Berxwedana çaryeka sedsalê û fikra gerdûnî bûye (4) 2023-12-17 09:06:26     Parastina gelekî!   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê PKK’ê Abdullah  Ocalan di parêznameya xwe ya "Parastina Gelekî" de pirsgirêka Kurd û pirsgirêkên li Rojhilata Navîn tên jiyîn dinirxîne û pêşniyarên çareseriyê û darizandin divê çawa bin datîne holê.   Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 15’ê Sibata 1999’an de bi komployê anîn Tirkiyeyê û ji wê rojê de di bin tecrîda giran de ye. 33 meh in tu agahî jê nayê girtin û li her derê ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan çalakî û bername didomin. Di 10’ê Cotmehê de li bajarê Strasburg a Fransayê  Kurd û dostên Kurdan kampanyaya "Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareserî" dan destpêkirin û li 74 navendên cîhanê bi awayekî hevdem der barê kampanyayê de daxuyanî hatin dayîn.    Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, bi parêzname û pirtûkên der barê jiyan û pergala nû de perspektîfên girîng pêşkêş dike. Di 2004’an de  pirtûka "Parastina Gelekî" ya nivîsiye hîna rojevîbûna xwe diparêze.   Pirtûk ji 7 beşan pêk tê. Di beşa yekemîn de ‘rastiya civakê û kes’, di ya duyemîn de ‘civaka ekolojîk demokratîk’, di ya sêyemîn de ‘di şaristaniya rojhilata Navîn de kaos û çareserî’, ya çaremîn de ‘ li Rojhilata navîn kaos û pirsgirêka Kurd’, ya pêncan de ‘Tevgera PKK’ê, rexne, xwerexnedayîn’, beşa şeşan de ‘di doza Abdullah Ocalan de rola DMME û YE’yê’ beşa heftan de ‘nasnameyek dixwaze rast venasîne’ tê nirxandin.   Rastiya civakî û kes   Abdullah Ocalan balê dikşîne ser rewşa kes a di civakê de û wiha dibêje: “Ji civakê rev zehmet e. Bi tayet ji bo kes ev zehmet e. Ji 7’an heta 70’ê wisa berdewam dike. Di alî kesayeta min de sûcê min ê ewil, mafê dayikê min bi guman dît û di alî civakîbûna xwe de min bi tena serê xwe zû biryar da. Ev têkoşîna min a bi tena serê xwe yek mijara lêkolînê ye. Min hişyariyên mezin ên dayika xwe cidî bigirta îro dibe ku riya trajediyên dijîm nehatiba vekirin. Lê dayika min sîmgeya dawî ya neçareseriya çanda xwedawendiyê ya hezaran salî bû. Bi wê zarokatiya xwe min xwe ji azadiya xwe neda alî. Lê min ji bîr nekir ku yekane şerta jiyana wê namûs û rûmeta wê bû. "   Civak hatiye belavkirin   Abdullah Ocalan diyar dike ku damezrandina çîroka jiyana wî wisa dest pê dike û wiha dibêjê: “Min bixwestana jî civakeke ku dayika min bida min tunebû. Ji zû de belav bibû. Tişta wê dixwest ez bi jiyanê bigirim. Dixwaze tişta bi dest nexistiye bide min. Çîroka bavê min cuda be jî dişibiya vê. Dibistana şoreşê ya piştre min tercîh kir, jiyan zêdetir bi êş û elem tije kir.    Hinek hevalan xwe zindî şewitand   Min ji destpêkê de hezkirina xwe ya çiyan esas bigirta, belkî min trajedî parçe bikira. Lê fikara afirandin û xilaskirina hevalan derfet neda.  Min xwe biavêta deriyên Ewropa û Rojava, ez ê biketama hawira hesabên kar û sermayeyê. Di vî alî de tu hêzê ez nedibirim. Ez neketim ber bayê wan. Ji xwe bala min jî nedikişand. Di vê pêvajoyê de hinek hevalên min xwe şewitandin. Ciwanên jiyana xwe dan ser. Ev nayên înkarkirin. Berxwedanên mezin nîşan dan. Bi hevkariyek mezin hêzên serdest bi komployê ez xistim Grava Îmraliyê.    