Berxwedana çaryeka sedsalê û fikra ku gerdunî bûye (2) 2023-12-15 09:05:24       Li hewzaya Dîcle Firatê pîroziya dîrokî û remza lanetê Riha!   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 10’ê Tîrmeha 2001’ê de bi navê ‘li Hewzaya Dîcle Firatê pîroziya dîrokî û remza lanetê Riha’ parêzname nivîsî û geşedanên herêmê û riyên çareseriyê vegot.   Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 15’ê Sibata 1999’an de bi komployê anîn Tirkiyeyê û ji wê rojê de di bin tecrîda giran de ye. 33 meh e tu agahî jê nayê girtin û li her derê ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan çalakî û bername didomin.   Di 10’ê cotmehê de li bajarê Strasburg ê Fransayê Kurd û dostên Kurdan kampanya ‘ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ dan destpêkirin û li 74 navendên cîhanê bi awayekî hevdem der barê kampanyayê de daxuyanî hatin dayîn. Armanc û esasê çalakiyên ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan jî firk û nêrînên wî yên li ser jin û gelan e.    Pîrozî û remza lanete Riha   Abdullah Ocalan wek berdewama nirxandinên xwe yên du cilt yên ‘Ji Dewleta Sumer Rahîp ber bi Komara Gel’, di 10’ê Tîrmeha 20011’an de parêznameya ‘Li hewzaya Dîcle Firatê pîroziya dîrokî û sîmeya lanete Riha!’ nivîsî.  Abdullah Ocalan di van pirtûkan de nirxandinên girîng  yên der barê herêmê de dike.   Nirxandina îbrahimiyan   Abdullah Ocalan di parêznameyê de bi nirxandinên xwe kurahiya rastiya dîroka Rihayê vedibêje: “Min li ser Îbrahîmî û îbraniyan nirxadinên xurt, li ser pêxember û Rihayê nirxadinên xurt kirin. Ez gihiştim armancên balkêş.Min nêzîkatiyek cuda li hember dewletê nîşan da. Encamên têkiliyên civakî, jin, olî yên gihiştimê hene. Zanyar û profan jî lêkolîn kirine. lê nehiştine encamên min. Pirsgirêkan wek min çareswer nakin. Ji ber pratîka min nejiyane. Ev grîng e.   Rojhilata Navîn nekir!   Tişta ku Ewropayê kir Rojhilata Navîn nekir. Rojhilata Navîn ev nekir. Ji ber vê ev tespît ne tenê ji bo Kurdan, ji bo Tirkiyeyê di heman demê de ji bo Rojhilata Navînin; ez dixwazim wisa bê fêmkirin. Hewcedariya Tirkiyeyê bi van nirxandinan heye û divê li gorî encamên vê xwe ji nû ve saz bike.   Fêmkirina Tirkiyeyê dirêj didome   Abdullah Ocalan wiha dibêje: “Tirkiyeyê ev fêm nekir. Fêmkirina wan jî dirêj didome. Wê çanda nû diyar bike. Ez ji felsefeyê dur nînim, aliyê min yê îlahiyatê heye. Şîroveya xweda ya min pêşxistiye balkêş e. Têgeha Xwedavend a jinê jî girînge.  Ev wê riya ku bi jinê îradeyê bide qezenckirinê ye. Divê jin rumeta xwe  nirxa nasnameya xwe bizanibin.   Şîroveya Îbrahimiya hevdem û çareserî   Abdullah Ocalan di alî dîroka herêmê de ‘şîroveya Hz Îbrahîm’ dike û bi 7 xalan vedibêje:    “1-Beriya her tiştî divê olê yek xweda ji kurahî bên lêpirsînirin. Olên îbrahîmê ji bo zêdetir azadbûn û nêzî rastiyê bûne. Nasnameya îdeolojîk nayê wateya olên îbrahîmî. Di vê esasê de li mizgeft, dêr, havrayê îbadetkirin, nayê wateya ku girêdayî Hz. Muhammed, Îsa û Musa ne. Van pêxemberan di demên xwe de şîroveya herî pêşketî û ahlaqî derxistine asta jor. Ji ber vê jî rêzdarî û girêdayîna bi wan tê wateya esas girtin û tiştên pêwist kirin.   2-Ji bo vê îbadeta rast ne ku li cihên pêwist ev tevger bên dubarekirinê. Divê nirx ji bo zanist, huner û azadiyê bê dayîn.    3-Êdî şertên îmanê ji nimêj, rojî, qurban, zekat û kelîme- î şehadete wêdetir, zêdetir girêdayî feraseta xweşikbûnê hunerê, hişmendiya azadiya ahlaq û felsefeye ne.   4- Îbadeta rast,  di qada peywirên şênber û pratîk de, fêmkirina krîterên şaristaniya demokratik in û tiştên hewce pêkanîn e. Ji bo vê jî hemû hêza xwe bi bawerî û hostetî bikaranîn e. Êdî sibehê û êvarê kişandina bismilahî û şehadete nayê wateya ku her kes peywira xwe tîne cih û nayê wateya ku girêdayê ola Îbrahîmî ne. Olên îbrahîmî tu carî vê qebûl nakin; tu wateya wê nizanibî û îbadetê bikî qebûl nake.   5-Ji bo vê divê her kes di projeyeke xilaskirina dîrokê, di saziyên civaka sivil de cih bigirin û bibin xwedî pratîk û emel. Ji rêxistinbûna aştiyê bigirin heta mafê mirovan ji partîbûna demokratîk bigirin heta çalakî û civînan, ji yekîneyên jinên azad bigirin heta yekîneyên ciwan û kal û pîran, ji çapemeniyê bigirin heta aboriyê ji sporê bigirin heta hunerê ji akademiyan bigirin heta weqfan divê her kes herî kêm di 3-5 saziyan de cih bigirin.   6-Bi heram û helal wateya jiyanê guheriye. Ger ku mirov beramberê keda xwe bigirin, xwedî îfadeya azadiya çand û ziman bin, xwedî hişmendiya ku rastiyên dîrokî dizanibin wê demê jiyaneke helal û heram wê pêk bê. Ji bilî van nirxandin, bi xizaniyê, ne azad, ne xwedî hişmendî bûn, beramberê kedê negirtin helal û heramê serdest dike.   7- Nasnameya rast a Riha û der dora wê, di vê çarçveyê de û di her sê olên mezin de îfadeya pîroziya xwe dîtiye û jiyana azad, rumet û kedê, xweşikahî û aştiya wê, bi  heqîqet û pîvanên edeletê pêkane. Wê kelîmeyî şahadet, nimêj, rojî, qurban, kar û barên xêrê ancax bi van têgehan  bibe xwedî îman, tespît bike ku hun di riya pêxemberan de ne.  nemurtî û put bi vê ferasete bê nirxandin û ferz bên cih wê demê dikare behsa ku di riya pêxemberan de dimeşin bê kirin. Wê demê wê mirov bibin xwedî ahlaq û îmanek rast.