Berxwedana çaryeka sedsalê, fikrên bûye gerdûnî (6) 2023-12-19 09:06:25     Şaristaniya kapîtalîst   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan  di pirtûka xwe ya ‘Şaristaniya kapîtalîst- Xwedayên Bêrûpûş û Qralên Tazî’ de dema kapîtalîzmê dinirxîne hişê azad yê di şexsê wî de pêş ketiye derdixe holê.   Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi salane di bin tecrîda giran de tê girtin, berxwedana xwe ya li Îmraliyê didomîne.  Abdullah Ocalan  di pirtûka xwe ya ‘Şaristaniya kapîtalîst- Xwedayên Bêrûpûş û Qralên Tazî’  di 2010’an de nivîsî.   Di 5 beşan de modernîteya kapîtalîst tê dest girtin   Pirtûk ji 5 beşan pêk tê; di beşa yekemîn de ‘bandora vejîna kapîtalîzmê- dizê malê’, di beşa duyemîn de ‘kapîtalîzm ne aborî desthilatdarî ye’, di beşa sêyemîn de ‘modern levîathan: netew dewlet’, di ya çaran de  ‘dema modernîteya kapîtalîst’, ya pêncan de jî ‘encam: şaristaniya dewletê dikare bi şaristaniya demokratîk re li hev bike’ tê destgirtin.   Heta xwezaya kapîtalîzmê neyê çareserkirin...   Abdullah Ocalan diyar dike ku heta xwezaya kapîtalîzmê neyê çareserkirin, der barê jiyana azad de bername û form nikarin bên avakirin û dibêje: “her gotin, her çalakî û teori û pratîk nikare li sahaya raqîb rolê bilîze. Ev çar sedsale kapîtalîst modernîte bûye kevneşopî. Gelek aliyên dij-kapîtalîst jî derketin holê. Lê piraniya van ji kapîtalîzmê re bûne pir û jê xilas nebûne.   Pençeşêra civakî   Ez kapîtalîzmê qet xurt nabînim. Di asta xwe ya herî qesl de ye. Belkî jî li ber şikestinê ye. Ne tenê wek şibandinekê di rastiya xwe de jî dikare wek nexweşiyeke pençeşêrê ya civakî bê venasîn. Hegemonya kapîtalîst wek qederên din nikare wek qeder bê şîrovekirin.   Guherîn kêm e   Hem di alî ferasetê de û hem ji alî çalakiyê de di rêbazê de dişibin hev. Li dijî Romayê di têkoşînê de gelek Roma vejiyane. Guherîn kêm e, lê dubarekirin pir zêde ye.”   Abdullah Ocalan diyar dike ku civak tu carê binpêkirin, zext û desthilatdariyan qebûl nakin û got gelek girînge ku hegemonya neyê mezinkirin û got wek terza hebûna cureyê mirovahiyê civak her tim pêş dikevin lê dişibin hev.   Evîna watebarkirî   Çavê evînê kor be dikare bikeve asta herî biçûkxistî û dikare bibe rewşa herî giran a cehaletê. Dixwaze desthilatdarî dixwaze evîna zayendî be ev wisa dibe. Ger ku evin watedar be ev digihêje ‘lutkeyan’. Fenafîlahe, xwegîhandina naveroka rastiyê ye: enel-maf e, civaka azad û adîlaneye yanî demokrasî ye.   Pêşbirka di koletiya dildar de…   Karl Marks, hewl da kapîtalîzmê bi nêzîkatiya pozîtîvîst çareser bike. Di vê de nîvco ma. Dest navê mijarên desthilatdarî û dewletê jî. Di vê mijarê de tu carê kûr nebû. Ez têgeha binpêkirinê fêm dikim. Lê ew her tim wek encamekê hat. Ji encamê destpêkirin gelek kêmasiyan dihewîne û di alî polîtîk de jî rewşa bê parastinê ye. Di esasê de wek şoreşa 1848’an pêvajoya şoreşê dihat jiyîn. Veguherin û hilweşîna senyoran baş dişopand. Li dijî aborî- polîtîk û felsefe eleqeder bû.   Dema li ser têkoşîna li dijî kapîtalîzmê disekinim, her tim têkiliyeke wek ya ‘jin-mêr’ tê hişê min. Çawa jinek li dijî hevjînê xwe nikare deng bike têbikoşe, karkerekî ku heqdest ji efendî digire nikare têbikoşe. Bihêlin azadbûnê, dibe xizmetkarê pergala serdestê xwe.   