Bi 'Jin jiyan azadî' ber bi 25'ê Mijdarê ve (5) 2023-11-21 09:09:00     Ne tenê rojekê, heta azadiyê têkoşîn...   Qeder Kar   MEXMÛR - Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar a Mexmûrê Nûran Sezgîn bal kişand ser 25'ê Mijdarê û got: "Heke jin yekitiya xwe û rêxistinbûna xwe avabike, dikare li hemberî pergala baviksalarî, dagirkerî û kedxwariyê bibe hêz. Dê teqes têkoşîna jinan bi ser keve, azadiya Rêbertiyê û azadiya jinan mîsoger bike.”   Ligel zehmetiyên jiyana penabertiyê, jinan li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) hem rêxistina xwe ya xweser û hem jî rêxistinbûna xwe ya di nava giştî de ava kir. Ji roja ku wargeh hatî avakirin heta îro ligel her cure êrişan berxwedaneke bêhempa hat dayîn. Jin bûn pêşengên vê berxwedanê. Jinên ku di nava meclîsa gel, meclîsa ciwanan, akademî û koperatîfan de cih girtin xwedî li keda xwe ya bi salan derdikevin.   Bi nêzbûna 25'ê Mijdarê re jinan li wargehê dest bi çalakî û xebatan kir. Îsal li wargehê xebat û çalakî dê bi dirûşma “Bi qêrîna jin jiyan azadî dihunin tevna jiyanê” bên lidarxistin. Derbarê mijarê de Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar a Mexmûrê Nûran Sezgîn ji ajansa me JINNEWS’ê re axivî.   Têkoşîna li dijî dîktatoriyê   Nûran, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser dîroka 25’ê Mijdarê û got: “Em di nava meheke pir girîng de ne. Em wê mehê wek 2 beşan digirin dest. Di 25’ê Mijdarê roja Têkoşîna Şîdetê ya li Hemberî Jinan a din jî salvegera avakirina PKK’ê ye. Di sala 1960’an de li Komara Domînîkê 3 xwişkên çalakvanên siyasî pir bi trajîk û bi êş hatin qetilkirin. Ev her sê xwişkên ku li dijî kedxwariyê bûn pêşî hatin rewandin, destdirêjî li wan hat kirin û dûre jî hatin qetilkirin. Lê qetilkirina wan wekî qezayê hat nîşandan. Lê her kes dizanî ku ev ne qezaye û piştî lêkolîn û têkoşîna jinan rastî derket holê. Têkoşîn û hewldana jinan bû sedema hilweşandina dîktatoriyê. Lê piştî 20 sal şûnde roja qetilkirina wan her 3 xwişkan wek dîrokek hat qebûlkirin, 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Jinan a li Dijî Şîdetê hat îlankirin. Bi taybetî ji sala 1980’an û 1999’an ve ev roj rojeke dîrokî tê pêşwazîkirin.”   ‘Êriş ne ji rêzê û tesadufî ne’   Nûran, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser hewldana serdestan a li hemberî berxwedana jinan: “Li ser qetilkirina her sê xwişkan re ewqas sal derbas bû jî hêj ji hişmendiya mêr, pergal û dagirkeriyê neguheriye. Bi taybetî em sedsala 21’an wek sedsala azadiya jinê digirin dest, di sedsala 21’an de şoreşeke jinan pêk hat, bi taybetî di sedsala 21’an de rêxistinbûna jinê mezintir bû û têkoşîna jinan pêş ket. Ligel vê pêşketina têkoşînê jî êrişên dijmin, dagirkerî û mêr di vê pêvajoyê de zêdetir bûn. Ev êriş ne wisa ji rêzê û tesadufî ne. Mêr ji têkoşîn, berxwedan, serîrakirin û hersbûna jinan ditirse. Ji ber vê yekê êrişên xwe zêdetir dike. Dixwazin vîna jinan bişkînin. Heke bixwazin vîna civakê jî bişkînin derveyî ehleqî tevdigerin. Destdirêjî ji bo serdestan tê wateya şikandina vîna civakê. Bi rêya bikaranîna hişbir û ferzkirina fuhuşê jî desthilatdarî dixwaze civakê têk bibe. Êdî civak ji pê hesiyaye ku ev rêbaz bi hişmendiya mêr a dagirker pêş dikeve.”   ‘Têkoşîneke destanî tê dayîn’   Nûran, têkoşîna jinên kurd ên di her çar parçeyên Kurdistanê de tê dayîn wiha nirxand: “Avakirina arteşa jinan a di nava Tevgera Azadiya Kurd de girîng e. Bi şoreşa jinan re Şoreşa Rojava pêş ket. Li Rojhilat di şexsê Jîna Emînî de ‘Jin jiyan azadî’ gerdûnî bû. Her wiha niha di her çar parçeyên Kurdistanê de li hemberî hilweşandina dîktatorî û pergala baviksalariyê têkoşîn û berxwedaneke muezem û mezin a jinan heye. Têkoşîneke destanî li çiyê û li qadan tê dayîn. Ji bo azadiya Rêbertiyê, ji bo azadiya jinan û ji bo azadiya civakan têkoşîneke jinan heye. Dijmin jî ji vê têkoşînê ditirse û ji ber vê jî li hemberî civakê tirsê diafirîne. Jin jî dibêjin em hene û em ê têkoşîna xwe berdewam bikin.”   Plansaziya çalakiyên 25'ê Mijdarê   Endama Koordînasyona Meclîsa Îştarê Nûran, di axaftina xwe de bal kişand ser plansaziya 25’ê Mijdarê ya wargehê û wiha bi lêv kir: “Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî, bi pêşengiya Meclîsa Îştarê me starta çalakiyên 25’ê Mijdarê da. Di çarçoveya çalakiyan de li ser mijarên wekî; divê jin di kijan astê de bin, dê li hemberî dagirkeriyê helwesteke çawa nîşan bidin, dê çawa xwe biparêzin û çawa xwe bi rêxistin bikin dê semîner bên lidarxistin. Di qada perwerdê de ji bo xwendekaran dê semîner bên lidarxistin. Li taxan dê semîner bên lidarxistin. Platformên azad bên lidarxistin. Di roja 25’ê Mijdarê de jî meşeke girseyî dê li wargehê bê lidarxistin. Her wiha ne tenê di 25’ê Mijdarê de em ê her roj li ber xwe bidin, xebatên xwe bidin meşandin û têkoşîna xwe bidomînin. Heta azadiya rêberê xwe û azadiya jinan mîsoger bikin em ê têbikoşîn.”   'Têkoşîn dê azadiya rêbertiyê û jinan mîsoger bike'   Nûran Sezgîn, bal kişand ser girîngiya yekitiya jinan û wiha dawî li axaftina xwe anî: ““Tişta herî girîng jî yekitiya jinan e. Heke jin yekitiya xwe avabike û rêxistinbûna xwe avabike, dikare li hemberî pergala baviksalarî, dagirkerî û kedxwariyê bibe hêz. Êdî tu kes nikare li hemberî hêza jinan rawest e. Jin çend xurt bibe, çiqas li hemberî pergalê xwe perwerde bike û têkoşîn bide dê teqes bi ser keve. Şoreşa jinan û têkoşîna jinan dê azadiya Rêbertiyê û azadiya jinan mîsoger bike.”