Têkiliya navbera çîroka jiyanê û parastinê de   Abdullah Ocalan balê dikşîne ser çîroka jiyana xwe ya pêşkêşî DMME’ê kiriye û wiha vedibêje: “Bi vê çîroka jiyanê ya kurt min parastin pêşkêşî lijneya giştî ya DMME’ê kir. Min xwest bi vê parastinê têkiliya di navbera çîroka jiyanê û parastinê de derxim holê. Tu sedsal wek sedsala 20’î bi xwîn derbas nebûye. Ez zarokê vê sedsalê bûm. Divê ev bihata çareserkirin. Lê ev karekî pir zehmet bû. Rojhilata Navîn ev du sed sal in di çerxa kontrola şaristaniya Ewropayê de ye. Ya roja me de tê jiyîn jî kaos û trajedî ye. Yên her tim darizandine efendî bûn. Biryarên wan her tim bi xwîn bûn. Hiqûq di destê wan de ye, edalet lî gorî pîvanên wan e. Ya hatiye belavkirin jî di esasê de beramberê kar û nirxê ceza bû. Şaristaniya Ewropayê şerên sedsala 20’î  dane destpêkirin û li dijî neheqiyan  YE û hêza wê AÎHS teşkîl kiriye.   Ya para Rojhilata Navîn ket kaos bû!   Projeya Rojhilata Navîn di 1917’an de bi Peymana Sykes-Pîcot hat avêtin. Di dîtbarî de geşedanên wisa hovane nedihat armanckirin.  Avabûnên siyasî yên hatin avakirin her yek wek alavên çareseriyê hatibûn fikirîn. Ya esas, cîlayek modern bikşînin kevneşopiya civaka dewletî ya destpotîk a Rojhilata Navîn.  Ev cila îro yek bi yek hildiweşe. Di krîza giştî ya pergala civaka kapîtalîst de ya ku para Rojhilata Navîn ket bi yek gotinê kaos bû.    Polîtîka bipelçiqîne   ‘Serê xwe rakir bipelçiqîne’ yekane polîtîka esas tê girtinê ye. Ligel vê ‘malbatvanî’ ya ku kevneşopiya Kurd a hevkar di dewrê de hiştin. Bi ferasetên dewleta despotik ên herêmî, bi efendiyên emperyalên nû, her cureyê hevkariyê hat meşandin. Ev yek ji ferzên karekterê wan e. Kurdên din ên mane jî hemû lîme lîme bûne, hatine fetisandin, di bin komkujiyan de hatine derbaskirin û alavên malbatê ne. Di kaosa Rojhilata Navîn de ji objeya Kurd her cureyê armancê dikare bê afirandin.    Darizandina Îmraliyê û lêgerîna aştiya demokratîk   Em li lîstikên dewletên Israîl û Fîlîstînê binêrin, pêşeroja lîstikên ‘dewleta Kurd’  tên dîtin. Ji bo vê hewce nake mirov kahîn bin. Pêvajoya darizandina Îmraliyê di şertên neyînî de pêk hatin. Min dersên demên zehmet dîtine. Parastina vir ji bo veguhertina Tirkiyeyê piştgiriyek girîng dide û di vir de yên herî zêde fêdeyê jê digirin sazbûna siyasî ya bi navê AKP ye. Tevî hemû hewldanên min windahiyek mezin e.    Pirsgirsêka Kurd sereke ye   Di pêşketina serkeftî ya pêvajoyê de wê pirsgirêka Kurd rola sereke bilîze. Krîterên siyasî, demokratîk û mafê mirovan  dikarin wek krîterên çareseriya pirsgirêkê bên dîtin. Lê wek dewlet û hikûmetê li şûna biryarê ji hundir ve bigirin dest wek ferzkirî fêm kirine. Ev nêzîkatî tirsa Tirkiyeyê ya li hember welatên Rojava nîşan dide. Yên dixwazin bi mirin kesan bidarizînin divê bikaribin xwe jî bidarizînin. Kesên hinekên din diparêzin divê xwe jî bikaribin biparêzin. Yên dixwazin kesan azad bikin divê ewil xwe azad bikin.