîze kiribûn. Ji bo Împaratoriya Rûsyayê danekeve Başûr bend li pêşiya wê danîbû. Wê Împaratoriya Osmanî jî heta bi kar anî, di statuya tampon de hişt. Dema ku Împaratoriya Osmanî bi hegemonya Elman a mezin dibû re hevgirt, Hegemonya Ingilistanê ew xist pêvajoya parçebûnê. Bi Şerê Cîhanê yê Yekemîn gihişt armanca xwe. Ji wê demê û pêve bi tevahî dewletên netewe yên li Rojhilata Navîn hatin avakirin pêşî mohra Ingilistanê û paşê jî mohra hevgirtiyê wê yê stratejîk DYE’yê xwarin. Di serî de Komara Tirkiyê tevahiya dewletên netewe yên hatin avakirin bêyî riza dilê dewleta netewe ya navendî nikarîbûn hebûna xwe dewam bikin. Hilweşîna Rûsya Sovyetê ya piştî heftê sal damezrandina wê, li ser riya kapîtalîzmê pêşdeçûna Çînê ya hê dewam dike, vê rastiyê piştrast dikin. Di destpêkê de hebûna hinek nakokiyan –mînak nakokiyên di salên pêşî yên damezrandina Komara Tirkiyê de –ji bo encam bi vî rengî bibe asteng nînin. Ji çarsed salî zêdetir daneheveke hegemonîk a sîstemê heye û bi hêsanî vê danehevê naterikîne û bi dewletên netewe yên din ên qaşo dewletên serbixwe re parve nake. Parvekirina hegemonyayê bi mentiqê sîstemê re li hev nake. Yan şer ê biqewime, yekê bi ser bikeve, hegemonya wê bi wî re bimîne, yan jî wê sîstemeke bibertir û berdartir derkeve holê. Hêza hegemonya kevin têra vê yekê nake. Ew jî di çarçoveya yekparetiya diyalektîk de hewce bike bi şerên xweparastinê û hewce bike bi lihevhatinê wê hebûna xwe dewam bike. Eger kapîtalîzm bê tercîhkirin û li derveyî sîstemê dawa serxwebûnê bê kirin, ev bi tenê xwe xapandin yan ji quretiyê ye.   Ev dijberiya wê vediguhere dijberiya civakbûyînê   Lewma hukmekî realîst wê bike ku mirov bibêje, dewletên netewe yên di çanda Rojhilata Navîn de saziyên ajan ên dewleta netewe ya hegemon in. Mînak, mirov hebûna bîstûdu dewletên netewe yên Ereb ên mînîmal bi tenê dikare bi berjewendiyên dewleta netewe ya hegemon rave bike. Wekî din, mirov nikare bi awayekî din rave bike. Hebûna Komara Tirkiyê ya bermahiya Osmanî, kengî dewletbûneke netewe ya mînîmal qebûl kir, hat naskirin. Wekî din nikarîbû bi gewde bibûya. Çawa ku bi giştî dewletên netewe amûrên rizgarbûnê yên ji pêxîrtengiyê nînin, berevajî amûrên zêdekirina pêxîrtengiyê ne, li Rojhilata Navîn xwediyê heman fonksiyonê ne. Armanca wan ew e, aramiya global a dewletên netewe yên hegemonîk pêk bînin. Ev jî di encamê de pêxîrtengiya kapîtalîzmê global dike. Dewletên netewe yên Rojhilata Navîn bi sedema ku xwe bi çanda herêmê xwedî nakin, timî di nava nakokiyekê de ne. Li pêxîrtengiya desthilatdariyê ya ji rêûresmê hêmanên ji ber xerîbketina xwe zêde dikin. Bi vî awayî ji rastiya çanda civaka herêmê bi temamî qut dibin. Ev saziyên ajan ên ti pirsgirêka civakî çareser nakin bi vî awayî her ku diçin bêkêr dibin. Dewletên netewe yên li herêmê di destpêka kapîtalîzmê de bi kapîtalîzma dewletê herçiqasî hebûna xwe hinekî rewa kirin jî piştî demeke kin di bin pirsgirêkên civakî de bêhnçikandî man. Ne bi tenê bûn antî-demokratîk, bûn antî-civakî jî. Di çarçoveya mentiqê xwe yê çêbûnê de dewletên netewe li dijî neteweya demokratîk bûn. Di demên wê yên dereng de ev dijberiya wê vediguhere dijberiya civakbûyînê. Dewrûberê jî bi xwe re dibe hilweşînê. Em bi awayekî berbiçav bi rewşa wan a îro dakevin em ê karibin baştir li rastiya wan serwext bibin.