Sedema rizandinê   Civaka bajar, li gorî min cihê pirsgirêka esas a civakê ye. Bi qasî rizandina civakî ya hundir, civaka bajarê şaristaniya çînî-dewletî ye. Civaka klan ya herî paşverû bi qasî civaka şaristaniya bajar ne cahil e.Ev ji cahiliya sistematik a kapîtalîzmê pêk tê. Şerên cîhê, şerên binpêkirinê, şerên desthilatdariyan tê wteya îflasa pergalan.    Lîberalîzm û kesayet wek esasa îdeolojîk a kapîtalîzmê tê dîtin. Lê ez dikarim îdia bikim ku tu pergal bi qasî hegemonya îdeolojîk a kapîtalîzmê xwe dîl nedaye girtin. Ez baş dizanim ku di şexsê min de dij-kapîtalîst tê darizandin û dide darizandin.    Parastina çanda Rojhilata Navîn   Abdullah Ocalan destnîşan dike ku divê li dijî kapîtalîzmê çanda Rojhilata Navîn bê parastin û diyar dike ku heta ku oryantalizm neyê derbaskirin ev peywir nikare bi ser bikeve. Abdullah Ocalan wiha berdewam dike: “Tiştên ez tînim ziman hemû teşeyên dijberê desthilatdariyê ne. revandina karê ya kapîtalîzmê ji van teşeyan tenê yek e. Li dijî vê sosyalîstbûn tenê têr nake. Tiştên ez dijîm dost û hevalên min wek trajedî dinirxînin. Lê divê ev bê zanîn ku ev trajedi tunebûna  me ya jiyana azad nas nekiriba. Ez bibûm xwediyê artêşên wek ên Îskender û serkeftin li ser serkeftinê bihata destxistin, vê carê wê teqez serkeftina azadiyê tunebûna. Her wiha piranî serkeftinên leşkeri ne azadî koletî anîne.   Dawiya pergalê hatiye…   Di rastiyê de jiyana me li erdê digere. Di rewşa heyî de wateya xwe hemû winda kriye. Derew û xwe xapandinek mezin heye. parêznameya min li dijî pêvajoya şaristaniyê pêş xistiye, wê di çarseriya hegemonya kapîtalîst de jî kûr be.  Gelek nîşaneyên ku dawiya pergalê hatiye hene. Ligel vê kesên zana jî di heman tespîtê de tên gel hev.  Her wiha mirovahiya ku dinale heye.  Bersiva êşa wan tuneye; xwezayek tê bikaranîn heye, ev nayê sekinandin, evînek rastî îxanetê hatiye heye û ji bo vê beresivek tune. Dema wisa be em behsa kîjan jiyanê dikarin bikin?   Kapîtalîzmê zanist pêş nexist   Der barê zanistîbûna parêznameya xwe de jî gotina yekem a ez bêjim, pirsa ‘kîjan zanistî’ ye. Ger ku zanist di esasê de ‘xwe zanebûn’ be, berovajî vê pozîtîvzm ji rastiyê dur rolê dilîze.  Dîroka mirovahiyê tu carê evqas alozî ne jiyaye. Her ku mirov xwe nizanibin, her hewldana zanistî  wê ji felsefe û olên dogmatik yên bi xeter xilas nebe. Kapîtalîzmê zanist pêş nexist. Bikar anîn.  Pozîtîvîzm  ola putperestî ya serdema me ye.Di encamê de nexweşiyeke biguman a descartesvarî hişê min her tim mijul kir. Ez ketim rewşe ku tu nirxê nas nakim. Min baweriya bi malbat û gund di van şertan de winda kir. Xwendina min ya zanîngehê, şoreşgerî û oldariya min tenê ji bo dost bibînin bû. Ez ne nihilîstekê tûj bûm. Min tiştek ji dil fêm nedikir ku, ferzên wê bînim cih. Derdora min ez wek kesekî jîr didîtim. Kesayeta  min bi taybetiya xwe krîza heyî baş fêm dikir. Min hêza şîrovekirina dîrokê bidest xistibû. Li şûna ji hawira kaotik bitirsim derketim jor. Ev rehetbûnek anî. Hişmendî û wêrekî dida. Bêyî hewce bi lêkolînên kûr bibinim kapasîteya nirxandina min hebû. Ev asta derketina dewlemendiya hişê azadiyê bû.”