Berxwedana çaryeka sedalê fikra bûye gerdunî (5) 2023-12-18 09:08:37   Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan parêznameya bi navê ‘Manîfestoya Şaristaniya demokratîk’ nivîsî û krîz û kaosa di pêvajoya dîrokê de hatiye jiyîn û rê û rêbazên çarseriyê datîne holê.   Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Îmraliyê di bin tecrîda giran de tê girtin, bi pergalek taybet tê girtin. Pirtûkên ku Abdullah Ocalan li Îmraliyê nivîsîne eleqeyek mezin dibînin û wek çavkaniyên çareseriyê tên destgirtin.   Abdullah Ocalan di 2010’an de parêznameyên ji 5 cîldan pêk tên nivîsîn. Yekem pirtûka wî ‘Serdema Qralên Veşartî Xwedayên Rûpûş-Şaristanî’ bû.   Çima ‘rejîma rêveberî û heqîqetê’    Abdullah Ocalan bi gotinên wekê “Rêbaz riya lêkolîn û lêpirsînê ye. Ev rêbaz di dîrokê û roja me de hatine cerebandin. Sedemên esas yên feraseta cerebandinê ji bo çareseriyê hêsaniyê diafirîne. Em nexweşên rêbazan bin jî her tim riyek ku mirov bişopînin ferz e.   Tişta em bi rejîma heqîqetê dibêjin, riya herî baş ya em xwe digihînin wateya jiyanê.’ heqîqetê îfade dike.   Cih û dem…   Abdullah Ocalan di beşa ‘Di pêşketina civakî de cih û dem’ de da zanîn ku pirsgisrêkên civakî ji dem û cih cuda nayên destgirtin û wiha dibêje: “Hem teşeyên civakan hem taybetiyên wan bi teşeyê bûyerên civakî  digirin dest an jî di van mijaran de rê li demagoji û retorîka xwe dispêre derewan vedike.   Kapîtalîzma pençeşêrî...   Abdullah Ocalan di beşa ‘Serdema Xwedayên Bêrûpûş û Qralên Tazî’ de wek teşeyê hilberînê kapîtalîzmê, wek vejîn û pençeşêrbûna civakî digire dest. Abdullah Ocalan  wiha dibêje : “Di vî şerê tê meşandin de zîhna kapîtalîzmê li qadê rê li ber serdestiyê vedike û ruyê hundir yê têgeh û têgehan yên zanîstê deşifre dike. Pergala kapîtalîst,  hewl dide hemû aliyên li hember xwe yên wekê marksîzm, anarşizm û heta civaknasî û demokrasiyê bike xizmeta xwe.  Di çarçoveya vê pergala pir desthilatdarî pir aborî  û pir zanistî de civak vediguherin civakên têk çûne...   Abdullah Ocalandi parêznamey xwe de diyar dike ku ji jiyana bi krîz û kaos a modernîteya kapîtalîst dikare xwe bigihînin terza jiyana utoopyayên azadiyê.   Esasa ku Rojhilata Navîn li ser piyan digire   Abdullah Ocalan rewşa Rojhilata Navîn dinirxîne û girîngiya lêgerîna bersiva pirsan wiha digire dest: “Kapîtalîzmê bi duyemîn şerê cîhanê Rojhilata Navîn nexist. Ya ku Rojhilata Navîn li ser piyan hiş çi bû?Rojhilata Navîn bûye herêma herî bi pirsgirêk a cîhanê. Di vî alî de wek qada sêyemîn şerê cîhanê tê dîtin. Berxwedana Rojhilata Navîn ya li dijî kapîtalîzmê divê çawa bê watedarkirin. Ev qada ku derguşa şaristaniyane, dikare bê rewşa qada derbasbûna utopyayên jiyana azad. Ev qada dikare ji nû ve xwe ava bike û terza jiyana zad ava bike. Wê bikaribe ji nû ve meclîsên zanabûnê komên hilberînê teşeyên rêveberiya demokratîk ya xwe dispêre jiyana azad ava bike?   ‘Gelê ku ne gel e’   Abdullah Ocalan di parêznameyan de der barê Kurdan de jî nirxandinan dike û ji bo Kurdan tespîta gelê ku ne gel e, dike. Abdullah Ocalan wiha dibêje: “em nikarin bêjin gel gelekî qelse û ne jîr e.  Bi karektgerên erdnîgarî û antropolojik, civaka mirovan a herî zêde dikare şer bide meşandinê ye. Wêrekiya jin û ciwanên wan gelek bilinde. Lê gelek tirsonek hatine hiştin.    Rola Kurdan   Li Rojhilata Navîn di vê dema kaos û pevçûnên nû de rola Kurdan tenê wek hevkarî dîtin kêmasiyek mezine. Kurd ku gelekî herî zêde hesreta felsefeya ‘jiyana azad e’ wê pêşengiya xwe diyar bikin. Wê nekevin kalibên netew-dewletê. Teşeyê rêveberiya konfederal a demokratîk ji bo Kurdan teşeyên herî di cih de ya polîtîk e.   Vegera li forma jiyana azad…   Di şerên netew-dewletan de Konfederalîzma demokratîk wê modela pêşeng be.  Sêyemîn şerê cîhanê pêşiya wê vekiriye, Rojhilata Navîn ji gelek geşedanên neyînî re vekiriye. Hewldan û însiyatîfa komên watedar wê encama vî şerî diyar bike. PKK her tim xwe pêş dixîne û îdeaya jiyana azad a PKK’ê heye û yek ji komên ku îdiaya azadiyê dihewîne ye. Ev pergala ku her tim bi şer xwedî dibe ancax bi utopyayên azadiyê dikare bê tunekirin.